Komek rewşenbîr û nivîskarên bi navê “Bangawazên Aştiyê” ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd di 14’ê Kanûnê de li Taksîmê li otelekê civîneke çapemeniyê li dar xistibûn. Piştî civînê daxuyaniyên ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd li tevahiya welat didomin. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Kocaeliyê li Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ya Kocaeliyê ji bo piştgiriyê civîna çapemeniyê li dar xist. Nûnerên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), CHP, Partiya Karkerên Tirk (TÎP), Tevgera Kaldiraç, Platforma Piştevanên KHK’ê ya Kocaeliyê, Komeleya Çanda Elewiyan û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.
‘EV PÊVAJO JI HER DEMÊ GIRÎNTIR E’
Di civînê de ewil li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Kocaeliyê, Serokê TÎP’ê yê Kocaeliyê Umutcan Tarcan axivî. Tarcan diyar kir ku pêvajoya heyî hem di siyaseta Tirkiyeyê û hem jî ya cîhanê de qutbûn û krîza parçebûnê ye û got, “Em di serdemeke ku şer û tundî serdest in. Ev pêvajoya em têde ne ji her demê girîngtir e. Divê em têkoşîna yekbûyî bilind bikin û aştiyê bi xurtir bînin ziman. Bi vê minasebetê em hatin gel hev û em piştgiriyê didin hevalên xwe yên têkoşer ku daxwaza aştiyê anîn ziman.”
BERTEKA LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN ŞER
Hevserokê DEM Partiyê yê Kocaeliyê Nûrî Tan jî diyar kir ku xebatên ji bo çareseriyê girîng in û wiha axivî: “Li Rojhilata Navîn û li Tirkiyeyê bûyerên pir giran diqewimin. Tirkiye li Sûriyê di nava şer de ye, li her derê Iraq, Lubnan, Sûriye û Îsraîlê pirsgirêkên cidî hene. Dibe ku ev rewş li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê bibe sedema guhertina sînoran û koçberiyên curbecur. Lê belê erka me ya herî girîng ew e ku li dijî her cure şer derkevin.”
Seroka Komeleya Dersimê Ruhî Çelîk jî got, “Aştî tê wateya nefesê. Aştî tê wateya mirov li welatekî wêrannebûyî azad bijî. Daxuyaniya banga aştiyê pir berfireh û tijî bû. Em dibêjin aştî û em dixwazin li welatê xwe azad bijîn.”