Payîza dereng a sala 2014, bajarê bi navê Kobanê ku di halê xwe de bû, bi yekcarî di nîvenga rojeva cîhanê de cihê xwe girt. DAÎŞ di encama pêla tirs û xofa reş a ku dabû avakirin, bajêr û dewletan dabû berxwe. Ev pêl weke lehiyekê xwe gihande navçeya Kobanê. Hesabên hatibû kirin ew bû ku wê ev der jî weke cihên din berxwe nede û bikeve bin siya vê tarîtiyê de. Lê hesabê odeyên şer ên DAİŞ û dewletan, bi taybetî yê dewleta Tirk li beriya Kobanê qelibî. Pêla tirs û xofê li Kobanê pêrgî berxwedaniyê hat û hêviya dijderketin û serkeftinê di nav gelên herêmê de bişkuvî. Ev hêvî ne tenê ji bo gelên herêmê lê di heman demê de ji bo tevahî mirovahiya azadîxwaz û xwedî rûmetê derbasdar bû. Ji ber vê xîret, helwêst û wicdanê mirovahiyê li derdora bajarê Kobanê kom bû. Kobanê bû sembola xweragiriyê, dijderketina li dijî taritiyê. Kobanê ji civak û gelên azadîxwaz û xwedî rûmetê re bû hêviya hevgirtinê. Cîhan li derdora vê hêviyê kom bû. Ev hêvî bi pêşengtiya şervanên azadiyê yên Kurd pêk hatibû. Li hemberî gotina Erdogan ku digot; ‘Kobanê ket ha ket’ Kobanê bû remza ‘Kobanê rûmeta cîhanê ye’ Li gorî vê jî di nav rojên salê de roja 1ê Mijdarê weke roja Kobanê hate hilbijartin. Bi berxwedaniya ku li Kobanê pêş ket, rûmeta mirovahiyê, hevgirtina civakan, hêviya avakirina civaka azad, pêkanîna hêza leşkerî û rêveberiyeke hêjayî daxwaza jiyaneke azad pêk hat. Kobanê bi qasî Kurdistanî bû êdî ewqas jî cîhanî bibû. Wateya Kobanê êdî ne parastina bajarekê bû, di şênberiya wî bajarî de parastina ramanê azadiya jinê, demokrasi, jîngehparêzî û jiyana bi rûmet bû.
Di ser re 10 sal derbas bû û di rojên dawî yên sala 2024an de vê carê cihekî din ê Kurdistanê dîsa bi berxwedaniya xwe di rojeva Kurdistan, herêm û cîhanê de cihê xwe digre. Ew jî herêma bi navê Qereqozax û Bendeva Tişrînê ye. Piştî guherîna deshilatdariya dewleta Surî, çeteyên ku ji hêla dewleta Tirk ve hatine gurçûpêç kirin bi aqilê stratejik ên heman dewletê xwestin ji rewşa heyî sud bigrin û êrîşê gelek deveran kirin. Plansaziya van êrîşan di odeyên şer ên dewleta Tirk ve hatin amadekirin. Di encama gelek pevçûnan de niha li ser Bendava Tişrînê şerekî dijwar kêlî bi kêlî diqewime. Şervanên ku xwedî ezmûna berxwedaniya Kobanê ne, li hemberî van êrîşên bêpîvan di nav berxwedaniyê de ne. Ji bo hevgirtina bi şervanan re gelên Bakûr û Rojhilatê Sûrî jî bi awayekî dorveger li bendavê erkên Şerê Gel ê Şoreşgerî bicîh tînin. Ji ber vê çawa ku Kobanê êdî ne parastina bajarekê bû, di heman deme de berxwedaniya Bendava Tişrîn û herêma Qereqozax jî tenê ne parastina qadekê ye. Di nav aloziya Surî de berxwedaniya li vê qadê parastina raman û hilbijardeya jiyanekê ye. Ev fikir û hilbijardeya jiyanê, bi tevahî gel û baweriyên xwe ve hevpariya jiyaneke azad û bi rûmet e. Di encama 12 salên vê rêveberiyê de ferqa herî mezin a vê jiyana bihevre hate lidarxistin. Û di cewherê xwe de tişta tê xwestin têkbirina vê hilbijardeya jiyan û rêveberiyê ye.
Ji Kobanê heta Bendava Tişrîn û Qereqozaxê, xeta berxwedanî bi hev ve tê honandin. Çawa ku li Kobanê serkeftin bû ya gelên azadîxwaz, wê bi berxwedaniya Tişrînê jî parastina vê azadî û rûmetê bê pesendkirin. Em li ku derê dibin bila bibin divê para me jî di vê berxwedaniya çarenûsî de hebe.