Çarşem, 18 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dr. Korkmaz: Tirkiye ji ber tifaqên leşkerî dikare berdêlên giran bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Berpirsyariya dîrokî ya Elewiyan ew e ku bibin kirdeya civakî ya aştiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 18’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    PÎK: Em operasyonên li dijî endamên HEVBENDÎ şermezar dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Seroka MPKE’yê Petra Bayr: Tirkiye ji pêkanîna biryarên DMME’yê berpirsyar e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweşê giran Civan Boltan: ‘Ev sê hefte ne min nabin nexweşxaneyê’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    PJAK: Îran bi dronên xwekuj êrîşî herêma Pêncewînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Abdananê zêdetirî 3 hezar kes mirinên karkeran protesto kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi topên hewanê êrîşî Qendilê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana sersaxiya Adsoy hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di çalakiya YRK’ê de 2 Muxafizên Şoreşê hatin cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Şehîdên Merîwanê bûn rêberê siberoja azad

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Parêzera Evîn Zapsu: Êşa wê giran e, divê bi lez bê dermankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Karê ne ewle û keda bê bersiv xizaniya jinê mezin dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê di sala 2025’an de 285 hezar kes rastî tundiya hevjînan hatin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kirmanşanê bavek keça xwe ya 16 salî qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiyên 25’ê Mijdarê yên li Rojava: Jin divê bi qanûnî bên parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dihokê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Ji bo rojnamevan Serdar Karakoç bang hat kirin
Rojane

Ji bo rojnamevan Serdar Karakoç bang hat kirin

Rojnamevan, siyasetmedar, parêzer û parêzvanên mafên mirovan nerazîbûn nîşanî girtina rojnamevan Serdar Karakoç dan û gotin, "Şermeke mezine ku siyasetmedarên Ewropayê li gorî daxwazên Tirkiyeyê tevbigerin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Rojnamevan, siyasetmedar, parêzer û parêzvanên mafên mirovan li dijî girtina rojnamevan Serdar Karakoç daxuyaniyeke nivîskî dan.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Ji ber binçavkirin û girtina rojnamevanê Kurd Serdar Karakoç ku bi salane li Hollandayê dijî, em gelekî xemgîn in. Tevî ku daxwaza Elmanyayê weke sedem tê nîşandan jî, em dizanin ku rastiyên li pişt vê rewşê encama zexta Tirkiyeyê ye. Şermeke mezine ku siyasetmedarên Ewropayê li gorî daxwazên Tirkiyeyê tevbigerin.”

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin gotin:

“Serdar Karakoç hempîşeyê me ye ku bi salan li Tirkiyeyê karê rojnamevaniyê kiriye, di rojnameyên Kurdî de xebitiye û karê rêveberiyê kiriye. Dema ku avahiya rojnameya Ozgur Ulke hat bombekirin, ew di avahiyê de bû û bi tesadûfî ji vê êrîşê rizgar bû. Ev yek îsbata herî şênber e ku di şert û mercên zehmet de xebatên xwe dimeşand. Ji ber ku êdî nekarî xebatên xwe yên rojnamevaniyê li Tirkiyeyê bidomîne, li Hollandayê serlêdana penaberiyê kir û mafê penaberiyê hat qebûlkirin. Karakoç ku li Ewropayê karê rojnamevaniyê didomîne, pîşeyê xwe û azadiya ramanê parastiye. Em şahidên rojnamevaniya Serdar Karakoç in.

Em daxwaza berdana Serdar Karakoç dikin. Em dixwazin balê bikşînin ser wê yekê ku zext, girtin û hewldanên çavtirsandinê yên li dijî rojnamevanên Kurd nayên qebûlkirin. Azadiya ramanê yek ji stûnên bingehîn ên civakên demokratîk e û ji bo parastina vê azadiyê divê em bi hev re têbikoşin.

Em careke din banga xwe ya ji bo serbestberdana Serdar Karakoç ku xebatên xwe yên rojnamevaniyê bi awayekî azad bidomîne, dubare dikin. Em daxwaza demildest dawî li vê girtina bêedalet bê anîn û azadiya Karakoç pêk bê dikin.”

