Çarşem, 18 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rêber Apo: Mîmarî bêyî qanûn û prensîban nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora dawî ya Komîsyonê hate erêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora Komîsyona Meclîsê: ‘Mafê Hêviyê’, ‘Qanûna Taybet’ û Sererastkirina Qeyûm’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Karavana Gelan heya sînorê Kobanê: Ji bo şkandina dorpêçê em bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîsyona Meclîsê ji bo rewşa dawî ya raporê cara dawî li hev civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê şerhê muxalefetê danî ser ‘Pêşnûme Rapora Hevpar’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Divê em dersê ji Fermana 2014’an derxin û tifaqa xwe ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozmen: Heta ku meseleya Kurd neyê çareserkirin demokratîkbûn pêk nayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozdemîr: Bicihanîna mafê hêviyê wê tevkariyê li çareseriya meseleya Kurd bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    10 çeteyên DAÎŞê li herêmên Başûr hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Silêmaniyê ciwanên ku tevlî seferberiya Rojava bibûn, pêşwazî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qeyûm li Wanê hate şermezarkirin: Dawî li desteserkirina îradeyê bînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji TJA’yê deklarasyona 8’ê Adarê: ‘Em avakirina jiyana nû pîroz dikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çarenûsa 25 jinên li Îranê hatibûn binçavkirin ne diyar e 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora TJA’yê: Êrîşên li ser Rojava mîmariya tundiyeke plankirî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî: Çavê gelên bindest li azadiya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin dest bi amadekariyên 8’ê Adarê dikin: Em bi berxwedanê xwe bi rêxistin dikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa jinan a li Bogotayê bi çalakiyên çandî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava strana ‘Cenga Netewî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Estetîka Berxwedanê: Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê deklarasyona 8’ê Adarê
Jin

Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê deklarasyona 8’ê Adarê

Meclîsa Jinan DEM Partiyê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Navenda Giştî civîneke çapemeniyê lidar xist û deklarasyon eşkere kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Sibat 2026 Dema xwendinê: 12 dq.
Parvekirin

Kurdiya daxuyaniyê ji aliyê parlamenter Suemyye Boz, Tirkiya wê jî ji aliyê Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû ve hate xwendin.

Deklarasyona bi sernavê ‘Em bi serhildan xwe berxwedanê, bi berxwedana jî jiyanek azad û wekhev dihûnînin’ bi vî rengî ye:

“Jinên karker ên tekstîlê, li Newyorkê di sala 1857an de ji bo jiyana wekhev û azad , ber xwe dan. Dewlet û sermaye xwestin kû bi qirkirinê vî berxwedanê tune bikin. Lê belê serhildana ku ji wê kargeha tekstîlê bilind bû, bi sedan sale bûye nîşana têkoşîna jinên enternasyonal ên ji bo wekhevî û azadiyê têdikoşin û îro jî ev têkoşîn hê berdewam dike.

Bi nêzbûna 8’ê Adarê, em hemû jinên kû ; ji bo jiyana azad û wekhev têkoşiyane, ji bo vê berdêl dane, hatine qetilkirin û wendakirin, bi rêzdarî bi bîr tînin. Têkoşîna me jinan, têkoşîna Clara, Rosa, Sakîne, Louise, Gonca Kuriş, Nagihan, Arîn Mîrxan, Silham Hasan û Mahsa Aminiyê ye.

Hemû jinên ku îro, ji ber, têkoşîna azadî, wekhevî û sosyalîzmê di girtîgehanda tên girtin, birêzdarî silav dikin. Têkoşîna me jinan, têkoşîna Fîgen Yuksekdag, Ayşe Gokkan, Leyla Guven, Tanya Kara, Nergis Muhammedî, Pexşan Ezîzî ye û di şexsê wan de têkoşîna bi hezaran jinên di girtîgehan de ye.

Îsal di 8’ê Adarê de; Bi mîrateya berxwedana jinên ku li hemberî sîstema mêrserwerî ya bi hezar salan serê xwe netewandine, li hemberî tarîtiya ku me dorpêç kiriye, rêya têkoşîna hev dû ronî dikin.

Em li hemberî şer, îstismar, talan, xizaniyê û siyaseta dijminatiya li ser jinê serî radikin!

Bi gotina ‘Em hebûn, em hene û em ê hebin’, re dîroka, nihaya û pêşeroja jiyana azad û wekhev in! Li vê erdnîgariyê, bi gotina ‘an jiyan an jî barbariya kapîtalîzmê’ em li her derê ne!

Di serî de li Rojhilata Navîn û li çar aliyên cîhanê, êrişên sîstema kapîtalîst a mêrserwer, netewdewlet û rejîmên hukûmetên çeteyî, kû yên li ser nasname, çand, bawerî, ked û bedena jinê didomînin em qebûl nakin.

