Duşem, 18 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Gelê Totonac ê Meksîkayê bang li Konseya Ewropayê kir: Azadiya Ocalan misoger bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo meseleya Kurd statu û garantiya qanûnî şert e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arzû Yilmaz: Desthilatdarî giraniyê dide ser parastina rewşa xwe ya siyasî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li zanîngehan bi rêya êrişên faşîst, têkoşîna sosyalîst hedef tê girtin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hakî Karer: Navê hevrêtiya destpêkê û têkoşîna azadiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 18’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xwendekarên wargeha Mexmûrê karnameyên xwe wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Meha Gulanê meha fedayiyên azadiyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di navbera PJAK û Partiya Komunîst a Kurdistan de hevdîtin pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tifaqa Piştevaniya Rojava ji bo YPJ’ê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Firatê: Avakirina Sûriyeyê bêyî jinê ne gengaz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanê ji bo girtina Ecac Tikrîtî rol lîst, hate xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hejmara nû ya kovara Xwebûnê bi mijara ‘sosyalîzmê’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêkolînera Misrî Ferînaz Etiya peyama piştgirtiyê ji bo YPJ’ê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber nameyên nivîsî cezayê girtîgehê li Werîşe Muradî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Periya gulan bû Gulperî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Navê zemînê me yê têkoşîna hevpar, aştî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DMME’yê di doza Ayla Akat Ata de Tirkiye mehkûm kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Berlînê çalakiya ‘Desteyek Helbest’ hate li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    12’emîn Festîvala Çand, Huner û Ziman a Cizîrê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Curnê Reşê Komaleya Ziman û Çanda Kurdî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pîrozbahiya 40 saliya hunerî ya Hozan Şemdîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nurnbergê 15’emîn Rojên Çanda Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîsên Mezopotamyayê hatin deşîfrekirin: Rîtuelên efsûnî, fîşên bîrayê, Gilgamêş…
Bi hezaran tablet

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DYE’yê berpirsê Hîzbûllaha Iraqê girt
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG-NRÇ’ê endamê Konseya Fermandariyê Cîger Goyî bi bîr anî
Kurdistan

HPG-NRÇ’ê endamê Konseya Fermandariyê Cîger Goyî bi bîr anî

HPG-NRÇ'ê endamê Konseya Fermandariyê û Fermandarê Eyaleta Wanê Cîger Goyî bi bîr anî û got, "Ji Heftanînê heta bi Zagrosan, ji Zagrosan heta bi Şengalê, ji Garê heta bi Botanê bê navber têkoşiya."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 12 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) bi vî rengî ye:

“Ewladê leheng ê eşîra me ya Goyî ya welatparêz, milîtanê PKK’ê yê leheng, endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê û Fermandarê Eyaleta Wanê hevrêyê me Cîger Goyî 26’ê Îlona 2020’î li herêma Kato Marînos a eyaleta Wanê di êrîşa dijmin de şehîd bû.

Hevrê Cîger di ciwantiya xwe de berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Ji ber ku ewladê gelekî çiyayî û eşîra Goyî bû, bi çiyê re bû ye, bi pêş ket û şareza bû. Ji Heftanînê heta bi Zagrosan, ji Zagrosan ehta bi Şengalê, ji Garê heta bi Botanê bênavber têkoşiya. Ji bo hebûna gelê me biparêze bê tirs şer kir, gelek caran birîndar bû, tecrûbeyên mezin bi dest xist û bû fermandarekî hosta. Hevrê Cîger milîtanekî fedaî bû ku gelekî hêja bû, mirovekî bedew bû, kêfxweşiya xwe ya jiyanê, coşa xwe ya şoreşgeriyê bilind bû, moralê wî qet nediqediya, ji pêşketin û her wezîfeyê re amade bû. Ji şervaniyê heta bi fermandariya eyaletê di her astê de fermandarî kir, wezîfeyên cuda bi cih anî û her wezîfe jî bi asteke bilind bi ser xist. Herî dawî wezîfeya Fermandariya Eyaleta Wanê dikir û di wê wezîfeyê de şehîd bû.

