Şemî, 11 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Zeynep Cansiz hate entubekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Namzetê YNK’ê Nizar Amêdî bû Serokomarê Iraqê yê nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên siyasî divê tavile werin berdan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên hiqûq û tenduristiyê: Divê demildest tecrîda li girtîgehan bi dawî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Nezîr Acar pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Civak li benda derxistina qanûnan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ûweyş Ocalan li ser gora xwe ya li Amarayê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar Dayika Uveyş bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê piştî 31 salan hate berdan: Heta ku Serok Apo azad nebe, azadî heram e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi koma 193’an dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Rojhilat: Dive agirbest nebe derfeteke taktîkî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Agiriyê bertek nîşanî girtinan hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Enqere û Stenbolê 3 jin bi çekê hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê li dijî darvekirinên li Îranê banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Adarê de 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta 3 şervanên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyona Encamnameyê ya Konferansa “Aştî Bê Me Nabe” hate eşkere kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê rapora meha Adarê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Civak & Ekolojî > Ji Firatê heta Basrayê komkujiya ekolojîk -I-
Civak & Ekolojî

Ji Firatê heta Basrayê komkujiya ekolojîk -I-

Xebatên kanê yên bi siyanur hem li navçeya Îlîçê ya Erzinganê hem jî li navçeya Giyadînê ya Agiriyê, ji Tirkiyê hetanî Basrayê dibe sedema karesatên pir mezin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Sibat 2024 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Ji Firatê heta Basrayê komkujiya ekolojîk -I-

Xebatên kanê yên bi siyanur hem li navçeya Îlîçê ya Erzinganê hem jî li navçeya Giyadînê ya Agiriyê, ji Tirkiyê hetanî Basrayê dibe sedema karesatên pir mezin.

Şîrketên kanê yên bi siyanur yên li Agirî û Erzinganê bi qasî ekosîstema li herêmê nîşaneya talûkayeke mezin e. Em ê di dosyeya xwe ya ku vê talûkeya ji Firatê hetanî Basrayê diçe bigirin dest. Di serî de em ê hewl bidin ku zerar, bandor û sînorên ku dê bandorê li wan bike rave bikin. Em ê di dosyeya xwe de polîtîkaya ekolojîk a Tirkiyeyê ya li Kurdistanê jî binirxînin û li vir em ê li ser kana siyanurê çi ye û bi taybetî jî li ser şîrketên li Erzîngan û Agiriyê xebatên kanê dimeşînin rawestin. Herî dawî em ê mafê axaftinê ji Parlamentera DEM Partiyê ya Dersimê Ayten Kordu re bihêlin ku li ser vê talana xwezayê pirs û pêşniyarên lêkolînê pêşkêş kiribû.

Di 21’ê Hezîrana 2022’yan de li kana zêr a ku Anagold Madencîlîk li Gundê Çoplerê ya Îlîça Erzinganê dixebitî, di 21’ê Hezîrana 2022’yan de ji ber qetandina lûleya ku solusyona siyanurê têde bû nêzî 20 metrekup solusyona  siyanurê li hawirdorê belav bû. Digel ku şîrket di destpêkê de qeza veşart jî Walîtiya Erzinganê piştî bûyerê sê rojan di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de got ku herikandin notralîze dike û axa kontamîne bi rêya makîneyên kar hat paqijkirin û birin qada lîçê.

Lê belê ji ber berteka zêde ya gel, Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê 4 roj piştî qezayê daxuyaniyek da û ragihand ku ekîbên teftîşê sewqî herêmê kirine û cezayê herî zêde li şîrketê birîne. Wezaretê 16 milyon û 441 hezar TL ceza li şîrketê birî û maden tenê 3 mehan girtî ma.