Di şerê Îsraîlê yê li ser Filîstînê de, jinên Filîstînî yên ku di hedefa qirkirinê de ne, ne tenê ne. Hemû cihan bigihîje hev jî li hemberî jinên Filîstînî, bi êrişên xwe yên zayendî, ew ê nikaribin rûyê berxwedanê yê jinan ji holê rakin. Em bi jinên Afganî re ne ku li dijî zilm û zordestiya herî giran a zayendî ber xwe didin. wexta kû tarîtiya tundî û newekheviyê li her derê kûr dibe, hêza berxwedan û piştevaniya me jî bilindtir û bihêztir dibe.

Ew jinên ku li Îranê, li hemberî rejîma molayan bi hêrs dibêjin ’em ê jiyanê ji nû ve bistînin’, ew jinên ku li kolan û li girtîgehan li ber xwe didin re; em bi felsefeya me ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’û bi têlên porê Jîna Emînî em serhildana xwe dihûnînin. Rejîma molayan a dijminê jinan nikare demê paş ve bibe, li Îranê serdema jin û gelan wê bi ser bikeve.

Li Sûriyê jinên Elewî, Dûrzî, Suryanî, Xiristiyan, Tirkmen, Kurd û Ereb ku di bin lepên zayendperestî û nijadperestiyê de dixwazin bên qetil kirin; li hemberî hemû çeteyên mêrserwer û rejîmê, em dibin dengê jinên ku ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk têdikoşin.

Em îlhama xwe ji jinên Rojava digirin ku çeteyên DAIŞ’ê ji holê rakirin, li Rojhilata Navîn sîstemên mêrserweriyê serûbin kirin û şoreşa jinê ava kirin. ew şoreşa jinê ye ku nîşanî hemû cihanê da; Şoreşa gelên Rojava de wekhevî, azadî, aştî û jiyaneke din di van axanda pêkan e.

Banga me ji HTŞ’ê û hêzên kapîtalîst ên ku ji bo teslîmgirtina şoreşa jinê êriş dikin re ye; em dibêjin li her derê em Rojava ne, Rojava em in. Ew pergala mêrserwer ya ku dixwaze jinê bê nefes bihêle re em dibêjin; Rojava dilê me hemû jinan e, cîhana wan e.

Em ê rê nedin fetwayên bêehlak ku bedana jinê weke xenîmet dibîne û lê îşkence dike, keziyên jinan jê dike. Em, ew jinin ku bi honandina berxwedana xwe ji hevdu re bûne sîper. Hişmendiya kû ji keziyên me ditirse, bi girtin û binçavkirinan helbet nikare piştevaniya me bi jinên Rojava re rawestîne. Bi hêrsa xwe, bi serhildana xwe û bi piştevaniya jinen re, em hê jî dîwarên desthilatdaran hildiweşînin.

Di vê 8ê Adarê de; ew labirenta şer a li Rojhilata Navîn de em rêya aştî û demokrasi bi gotina xwe bi tekoşîna xwe bi qewîn kirina aqubeta hevdu re em ê bibînin. Ew neyarên jinan ku di serî de li Rojhilata Navîn û du re li hemû cîhanê bi şer û talanê rêve dibin, nas dikin û rûyê wan ê kirêj eşkere dikin. Rûyê rastî yê pergala kapîtalîst a mêrserwer, wekî kujera mêr a hezar salî, bi dosyayên Epsteînê careke din derket holê. Em,ew kesên bi şer xwe têr dikin, kujer, îstîsmarkar û me ji jiyan û axa me didizin, baş nas dikin.

Doza Epsteinê, ne kemasiyeke di nav pergalê de ye, ne jî sûcekî takekesîye. Ew yekbixwe ya vê pergala riziyayî û xerab e. Rastiya pergala mêrserwer, kujer, mafya, çete ye ku tenê di bin erdê de nîne. Ev rastiya kujerî û îstismarkariya pergala mêr-dewlet-sermaye, ya li hemberî jin û zarokan e. Hişmendiya kû Narîn Guran qetil kir li her derê ye. Tehemula me ji hişmendiya we ya ‘tiştek nabe bi min re’ û polîtîkayên we yên bêcezahiştinê re nemaye.

Em rûyê rastîn ê vê pergalê eşkere dikin û em bangawazî dikin werin di 8ê vê adarê de ji bo ronîkirina tariya li ser jin û zarokan, em hesap ji wan bipirsin.

Em pergala desthilatdariyê ya ku sala 2025an weke sala malbatê îlankiriye û roj bi roj jinan tune dihesibîne, nas nakin. Em dest ji Peymana Stenbolê û deskeftiyên xwe bernadin. Bêyî ku bêjin şev an jî roj, bi hêrsa xwe li tax û sikakan, em bihevrebûn û hevgirtinê dihûnînin.

Li vî welatê ku jin her roj tên qetilkirin, ji bo jiyana xwe, em jin têkoşîna xwe digihînin hev. Li dijî şer aştiyê, li dijî talankeriyê xwezayê, li dijî hişmendiya tunehesibandinê hebûna xwe, keda xwe, vîna xwe, laşê xwe, em tev bi hev re diparêzin. Em jin li vî welatî bi têkoşîna xwe, aştiya birûmet, jiyana gelan ya azad û wekhev ava dikin. Em li ser vê axê bi dehan salaye tekoşîna aşitiyê dimeşînin. Hemu desthilatdaran di şuna rêbaza çareseriya demokratikde bi hilbijartına inkar u politikayên şer, lime li jiyanên me wekî kur buyina Eş û birîna vegeriya. Em jin bi hêza piştgırî û tekoşîna hevdu re hewil da kû birine xwe sax bikin.

