Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker, ev agahî dan:
“Yekîneya Şehîd Axîn Mûş;
10’ê Kanûnê di saet 11.09’an de bi amûrên hewayî li konteynireke ayîdê dagirkeriyên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar hate xistin. Konteynir û kel û pelên têde, şewitîn û îmha bûn.
Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
10’ê Kanûnê di saet 14.30’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin.
10’ê Kanûnê di saet 15.40’an de bi taktîka sabotajê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.
10’ê Kanûnê di saet 16.00’an de bi çekên ferdî derbe li kepçeya ayîdê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin.
13’ê Kanûnê di saet 12.30’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar hate xistin.
Li Herêma Metîna;
11’ê Kanûnê di saet 11.00’an de bi taktîka sekvaniyê kameraya mobesse ya ayîdê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Serê Metîna hate îmhakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.
13’ê Kanûnê di saet 12.30’an de bi çekên nîv otomatîk li dagirkerên ku hewl didan li dora çeperên li Qada Berxwedanê ya Serê Metîna têl bipêçin, hate xistin.
Li Herêma Xakurkê;
10’ê Kanûnê di saet 07.10’an de bi çekên ferdî mudaxileyî dagirkerên ku dixwestin ber bi tunelên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Lolanê ve pêş de bên, hate kirin. Piştî mudaxileya hêzên me, dagirker neçar man ku qedemeyekî paşde vekişin.
10’ê Kanûnê di saet 09.20’an de bi çekên giran li dagirkerên li Girê Şehîd Hêmin hate xistin.
11’ê Kanûnê di saet 11.20’an de bi çekên giran li dagirkerên li Girê Şehîd Hêmin hate xistin.
Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker, bi teqemeniyên qedexekirî pêk anîn;
10, 11 û 13’ê Kanûnê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM a herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, 5 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombebarankirin.
10 û 12’ê Kanûnê tunelên me yên Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê ya herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî, hatin bombebarankirin.
10’ê Kanûnê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, 4 caran bi teqemeniyên qedexekirî, hatin bombebarankirin.
11 û 12’ê Kanûnê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Lolan a herêma Xakurkê, 25 caran bi teqemeniyên qedexekirî, hatin bombebarankirin.
13’ê Kanûnê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Şêlazê ya herêma Metînayê 10 caran bi teqemeniyên qedexekirî, hatin bombebarankirin.
Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker, pêk tînin;
10, 11, 12 û 13’ê Kanûnê Qadên Berxwedanê ya Girê Şehîd Hawar, Lolan, Girê Şehîd Şerîf, Berbizinê, Sinînê, Qele yên herêma Xakurkê 14 caran, qadên Deşta Kafya, Yekmalê, Şikeftiyan, Mijê yên herêma Garê 10 caran, Qadên Berxwedanê yên Girê Bahar, Girê Cûdî yên herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 2 caran, Qadên Berxwedanê yên Dergelê, Şêlazê, Bêşîlî yên herêma Metînayê 3 caran; bi giştî 29 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.”