WEZARETÊ DU CARAN ÇED’Ê ERÊ KIR

Berî ku ev qeza biqewime, Anagold Madencîlîk ku ji 2009’an ve li herêmê dixebite xwest ku kapasîteya xwe berfireh bike. Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê li ser vê yekê, di Cotmeha 2021’ê de derbarê projeya zêdekirina kapasîteyê û tesîsên zêde de li gor Nirxandina Bandora Hawirdorê (ÇED) biryara erênî da. TMMOB’yê ji bo betalkirina biryara Wezaretê doz vekir. Ji ber ku li qada ku ji bo projeyê hatibû terxankirin daristan, mêrg û zeviyên çandiniyê hebûn. Devera ku plan dikirin di bin Projeya Kompleksa Çopler a Kanê de kapasîteyê zêde bikin û tesîsên zêde ava bikin, hem ji bo daristan û zeviyên çandiniyê hem jî ji bo çemê Firatê ku çavkaniya ava binerdî ye bitalûke bû. Di bingehê de ev biryar piştî doza ku ji aliyê TMMOB’yê ve hatibû vekirin derket holê.

Weki hinceta dozê ev tişt hatin diyarkirin: “Li gorî Qanûna Hawirdorê ya bi hejmara 2872, Qanûna Daristanan a bi hejmara 6831, Qanûna Parastina Hebûnên Xwezayî û Çandî ya bi hejmara 2863, Qanûna Mêrgan ya bi hejmara 4342, Qanûna Parastina Axê û Bikaranîna Erdê ya bi hejmara 5403, Qanûna Çandiniyê ya bi hejmara 5488, rêziknameyên têkildar, peymanên navneteweyî û rêziknameya din û berbirsiyariyên pêşbîn divê projeyên mijara gotinê ku li dijî erkên qanûnên din, hewcedariyên zanistî û prensîbên teknîkî û berjewendiya giştî ne, bên betalkirin.”

Wezaretê tevî van hemûyan jî di 16’ê Tebaxa 2023’yan de careke din erê kir ku şîrketa ku ceza lê birîbû, kapasîteya xwe zêde bike.

HEWZA KÎMYEWÎ LI SER XETA FAYÊ YA ÇALAK E

Bi vî awayî Anagold Madencilik ji bo zêdekirina kapasîteyê du caran ji wezaretê destûra erênî wergirt û qada xwe 2 qat û nîv zêdetir kir. Şîrketa kanê dê li qadeke bi qasî 2 hezar û 447 qadên futbolê xebatên xwe pêk bîne. Ji ber ku hewza siyanurê ya kanê ku niha mêrg, daristan, zeviyên çandiniyê, çavkaniyên ava binerd û çemê Firatê dixe talûkeyê, li ser xeta fayê ye û ev jî xetereyeke din derxistiye holê. Digel ku divê tedbîrên erdhejê di asta herî jor de bên girtin, nemaze piştî erdhejên ku di 6’ê Sibata 2023’an de li Mereşê qewimîn, heke di erdhejê de 66 milyon ton hewza kîmyewî ku siyanur jî di nav de ye, zirarê bibîne, dibe ku tevlî çemê Feratê bibin. Ji bilî vê, nêzîkbûna qada kanê ya ji niştecihan re metirsiyek din a rasterast derdixe holê.

Di doza ku ji aliyê TMMOB’ê ve hatiye vekirin herî dawî cara duyemîn kişfa pisporî hat kirin. Di heman dozê de yekemîn rapora pisporî ya derbarê projeya berfirehkirinê de hat amadekirin, tevî rexneyên ku ne zanistî û objektîf bûn jî ji aliyê Dadgeha Îdarî ya Erzînganê ve têr hat dîtin û doza ku TMMOB’ê vekir hat redkirin. Lê TMMOB’ê li dijî biryarê îtîraz kir û 6’emîn Daîreya Daniştayê îtîraza TMMOB’ê di cih de dît û biryar da ku ji nû ve lêkolîna kişfê bê kirin û şandeya pisporan jî bê guherandin.

QADEKE WERANKIRINÊ YA 722 KÎLOMETREYÎ HEYE

Li herêmê xebateke din a lêgerîna kana siyanurê bi Şîrketa Zêrîn a Kozayê dest pê kir û daxuyand ku li gundê Mollakara ya navçeya Giyadînê ya Agiriyê rezerveke zêr hatiye dîtin. Di Hezîrana 2021’an de Mustafa Varank ê ku wê demê Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê bû diyar kiribû ku li gundê Mollakara yê navçeya Giyadînê ya Agiriyê 20 ton rezerva zêr bi buhayê 1,2 milyar dolar û 3,5 ton rezerva zîv a bi buhayê 2,8 milyon dolarî hatiye dîtin û da zanîn ku dê xebatên binesaziyê li qadê dest pê bikin. Di encama sondajê û analîza bingehîn a ku ji aliyê şîrketê ve li qadê hat kirin hat ragihandin ku 14,09 milyon ton rezerva kanê hatiye dîtin.

