Tevî endamên Meclisa Malbatatên Şehîdan, saziyên Rêveberiya Xweser û rêxistinên jinan, şêniyên bajar û gundewarê Kobanê sersaxî ji malbatên şehîd Welat Kobanê (Mihemed Elî) û Elî Doşka (Elî Hisên) re xwestin.
Konê sersaxiyê ya şehîd Elî Doşka li gundê Hezar û yê şehîd Welat Kobanê li gundê Til Êcibê yên Şêranê hatin vedan û merasîm hatin lidarxistin.
Merasîma sersaxiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Dûre berdevkê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Kantona Firatê Bekir El Ceradê sersaxî ji malbatên şehîdan re xweset û soza şopandina rêya şehîdan da.
El Ceradê got : “Têkoşîna me ji bo jiyaneke azad û bi rûmet e. Di rêya azadiyê de em berdêlên giran didin. Şehîd Elî û hevalên ku xeta têkoşîn û berxwedanê dabûn pêşiya xwe, ji bo parastina ax, gel û rûmeta gelê Kurd canê xwe feda kir. Ji ber vê yekê divê em her tim li pey xeta şehîdên xwe bin heya xewn û xeyalên wan pêk bînin.”
Ji rêveberên Kongra Star a navçeya Şêranê Nadiya Hiso diyar kir ku ew bi salane li ber xwe didin da ku gelê Kurd bi rûmet bijî û wiha got: “Şehîdên me ji bo ku dijmin derbasî axa me nebin, berxwedanî kir û canê xwe feda kir. Ji ber vê yekê divê em mîrasa şehîdên xwe biparêzin û şopdarên rêya wan bin.”
Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê Şêx Ehmed Hemo jî sersaxî ji malbata şehîdan re xwest û wiha got: “Armancên dijmin ew e ku hebûn û nasnameya gelê Kurd tune bike, lê em ê tu carî dest ji axa me bernedin. Em ê xeta şehîdên xwe bişopînin. Ji ber ku şehîdan hişt heta vê asta nasnameya me parastî be. Em ê bi hêza gelê Kurd têkoşîn bikin û berxwedana xwe xurtir bikin. Em soz didin ku em ê şopdarên rêya şehîdên xwe bin û xewn û xeyalên wan ta serkeftinê pêk bînin.”
Merasîm bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Berxwedan jiyan e” bi dawî bû.
Şervanên YPG’ê Welat Kobanê (Mihemed Elî) 23’yê Çileyê û Elî Doşka (Elî Hisên) 23`yê Çileyê li Sirînê di berxwedana rûmet û hebûnê ya li hemberî êrişênn komên hikumeta demkî de şehîd bûn.

