În, 27 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Derbarê polîsê ku Efe kuşt îdîaname hat amadekirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê serdegirtina malan: 26 binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê Uşakê hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan bi ser Şaredariya Marmarîs de girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Gel êdî li benda gavên şênber e, ne gotinên xweşbîniyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 27’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Helbestvanê Kurd Ehmed Huseynî li Amedê bi merasîmekê hate birêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi şervanên azadiyê re 8’ê Adarê û Newroz

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK:Projeya Yekîtiya Neteweyî gavekî stratejik e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên enternasyonalîst serdana Amarayê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyeyê zarokeke keç hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Newroza Milazgirê de banga ji bo ‘mafê hêviyê’ û azadiyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Trîbunala Jinê ya 2026 li Brukselê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî dîlgirtina li Dêrazorê jinûve li nava refên têkoşînê ye: Serbilind û xurt im

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 3 jinên din jî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên jin ên li Evînê rû bi rûyê xeteriya jiyanî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YPJ’ê peyama ji bo Cejna Remezanê û Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên Rojava li Çemçemalê hêjayî xelatên rûmetê hatin dîtin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Vejîna Kurd de vê hefteyê: Qada Rêbertî û Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di êrîşên DYA-Îsraîlê de Qesra Saadabadê zirar dît

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Ji Kongra Star ji bo tevgerên jinên cîhanê nameya ’25’ê Mijdarê’
Jin

Ji Kongra Star ji bo tevgerên jinên cîhanê nameya ’25’ê Mijdarê’

Kongra Star bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê, nameya piştevaniyê ji şoreşger û tevgerên jinan ên cîhanê re şand.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Komîteya Tifaq û Têkiliyan a Siyaseta Demokratîk a Kongra Star bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê nameya piştevaniyê ji şoreşger û tevgerên jinan re yên cîhanê şand.

Nameya Kongra Star bi vî rengî ye:

“”Di vê roja taybet de dengê jinan ji bo parastina rûmet û mafê xwe yê jiyaneke ewle û azad dibe yek. Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê em bi dengekî tijî têkoşîn û biryardarî ji we re dinivîsin. Em silaveke têkoşînwarî ya kûr ji her jinekê ku li mal, li kolanan û li zindanan û li her deverê li dijî zordariyê li ber xwe dide re dişînin.

Ji Filistîna ku jin li hemberî zordariya dagirkeriyê li ber xwe didin, ta Hîndîstana ku jin ji bo wekheviyê tê dikoşin û ji Sûdana ku jin berdêlê şer û zordariyê didin, ta Îran û Rojhilatê Kurdistanê ku jin tevî zordestiyê ala têkoşin û berxwedanê bilind dikine, ji her jineke şoreşger ku ji bo cîhanek baştir tê dikoşe silaveke tijî şanazî û serbilindî.

Ji mêtingerî û dagirkeriya bi zorê bigire ta koletî û qetlîaman, şîdeta sîstematîk a li ser jinan, çavkaniya xwe ji hişmendiya baviksalar digire. Ji boyê vê jî gereke têkoşîna li dijî vê şîdetê, zihniyeta baviksalarî ya ku dewlet di her astê de xurt dike, were meşandin.

Îro ku bandora vê zihniyetê li cîhanê berfireh dibe. Rejîma baviksalar bi îdeolojiya xwe ya cudaxwaz şerekî taybet li dijî jinan dimeşîne û tevahî destkeftî û mafên wê yên bi têkoşînên domdar bi dest xistine dike armanc.  Armanca ji van hewldanan ew e ku tevgerên jinan tevli pergala heyî bê kirin da ku bê berxwedan û bê rêveberî bibin. Di heman demê de ji bo ku derfetên wan ên ji bo bidestxistina azadiyê tune bikin.

Di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de, jin ji gelek aliyan ve tên amranckirin û hewldanên bêdengkirina wan tên kirin. Armac ji vî şerê yê bi pêşengiya pergala baviksalar ve tê kirin ew e ku rihê berxwedanê yê di hundirê jinan de vemirînin, maf û destkeftiyên wan ji holê rakin.

Şerê Cîhanê yê Sêyem ne tenê şerekî leşkerî ye, lê belê şerekî sîstematîk e ku jiyanê bi hemû wateyên wê dike armanc, çand, xweza û nirxên bingehîn ên mirovahiyê tune dike. Nirxên azadî, aştî, demokrasî, têkoşîna jinan û xwezayê wek dijminekî ku divê ji holê bê rakirin dibîne. Ev şer di bingehê xwe de feraseta jiyana hevbeş, mîrateyên dîrokî û nirxên ku civak li ser hatine avakirin, dike armanc. Weke jin û gel, erka me ew e ku li hember vê şîdeta sîstematîk a ku jiyan, hebûn û hêvî dike hedef, rabin.

