Yek ji destkeftiyên jinan ku bi şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşketiye û hatiye bidestxistin edalet e. Edaleta ku cewhera jinê ye û di nava pençên pergalê de asê mabû, di encama têkoşîna jinan a bi Şoreşa Rojava re li hemberî hemû zehmetiyan pêk hat. Îro jin ji aboriyê heta tenduristiyê, ji edaletê heta perwerde û dîplomasiyê xwedî mafê axaftinê ne.
Di beşa sêyemîn a dosyeya me de; Em ê behsa şêwaza ewlekirina mafên jinan ku bi Mala Jinê re destpê kir û çawa bi Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê re xurt bû.
YEKEMÎN KONFERANSA MALA JINÊ
Mala Jinê konferansa xwe ya Yekemîn di 11’ê Mijdara 2016’an de li bajarokê Rimêlanê lidar xist. Di konferansê de ji Cizîr, Kobanê û Efrînê 135 delege û her wiha nûnerên saziyên girêdayî Tevgera Jinan a Şam, Minbic û Cizîrê jî amade bûn.
Li ser vê bingehê di konferansê de hat destnîşan kirin ku li gorî rêveçûna şoreşê, pêwîste xebat û rêxistinbûna edaleta jinê gaveke din bi pêş ve biçe. Li ser vî esasî, li nav xebatên edaletê, Komîteya Edaleta Jinê hat avakirin. Di Şoreşa Rojava de ku her roj pêşketineke nû lê pêk tê, bi zêdebûna herêmên rizgarkirî re rêxistinbûyîna Komîteya Edaletê ya Jinê têrker nehat dîtin.
RAGIHANDINA MECLÎSA EDALETA JINÊ
Di Konferansa Edaleta Jinê ya di sala 2016’an de hat lidarxistin de, Meclîsa Edaleta Jinê hat ragihandin. Jinên ku pêngavek nû avêtin, ji bo edalet û wekhevî pêk were, demokrasî di nava hukmên qanûnan de pêk were û rêxistinbûyîn belav bibe, biryareke bi vî rengî dan.
2’YEMÎN KONFERANSA MECLÎSA EDALETA JINÊ
Meclîsa Edaleta Jinê di 16’ê Mijdara 2018’an de 2’yemîn Konferansa xwe ya li Cizîrê li bajarokê Rimêlanê bi beşdarbûna 350 delegeyan û nûnerên saziyan lidar xist. Ji bo berfirehkirina asta rêxistinbûna xebatên Meclîsa Edaleta Jinê û hevkarî were misogerkirin û xebateke hevgirtî were meşandin, di 16’ê Mijdara 2018’an de di konferansa 2’yemîn de Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate ragihandin. Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê; Ji 4 beşan pêk tê: Mala Jinê, Dîwana Edaletê, Komîteya Lihevanînê û Akademî.
Rêgezên bingehîn ên Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê ku ji 17 madeyan pêk tê wiha ne:
-Jin di nava Edaleta Civakî de bi awayekî xweser xwe bi rêxistin dikin.
-Di nava edaleta civakî de jin ji sedî 50 xwedî mafê nûnertiyê ye.
– Jin ji bo pêşxistina sîstema edaletê li gorî rêgezên exlaqî û siyasî yên civakê têdikoşin û dixebitin.
– Jinên ku di qadên Edaleta Civakî de dixebitin, pêşengiya avakirina civakeke exlaqî û polîtîk dikin û di pêşxistina wê de cihê xwe digirin.
– Jinên ku di nava sîstema Edaleta Civakî de dixebitin, divê azadiya jinê û jiyana hevpar a azad, jiyana civakî ya demokratîk, jiyana komunal a demokratîk tercîh bikin.
– Derbarê jinên ku di qada Edaleta Civakî dixebitin de, di hemû berpirsyarî, erkdarkirin û cezayan de vîn û nêrîna jinan esas e.
– Jin di nava rêgez û nirxên civaka exlaqî û polîtîk de di lêgerîn û têkoşîna heqîqetê de têgînên kevneşop ên civakê û zîhniyeta dewletê red dikin.
– Parastina mafên jinan ên civakî û takekesî li ser hîmên xurt erkekî mirovî ye.
– Jin li dijî her cure tundî û bertekên civakî yên li ser jinan li hemberî sûcên eşîrî, malbatî û sûcên namûsê têdikoşin.
– Taybetmendiyên cewherî yên jinan wekî wekhevî, hevgirtin, parvekirin, edalet û hwd. faktorên edaleta jinê ye.
– Jin li dijî têgînên desthilatdarî, serdestî, xwedî dîtin, zayendîperestî, zanyarîperestî, olperestî û neteweperestiyê têdikoşin û li dijî pergala desthilatdariyê ji bo pêşvebirina jiyanê rê û rêbazên guncaw bi pêş dixin.
– Jin xwe ji koletiyê diparêze û bawer dike ku parastin û berxwedan mafekî rewa ye.
– Jin li hember ferasetên ku zirarê dide statû û rûmeta wan mîna pere, dewlemendî û milkê têdikoşin.
– Jin li hemberî nêzîkatiyên ku pirsgirêkên jinê weke pirsgirêkeke civakî nayê dîtin têdikoşe û nêzîkatiyên ku jinê biçûk dixîne weke sûcê li dijî mirovahiyê dibîne.
– Wek rêgeza bingehîn divê xebatkarên jin ên di warê Edaleta Civakî de dixebitin bigihîjin asta hişmendiya demokratîk û bawernameyan ji akademiyên Edaleta Civakî wergirin.
– Beşdarî amadekirina qanûnên demokratîk ên li ser jin, zarok û malbatê dibe.
– Jinên ku di qada edaletê de dixebitin, hemû qanûn û peymanên navneteweyî yên ku statûya jin bilind dikin û cih dide pêşengiya wê ya di nava civakê de dipejirînin û ji bo ku wan li gorî qanûnên herêmî bide rûnişkandin, dixebitin.
AKADEMIYA MECLÎSA EDALETA CIVAKÎ YA JINÊ
Perwerde, di cewhera xwe de civakîbûn bi xwe ye. Civakîbûn bi perwerdeyê pêk tê. Dema ku civak xwe ava dike, çand, taybetmendiyên dîrokî û civakî li gorî cudabûna wan ji nifşên nû re tên veguhestin. Dewletê gel û civak xistiye qaliban û li gorî wê teşe daye. Alternatîfa perwerdeya dewletparêz, avakirina akademiyên civakî ye. Bêyî perwerdeyeke alternatîf ne pêkan e ku zîhniyet û qalibên heyî bên guhertin.
Li dijî sîstema ku mirovan ji cewhera wan dûr dixe û heta hestiyê wan dike kole, ji bo ku civak ji nûve bê zanakirin, di bin bana Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, Akademiya Edaleta Civakî ya Jinê ya Şehîd Yadê Aqîde di 13’ê Cotmeha 2020’an de li Rimêlan û Amûdê li ser navê endama Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê Yadê Aqîde ku di dema êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Serêkaniyê de şehîd bûbû hate vekirin.
SIBE: Endama Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Atiye Yûsif sîstema edaletê nirxand.