DAKB’ê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê daxuyaniya nivîskî weşand. DAKB’ê diyar kir ku têkoşîna ku jinên Elewî bi bawerî, ked û wêrekî didin, bi berxwedana jinên li çaraliyê cîhanê re tê parvekirin. Di daxuyaniyê hat destnîşankirin ku jin ji bo şer û rejîmên otorîter bedelên herî giran didin.
Di daxuyaniyê bal kişand ser pevçûnên ku di serî de Sûriye û li Rojhilata Navîn diqewimin û wêrankariya li ser jinan dike û binpêkirinên mafên mirovan ên ku jinên Êzîdî, Suryanî û Îranî dijîn hat bbîrxistin.
Di daxuyaniyê li ser têkoşîna jinan a li her çar parçeyên Kurdistanê ya ji bo rêxistinkirin û beşdarbûna di mekanîzmayên biryardanê de rawestiya. Di daxuyaniyê de hat gotin ku perspektîfa “Jin Jiyan Azadî”ne tenê dirûşmeyek e, lê îdîayek ji bo veguherîna civakî ye.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Şer tenê bajaran wêran nekiriye, di heman demê de mafê jinan ê jiyan, ewlehî û pêşerojê jî hedef girtiye. Bedena jinê veguheriye qada şer. Em wekî jinên Elewî, dizanin ku êş û azar ne erdnîgarî ye. Ger li cîhekî jin tê bêdengkirin, ew bêdengî di dilê me hemûyan de olan vedide.”
DAKB’ê destnîşan kir ku hemû cureyên tundûtûjiya li dijî jinan sûcek li dijî rûmeta mirovan e û banga azadiya bawerî û nasnameyê, hemwelatîbûna wekhev û têkoşîna rêxistinkirî ya jinan kir. DAKB’ê jinên ku di cînayetên jinan û şeran de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn û destnîşan kir ku divê hevgirtina jinan sînoran derbas bike.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “8’ê Adarêvê tîne bîra me: Têkoşîna jinan nayê parçekirin. Dema ku jin li welatekî di siya şer de ji bo jiyanê têdikoşin, li cîhekî din mafên wan ên bi zehmetî hatine bidestxistin di bin gefê de ne ne tesadufî ne. Sîstema baviksalar gerdûnî ye; ji ber vê yekê, divê hevgirtina me jî gerdûnî be.”
DAKB’ê di dawiya daxuyaniyê de biryardariya xwe ya ji bo berfirehkirina têkoşîna ji bo wekhevî, azadî û aştiyê dubare kir.