Em jinên li Rojavayê Kurdistanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin dirûşma  “Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî xwe biparêze” li ber xwe didin. Li dijî hêzên tarî yên ku hewl didin şoreşa mezin a gerdûnî ya jinan asteng bikin hevgirtin û avakirina mekanîzmeya xweparastin pêwîstiyek in.

Şoreş ne bûyereke awarte ye, belê pêvajoyeke dirêj a têkoşîn û berxwedanê ye ku bê rawestandina wê ne mumkin e. Tevî zext û astengiyan jî şoreşa jinan a li Rojava/Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêş dikeve û mezin dibe. Li dijî şoreşa bi pêşengiya jinan êrişên domdar hene. Bi tyabetî dewleta Tirk a faşîst ku xwe di rêza yekemîn a dijbertiya jinan de dibîne, hewl dide şoreşa azadî û wekheviyê ya jinan ji holê rabike.

Dijimin êrişên hovane pêk tîne ku mîna wê di tu şeran de derneketine. Bi van êrişan hewl dide şerekî topyekunê li ser gelê me û şoreşa me ferz bike. Li herêmên dagirkirî qetilkirin û sitemkariyê li dijî jinan didomînin û bi awayekî sîstematîk jinên pêşeng dikin armanc. Ev êrişên hovane tesaduf nin in, lê belê sîstematîk in. Rejîma Tirk baş dizane ku jin stûnên vê şoreşê ne, lew re bi hedefgirtina jinên pêşeng ên ku sembola berxwedan û azadiyê ne, hewl dide îradeya gelê me û hewldanên wê yên ji bo pêkanîna azadî û wekheviyê lawaz bike. Dijmin hewl didin hemû tiştên ku me ava kirine hilweşînin;  lê em baş dizanin ku şoreşa jinan têk naçe û heta ku armancên xwe biser nexe dê berdewam be.

Ev bang banga nûkirina wêrekî û pabendbûna bi rêya têkoşînê ye.  Ji bo ku dengê jinan her bilind bimîne, werin em mil bi mil li dijî tundiyê torên piştgirî û hevgirtinê ava bikin. Em soz didin ku em ê li kêleka her jinekê bin ku ji bo azadiyê  li dijî zordariyê li ber xwe dide. Em bi her jinekê re ne ku li hemberî astengiyan disekine û daxwaza mafên xwe di civakeke azad û jiyaneke bi rûmet dike.

Em di wê têgihiştinê de ne ku ji bo parastina şoreşa jinan pêwîstî bi xurtkirina rêxistinbûna xweser û mekanîzmayên xweparastinê heye.  Ev kêlî derfeteke dîrokî ye ku em hevgirtineke cîhanî ava bikin ku li hemberî zextan bibe bersiv û bide xuyakirin ku dengê jinan ji hêzên tarî bilindtir e.

Ji bo tevahî jinên şoreşger, ji bo tevahiya jinên ku tevî zordestiyê hê jî bi xeyalên xwe ve girêdayî ne, ji bo tevahiya kesên ku li her derê cîhanê li dijî tundiyê li ber xwe didin, em radighînin ku hûn ne bi tenê ne. Em bi hev re di dîroka têkoşînê de qonaxeke nû xêz dikin. Em ji bo avakirina pêşerojeke azad û bi rûmet dixebitin.

Werin em têkoşînê bidomînin, yekitiya xwe xurt bikin û vê sedsalê bikin sedsala azadî û dengê jinan.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Nobeda berxwedanê ya li Xelfetiyê di roja 18’an de ye
Nûçeya Pişt re Bi hezaran kes li Kobanê ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji Rêveberiya Xweser daxuyaniya têkildarî salvegera hilweşîna rejîma Baasê

Rêveberiya Xweser salvegera hilweşîna rejîma Baasê li gelên Sûriyeyê pîroz kir û ragihand, ku hikumeta…

Ji aliyê Stêrk TV

QSD: 9 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku di berxwedana li dijî dewleta Tirk a dagirker…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 10’Ê NÎSANA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Çiya Kobanê bi fermî dest bi wezîfeyê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Polîsan bi ser Şaredariya Marmarîs de girt

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?