Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tirmeha 2023’yan de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, bi koma 179’an û di roja 915’an de didome.
Çalakî li Saziya Malbatên Şehîdan, bi deqeyek rêzgirtin ji bo hemû şehîdên Rojavayê Kurdistanê destpê kir û piştî rêzgirtinê li ser navê koma 178’an daxuyanî ji aliyê çalakvana bi navê Nûran Sezgîn ve hate dayîn.
Daxuyanî wiha ye: “Rêbertiya me pêngavek ya aştiyê daye destpêkirin û em wek gel heta dawî li piştgirî didin vê pêngavê. Ji roja ku ev pêvajo hatî destpêkirin heta niha gelek hêz hene vê pêvajoyê xirab bikin. Niha jî bi hovane êrişî Rojava dikin. Em êrişên li ser Rojava qebul nakin û bi tûndî şermezar dikin. Em wan dostên sexte şermezar dikin. Divê em hemu xwedî li Rojava derbikevin. Em wek çalakvan û taybet jî xelkê Mexmûrê piştgirî didin seferberiya li Rojava. Rê hebûya emê wek wargeh derbasî Rojava bûna û me wê têkoşîna heyî bihêz bikiriba. Dem dema xwedî li destkeftiyên şehîdan derketinê ye.”
Daxuyanî diruşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Berxwedana Rojava’ bidawî bû.

