Daxwaza azadiyê ya Kurdan ku bi Newrozê re gihîşt asta herî bilind, li her derê bandorê li pîrozbahiyên bi heybet dike. Yek ji deverên ku Newroz îsal lê bi coş hate pîrozkirin Rojhilatê Kurdistanê bû.
Tevî Serdeştê li gundên Ade û Qelatanê yên Neqedeyê, li gundên Beyrem, Hacîalîkend, Qizilqopî û Kumqela yên Mahabadê, li gundê Eskerava yê Miyanduavê, li gundên Milqirni, Xurdelûkî û Şemse yên Seqizê, li gundê Nêy ê Mêrîwanê, li gundên Wetemêş û Îngîce yên Bokanê, li gundê Zêwe yê herêma Mirgewer a Ûrmiyeyê, li bajarokê Şabad ê Kirmaşanê û gelek deverên din agirê Newrozê hate dadan.
Kurdan heta nîvê şevê li doga agir govend gerandin.