LÎSTEYA ÎMZEVANAN

Kesên îmzeyên wan di daxuyaniyê de heyî ev in:

“Prof. Mîthat Sancar (Parlamenter, Hiqûqnas)
Parêzer Eren Keskîn (Hevseroka ÎHD)
Joost Jongerden (Akademîsyen, Zanîngeha Wageningen)
Şivan Perwer (Hunermend)
Can Dûndar (Rojnamevan)
Amberîn Zaman (Rojnamevan)
Pinar Selek (Sosyolog, nivîskar, Zanîngeha Cote d’Azur)
Osman Baydemîr (Parêzvanê Mafên Mirovan)
Prof. Cengîz Aktar (Zanîngeha Atînayê)
Prof. Neşe Ozgen (Zanîngeha Osnabruck, Elmanya)
Hayko Bagdat (Nivîskar)
Erdal Er (Rojnamevan)
Frederike Geerdink (Rojnamevan)
Prof. Dr. Kenan Engîn (Akademîsyen, Zanîngeha Berlînê)
Mûrat Çakir (Nivîskar)
Hatîp Dîcle (Siyasetmedar)
Firat Anli (Hevşaredarê Berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê)
Ertûgrûl Kurkçu (Serokê Rûmetê yê HDP’ê)
Ahmet Kahraman (Nivîskar)
Prof. Dr. Abdurrahman Gulbeyaz (Zanîngeha Nagazakî)
Ferhat Tunç (Hunermend)
Suheyla Kaplan (Rojnamevan)
Ozan Emekçî (Hunermend)
Azîz Tunç (Nivîskar)
Ahmet Nesîn (Nivîskar)
Ergun Babacan (Rojnamevan)
Ferda Çetîn (Rojnamevan)
Ozlem Alev Demîrel (Parlamentera Partiya Çep a Elman ya Parlamenta Ewropayê)
Ragîp Zarakolu (Rojnamevan)
Atîlla Keskîn (Nivîskar)
Amed Dîcle (Rojnamevan)
Îlhamî Erdogan (Karîkaturîst)
Akin Olgun (Nivîskar)
Bedîa Ozgokçe (Hevşaredara berê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê)
Cafer Tar (Nivîskar)
Yucel Ozdemîr ( Nûnerê Rojnameya Evrenselê ya li Ewropayê )
Parêzer Dunya Dogan (Parêzer)
Îsmaîl Ozen (sporvan)
Ertûlûgûl Mavîoglû (Rojnamevan)
Dogan Ozguden (Rojnamevan-Nivîskar)
Încî Tugsavul (Rojnamevan)
Kurdo Baksî (Rojnamevan)
Ayhan Işık (Akademîsyen, Hollanda)
Alî Çatakçin ( Nivîskar )
Îrfan Aktan ( Rojnamevan ) 
Memo Şahîn (Nivîskar)
Kenan Gungor (Sosyolog)
Gûlten Aydin (Sosyolog)
Nevra Akdemîr (Akademîsyen)
Adil Yîgît (Post Ewropî GYY)
Dr. Kerîm Has (Akademîsyen)
Fûat Kav (Nivîskar)
Ziya Pîr (Parlamenterê berê)
Dr. Serîp Ateş (Sosyalolog-Aktîvîst)
Doç. Dr. Nazan Ûstûndag (Akademîsyen)
Parêzer Serhat Bucak (Nivîskar)
Dr. Latîfe Akyuz (Akademîsyen)
Abdullah Demîrbaş (Siyasetmedar)
Parêzer Hasîp Kaplan (Parlamenterê berê)
Tuncay Yilmaz (Serokê Damezrîner ê SYKP)
Îrfan Cure (Rojnamevan)
Sûat Bozkuş (Nivîskar)
Arîs Nalci (Rojnamevan)
Îsmet Kayhan (Rojnamevan)
Parêzer Oztûrk Turkdogan (Hevserokê Berê yê Komeleya Mafên Mirovan)
Veysî Sarisozen (Nivîskar)
Nûrsel Aydogan (Parlamentera berê)
Selahattîn Soro (Nivîskar)
Alî Baran (Hunermend)
Afat Baz (Rojnamevan)
Tuncay Dogan (Rojnamevan)
Gûnay Aslan (Rojnamevan)
Îbrahîm Çîçek (Rojnamevan).”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji Hozan Şemdîn albûmeke nû: Zozanên me
Nûçeya Pişt re Milîsên HBDH’ê li Datçayê yateke tûrîzmê dan ber agir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rohat Aktaş û Mehmet Yavûzel li ser gora xwe hatin bîranîn

Gerînendeyê Karên Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş û Endamê Meclîsa DBP’ê Mehmet Yavûzel…

Ji aliyê Stêrk TV

Tulay Hatîmogullari serdana karkerên madenê yên di greva birçîbûnê de kir

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê serdana çalakiya grevê ya karkerên madenê yê Dorukê kir û…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Îranê 8 jin di bin metirsiya darvekirinê de ne

Zextên rejîma Îranê yên li ser girtiyên siyasî dewam dikin, tê gotin fikarên mezin li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Parêzera Evîn Zapsu: Êşa wê giran e, divê bi lez bê dermankirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dr. Korkmaz: Tirkiye ji ber tifaqên leşkerî dikare berdêlên giran bide

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Berpirsyariya dîrokî ya Elewiyan ew e ku bibin kirdeya civakî ya aştiyê’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 18’Ê MIJDARA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?