Em fermandarê fedaî yê Apoyî hevrê Cîger Goyî bi hurmet bi bîr tînin, di serî de malbata wî ya hêja ji eşîra Goyî ya welatparêz û tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Cîger Goyî bi vî rengî ne:

Nasnav: Cîger Goyî
Nav paşnav: Orhan Urek
Cihê jidayikbûnê: Qilaban
Dayik-Bav: Emîne-Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 26’ê Îlona 2020 / Wan

Hevrê Cîger li nava çiyayê serhildêr ê Botanê, li parçeyek ji bihuşta Kurdistanê li Qilabanê ji dayik bû. Li gundê Heletê yê Qilabanê di nava eşîra Goyî ya welatparêz de mezin bû. Ji ber ku dûrî sîstema dewletê û modernîteya kapîtalîst di nava jiyana xwezayî ya gund û çiyê de mezin bû, karekterekî çiyayî pê re çêbû. Rûmetdarî û dilsoziya eşîra Goyî ya bi çand, ziman, nasnameya xwe di kesayetiya xwe de bi cih kir. Ji ber welatparêziya malbata xwe û berdêlên ku di nava têkoşîna azadiyê de da, ji ber zext û zilma ku ji dijmin dît, di temenekî zû de têkoşîna azadiyê nas kir. Beşek ji xizmên wî yên nêz ji ber zilma dewletê koçî Mexmûrê kir, hin ji xizmên wî li zindanê û hinek jî li nava têkoşîna azadiyê bû, ku vê yekê kir ku hevrêyê me Cîger bikeve nava lêgerînekê. Li dibistanên dewleta Tirk lîse qedandibe jî red kir ku bibe ferdekî vê sîstemê.

Şehadeta gerîlayên ku nas dikir, lêgerînên hevrê Cîger hîn xurt kir, hêrsa wî ya li hemberî dijmin mezin kir û gihîşt wê biryarê ku bide ser şopa apê xwe û bibe gerîla. Li ser vê bingehê di sala 2008’an de li Heftanînê tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû. Hevrê Cîger ku ewladê esîl ê qewmê çiyayî bû, li Garê beşdarî perwerdeya destpêkê ya gerîla bû. Piştî ku perwerde bi serketî qedand, derbasî Zagrosan bû. Salekê li Çarçella, sê salan li Herkî bi giştî pênc salan li Zagrosan gerîlatî kir. Li qada bi heybet a Zagrosan hemû detayên gerîlatiyê hîn bû, bû xwedî tecrûbeyên mezin û li her qadê şareza bû. Hevrêyê me Cîger dijmin weke sedema bênasname hiştina gelê me, tinehesibandina hebûna gelê me û sedema êrîşên qirkirinê yên sed salan dît, lewma bi vê hêrsê şer kir. Bi wêrekiya xwe ya mezin û bêtirsiya xwe li refên herî pêş tevlî gelek çalakiyan bû. Weke milîtanê pêşeng ê taktîka êrîşê di çalakiyan de serketinên mezin bi dest xist. Sala 2010’an li Şemzînanê di şer de ji lingê xwe birîndar bû, sala 2012’an li Şitazînê di çalakiyê de ji stuyê xwe bi fîşekê birîndar bû, sala 2012’an li Çarçellayê ji stuyê xwe bi parçeyê şarapnelê birîndar bû. Lê belê li gel van hemûyan jî bi enerjiya xwe ya şoreşgerî ya bêdawî xwe ji nû ve komî ser hev kir û her carê ji cihê mayî têkoşîna xwe hîn bi xurtî dewam kir.

