Komek stranbêjên Kurd ku navê “Rêwiyên Hunera Welat” li xwe kirine ji bo balê bikşînin ser berxwedana Rojavayê Kurdistanê û piştgiriya xwe nîşan bidin, bi navê “Cenga Netewî” stranek bi tevî klibê wê ve amade kirin. Klîb hate weşandin û di stranê de peyama yekîtiya Kurdan tê dayîn.
Hunermendên ku di stran-klîbê de cih girtin, ev in: Azad Karahan, Rêzan Şîrwan, Şahîn Farqîn, Zînê Koçber, Hozan Bengî, Zîlan Nar, Gokhan Çîftçî, Koma Rec, Heval Fîrar, Evîn Sindî, Ciwan Weysel.
Stran bi taybetî balê dikişîne ser yekîtiya Bakur, Başûr û Rojhilat ku ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bûne yek xelek û yek deng. Di gotinên stranê de banga têkoşîn, tolhildan û azadiyê tê kirin. Bi taybetî rola ciwanan û berxwedana keç û xortên Kurd ên ku canê xwe feda dikin, wekî hêviya azadiya Kurdistanê tê pênasekirin.

