Însiyatîfa Ji Bo Azadiyê, encamnameya “Forûma Aştiyê” ya ku di 23’yê Hezîrana 2025’an de bi awayeke onlayn li dar xistibû, weşand. Di encamnameyê hate diyarkirin di forûmê de pirsên, “Em aştiyeke çawa dixwazin”, “Aştî çawa civakî dibe” hatine nîqaşkirin. Herwiha di encamnameyê de hate destnîşan kirin ku aştî tenê bi rawestandina şer ve pêk nayê divê hevrûbûneke ras, jiyaneke li ser bingeha edalet û wekheviyê bê avakirin.
Di encamnameyê de tundiyên li dijî civakê hatin rêzkirin û hate destnîşankirin ku gava yekemîn a aştiyê bidawîkirina polîtîkayên tundiyê ne. Her wiha hate destnîşankirin ku PKK’ê bi şewata çekan ve vîna xwe derxistiye holê û hate gotin: “Ji bo avakirina aştiyê divê her alî berpirsiyar tevbigerin. Divê dewlet vê vînê bê bersiv nehêle û berpirsiyariya xwe bi cih bîne.”
Di encamnameyê ev pêşniyarî hatin kirin:
Em ji tecrubeyên berê dizanin ku aştî bi hevrûbûna bi heqîqetê û bi avakirina bîra hevpar ve pêkan e. Her çendî ji ber pêvajoyên berê bêhêvî û bêbawerî hebin jî divê em xwe teslîmê van hestana nekin û xeyaleke nû bikin. Divê aştî, li dijî mîlîtarîzm, tundî û tekparêziyê tenê nebe ‘zimanê başbûnê’, divê bibe veguherîneke bingehîn.
Hunermend ne tenê kirdeye hilberîna estetîk e herwiha hilgirê bîra civakî ye. Huner di heman demê awayeke çalakiyê ye jî. Îro, ev berpirsiyarî pêdivî bi pratîkek hilberînê heye ku rûmeta mirovan û mafê jiyaneke azad diparêze.”
Aştî; tenê bi destê aktorên siyasî ve nabe, bi xwedîderketina hemû beşên civakê ve pêkan e. Tevî kedkarên çand û hunerê divê akademisyen, parêzvanên heqiyê, rêxistinên saziyên sivîl bibin parçeyek vê pêvajoyê.
Divê qadên cemawerî yên ku huner bi awayeke bêyî sansur û azad lê bijî bên avakirin. Huner û aştî tenê di mercên demkratîk de geş dibe.
Pêvajoya aştiyê ya 2013’yan dest pê kir, hêviyên civakî geş kir. Lêbelê pêvajo ji aliyê dewletê ve hate tekbirin. 2015 tenê nebû “dawiya çareseriyê” di heman demê de bû despêka bêdengkirinê. Gugtûgoyên civakî û avakirina bîra hevpar hate sabotekirin.
Aştî bi beşdariya hemû pêkhateyên civakê ve pêkan e. Ji bo vê divê forûm, pêşangeh û hw bên bikaranîn. Divê aştî tenê bi bajarên Kurdan ve sînordar nemine li hemû Tirkiyeyê belav bibe.
Aştî tenê bi tundiya fîzîkî ve bidawî nabe bidawîbûna şerê bi xwezayê re jî pêkan e. Tala xwezayê ya ku bi maden, kanên keviran û santralên enerjiyê tê kirin curek şer e. Divê têkoşîna bo vê yekê wek parçeyeek avakirina aştiyê bê dîtin.
Divê pêvajoya aştiyê di asta navneteweyî de û bi peywendiya bi hunermendên dîasporayê re bê xurtkitin. Divê hewldanên ji bo avakirina beşdariya pirdengî û afirîneriyê bên dayîn.