Hevrêyê me Cîger di hevrêtiya bi hevalên jin re hevrêyekî durust bû ku timî hêz dida. Sekna xwe ya li pêşberî xeta azadiyê ya jinê di rapora xwe ya kûrbûnê de bi van gotinan anîbû ziman: ‘Di mijara xeta azadiyê ya jinê de em zanin ku sîstemê hem di şexsiyeta mêr hem jî di şexsiyeta jinê de kesayetiyeke çawa afirandiye. Her wiha em zanin bê ev kesayetî xizmetê ji kê re dike. Haya min jê heye ku mejiyê bi serweriya mêr a pênc hezar salî û genên vî mejî bi rê û rêbazên cuda di şexsê de hatine bicihkirin. Li hemberî vî mejî, gotina ‘Min mêrê di nava xwe de kuşt’ a Rêber Apo, kêm jî be di kesayetiya min de rê û rêbazên têkoşîneke rast afirand. Di dersên jineolojî û dîroka jinê de li ser pêwîstiya çawaniya hevrêtiya rast gelek tişt hatin gotin. Weke ku hevrê Şehîd Hêlîn Mûrat got, ‘Divê mêr bibe hevrêyê azad ê jinê’. Ev rastî ji bo me hemûyan pîvan e. Ji niha û pê ve jî nêzîkatiya min wê ew be ku mejiyê bi serweriya mêr li ser bingeha rast şîrove bike, binirxîne û bi rê û rêbazên rast têbikoşe ku jê rizgar bibe’.

Hevrêyê me Cîger ku her tim xwedî kesayetiyekî bi coş bû, ji ber ku di nava xwezayê de mezin bû gelekî hez ji xwezayê, bi taybetî jî ji heywanan dikir. Li ku bûya teqez ji pezkoviyekê, ji cotê kevokan, ji kewê goze, hest an jî sihorî hez dikir, têkiliyeke xurt a hezkirinê diafirand. Hestên hevrê Cîger ên têkildarî jiyanê gelekî bilind bû, ji ber ku şoreşgerek bû li her derê bi xwezayê, heywanan, mirovên li nava civakê û hevrêyan re têkiliyeke xurt datanî.

Dema ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîş birin ser gelê me yê li Şengal û Rojavayê Kudistanê, weke ewladekî bi rûmet ê bi eşqê hez ji gelê Kurd dikir, xwest gelê me biparêze. Ev daxwaza xwe di rapora ji bo rêxistina me de bi van gotinan anî ziman: ‘Di vê dîrokê de ku li Rojava û Şengalê bi xwînê tê nivîsandin, ez dixwazim wezîfe û berpirsyariya xwe bi cih bînim. Gelê me û hevrêyên me guh nadin tî û birçîbûnê û bi rengekî mezin li ber xwe dide. Ez pêşniyar dikim ku bibim parçeyek ji vê berxwedanê. Dixwazim gelê me biparêzin, tevkariyê li şoreşa azadiyê bikim û bi vî rengî berpirsyariya xwe bi cih bînim’. Hevrêyê me Cîger ku ev pêşniyara wî hate qebûlkirin, da ser şopa Apoyiyan ku bi pêşengiya fermandarê mezin ê dewrêşê serdemê hevrê Dilşêr Herekol bi hawara gelê me yê li Şengalê ve beziyan. Weke şoreşgerekî hevgirtî ku soza xwe bi cih anî, li gel pêşengên leheng ên gelê Kurd Zekî Şengalî, Egîd Civyan, Dilşêr Herekol û Seîd têkoşiya. Bi Dijwar Feqîr, Zerdeşt Şengalî û Şîlan Goyî re mil da milê hev û Şengal azad kir. Sala 2014’an di êrîşa çeteyan de ku bi wesayiteke bombebarkirî hate kirin, bi parçeyê şarapnelê ji serê xwe, sala 2016’an di şer de bi parçeyên şarapnelê ji serî û milê xwe birîndar bû. Çar salan bê navber têkoşiya û bi rastî jî weke lehengekî nayê jibîrkirin navê xwe li vê serdema dîrokî nivîsand. Piştî ku wezîfeya xwe ya dîrokî bi serketî qedand, di Nîsana 2018’an de biryara vekişîna hêzên HPG û YJA Starê ya ji Şengalê xist meriyetê û derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû.