Di vê çarçoveyê de hat diyarkirin ku dê li herêma navborî 4 hewzên siyanurê bên avakirin, di hewzên bi navê barkirî, nebarkirin, rewşa lezgîn û lehiyê de bi sedan ton bermahiyên kîmyewî yên xeternak û 2 hezar û 455 ton siyanura sodyûm û salane 1043 ton hîdroksîd sodyûm ku di nav gel de bi navê kostîk tê binavkirin dê were bikaranîn.

Ev kana ku wê siyanur lê bê bikaranîn, mîna li Erzîngana Îlîçê qadeke 722 kîlometreyan di bin talûkeyê de dihêle. Ev gef heta Çemê Mûratê ku milê herî mezin ê Çemê Firatê ye, Çemê Zîlan û Gola Wanê ya ku ava çem diherike, dirêj dibe. Her wiha Çemê Mûrat a 722 kîlometreyî ku di 5 bajaran re derbas dibe û gelek bendavên wê hene, di nav de Bendava Alparslan 1, Bendava Alparslan 2 û Santrala Hîdro Elektrîk (HEH), Bendava Kalekoya Jorîn û HES, Bendava Kalekoya Jêrîn û Hîbrît GES, Gozeler HES, Bendava Beyhanê û HES’ê, herêma heta Çemê Firatê û jê heta Kendava Basrayê bi bobelateke jîngehê re rû bi rû ye. Tê texmînkirin ku xebatên lêgerîna siyanur û kanê yên li vê herêmê wê bandoreke neyînî li herêmên Agirî, Mûş, Xarpêt û Çewlikê jî bike. Bi vê yekê re, wêrankirina çavkaniyên avê yên wekî Gola Wanê, Çemê Mûrat û Çemê Firatê qirêj bike û bi vî rengî hemû jiyana li bajarên wekî Erzingan, Çewlik, Amed, Meletî, Semsûr, Dîlok, Riha û Wanê û bi qirêjbûna çemê Firatê, wê erdnîgariyeke berfireh heta Kendava Basrayê bigire nava xwe û herêmeke berfireh heye ku bandoreke neyînî lê bike. Ji aliyê din ve çemê Mûratê di bin talûkeya ziwabûnê de ye û tê fikirîn ku xebatên kanê dê bibe sedema qirêjiya av, ax û hewayê. Her wiha wê rê li ber pirsgirêkên avê û hilweşandina zeviyên çandiniyê yên herêmê veke.

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Colemêrgê rê hatin girtin
Nûçeya Pişt re DEM Partiyê Cejna Êzî li civaka Êzidî pîroz kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

JinNews: Mehekê herî kêm 19 jin û zarokek hatin qetilkirin

Li gorî daneyên Ajansa Jinê JinNews meha Hezîranê herî kêm 19 jin û zarokek hatin…

Ji aliyê Stêrk TV

QSD’ê xwe ji Kampa Holê vekişand: Koalîsyon berpirsyariyên xwe bi cih nîne

Ji ber gefên zêde û bicihneanîna berpirsyariyên xwe yên koalîsyona navneteweyî, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD)…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Mêrsînê çalakiya ‘Tecrîdê bi dawî bike’: Em ê têbikoşin

Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan ê li Mêrsînê di çalakiya “Tecrîdê bi dawî bike” de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Civak & Ekolojî

Ji objektîfa ciwanê vegeriyayî; li Efrînê bihar

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

KCDK-E’yê Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Li Hevselê karê çapeyê: Em rojê 9 saetan dixebitin, lê berdêla karê xwe nagirin

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

FEDA û YJED’ê li dijî projeyên SEJ ên li Gimgimê bertek nîşan dan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?