Piştî ku dotmama wî hevrêya me Rewşen Metîn-Rewşen Urek sala 2017’an di êrîşa dijmin de şehîd bû, biryardariya wî ya ji bo têkoşînê û hêrsa wî ya li hemberî dijmin hîn mezin bû. Daxwaza xwe ya têkoşînê veguherand têkoşîneke hîn bi bandor û jib o tecrûbeyên xwe bike bingeha fermandariyeke serketinê di sala 2018’an de beşdarî perwedeya li Akademiya Leşkerî ya Mahsûm Korkmaz bû. Li akademiyê hem weke pêşengekî wezîfe kir, hem tevlî perwerdeya hevrêyên xwe bû hem jî li ser bingeha gerîlatiya dema nû xwe perwerde kir. Piştî ku perwerdeya xwe bi serketî qedand, pêşniyara xwe ya ji bo wezîfeyê di rapora xwe de bi van gotinan anî ziman: ‘Ez li Botanê ji dayik bûm, ji bo min hesteke cuda ye ku li wir gerîlatiyê bikim. Li Zagrosan mezin bûm, her devera wê ji bo min tijî bîranînan e, ji bo min rûmet e ku biçim wê derê. Min soz da hevrê şehîd Denîz, pêşniyara min ew e ku biçim Amanosê. Lê belê rêxistin ku derê ji bo min guncaw bibîne, li ku derê pêwîstî pê hebe ez ê bi heman kelecan û coşê tevlî bibim. Û heta dilopa dawî ya xwîna xwe bê fikar ez ê bi rola xwe rabim’.

Hevrê Cîger bi vê îdîa û biryardariyê sala 2019’an tevlî Civîna Konseya Fermandariyê ya HPG’ê bû, di perspektîfa gerîlatiya serdema nû de xwe zelal kir û ji bo wezîfeya Fermandariya Eyaleta Wanê bi cih bîne berê xwe da warê ku lê ji dayik bû. Gihîşt Botanê û weke pêşengekî dest bi têkoşînê kir. Li gel fermandarê mezin hevrê Egîd Civyan ku li Şengalê di bin fermandariya wî de şer kir, vê carê derfet bi dest xist ku bi hev re li Botanê li dijî dijmin şer bike. Hevrêyê me Cîger ku ewladekî gel ê heqîqî bû ku ji aliyê eşîra Goyî û malbata hêja ya welatparêz ve hate mezinkirin, milîtanekî şoreşger, fermandarekî pêşeng bû. Bi sekna xwe, bi têkoşîn û şervaniya xwe ya leheng bû lehengek ku navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsand. Hevrê Cîger bi têkoşîna xwe, bi karên xwe yên ji bo gelê me û hevrêtiya xwe ya bedew wê ti carî neyê jibîrkirin. Em soz didin ku em ê bîranîna wî bikin sedema têkoşîneke hîn xurt û hinceta serketina armancên wî.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji KCK’ê daxuyaniya Mûharrem: Divê Elewî pêşengiyê ji têkoşîna neteweya demokratîk re bikin
Nûçeya Pişt re Li Mexmûrê çalakiya ji bo azadiya Rêber Apo di roja 706’an de ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dîmenê xistina ANKA’yê hate weşandin

Gerîla TV dîmenê xistina balafira bêmirov a bombebarkirî ya bi tîpa ANKA weşand, ku 6'ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Meclisên Leşkerî yên Minbicê: Bi dehan çete hatin kuştin

Şervanên Meclisên Leşkerî yên Minbicê ragihand ku bersiv dane êrîşên dewleta Tirk a dagirker û…

Ji aliyê Stêrk TV

Koordînasyona Ciwanan: Em dixwazin Sûriyeyeke demokratîk ava bikin

Koordînasyona Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê, bi daxuyaniyekê diyar kir ku divê li hemberî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Xwendekarên wargeha Mexmûrê karnameyên xwe wergirtin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Meha Gulanê meha fedayiyên azadiyê ye’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Di navbera PJAK û Partiya Komunîst a Kurdistan de hevdîtin pêk hat

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Tifaqa Piştevaniya Rojava ji bo YPJ’ê bang kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?