Banga Aştî û Civaka demokratîk ya birêz Ocalan ya 27ê Sibatê, rêya çareseriya birînane ku ji ber şer li vî axê vebûne, banga pêşeroja gelan a hevpar e ku bi hevdu re hatiye honandin. Siyaseta aştiyê û îrada wê ye. Beşdarbûna banga wêrek a ji bo çareseriyê, ji bo me jinan têkoşîna bi hêvî li pêşerojê nêrînê ye ku her diçe em kurtir hîs dikin. Ji bo avakirina aştiyê, azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan û xwedî derfetê xebatê bûyîn, garantiya çareseriya pirsgirêka Kurd ya bi rêya demokrasiyê ye. Di 8ê vê Adarê de em ê li dora hêvî û aştiyê kom bibin.

Siyaseta qeyûm ya ku pergala me ya hevserokatiyê hedef digire û polîtîqayên şerê taybet ku jiyana jinên ciwan didize Em ê bi têkoşîna xwe ji holê rakin. Ji bo bîranîn û mafê bi hezaran jinên ku wekî Denîz Poyraz, Rojîn Kabaiş, Durdona Xokîmova, Gulistan Doku, Elev Koç hatine qetilkirin û winda kirin, me dev ji hesab pirsîna bernedaye, em ê dev jê bernedin. Li her qada ku em lê ne, em ê bi serhildana xwe bibin tirsa vê pergala dijminê jinan.

Li dijî ew merserweriya ku bi Polîtîkayên nefreta sazumanî ve li hemberê mafê jiyana LGBTİ+ an benda dihonin, rawestandina wî parastina Jîyanê ye. Li dijî qanûnên tûrikî, gotinên binefret û tundiyê, em jiyana xwe bi hebûna xwe nas dikin. Di vê hevgirtinê de yek ji me kêm bimîne, nabe.

Têkoşîna jinên astengdar, têkoşîna li hemberî nîjadperestî, zayendperestî û saxlemperestiyê ye. Em dixwazin serhildan û çoşa 8ê Adarê, bi çoş û serhildana jinên astengdar re bigihînin hev. Ji bo bihîstina dengê hev, em bang dikin, werin em bibin dengê hev.

Li hemberî xîzaniya jinan em hemû bi hev re serî radikin. Li hemberî di her qeyranê de fatorê li keda jinan tê birîn û ji qepa nanê wan tê dizîn, bi vî yekê bêhna me teng e. Bi serketina ew grevên jinan kû di dorpeça tundiya sermaye û desthilatdaran; ewê bibe derdê vê pergalê. 8ê vê Adarê ew ê hemû der bibin qadên berxwedan û grevên jinan.

Em dizanin çareserî di berxwedana jinan a bi israr de ye;

* Ji bo welatekî berdêla gihîştina nanî ne mirin be, jiyaneke birûmet be,

* Ji bo mafê jiyana me bi nefretê ji me neyê stendin, tevî cudahiyên xwe em bibin garantiya mafê jiyana hevdû,

* Ji bo li hemberî pergala dadgehê ya qetilkirina jinan bê ceza dihêle û kujêran paqij dike, fikra qetilkirina jinan jî weke şerma mirovahiyê bê dîtin,

* Ji bo welatekî ku cihê patarastina azadiyê ne girtîgeh, bi azadî nêrîna ber bi ezman be,

* Ji bo ware kî jinan ya komareke demokratîk em 8ê Adarê li qadan in.

Di 8’ê vê Adarê de; Bi serhildanê em berxwedanê, bi berxwedanê jî jiyana wekhev û azad dihûnin. Jin Jiyan Azadî. Bijî hevgirtina jinan.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Komîsyona Meclîsê ji bo rewşa dawî ya raporê cara dawî li hev civiya
Nûçeya Pişt re Ji Karavana Gelan heya sînorê Kobanê: Ji bo şkandina dorpêçê em bi rê ketin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Armanc fêrkirina çand û exlaqê Kurdewarî ye’

Mamoste û xwendevanên Akademiya Şehîd Serhed bilêv kirin ku armanca wan fêrkirina çand û exlaqê…

Ji aliyê Stêrk TV

Eren: Divê dewlet jî weke aliyê Kurdan pêngavan biavêje

Parlamenter Serhat Eren anî ziman ku aliyê Kurdan pêngavên ku pêşiya Tirkiyeyê vekin, avêtin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Polîsan êrîşî girseya ku êrîşên li ser Rojava protesto dikirin kirin: 50 kes hatin binçavkirin

Polîsên Tirk êrîşî girseya ku li qada Şîşhane ya Stenbolê êrîşên li ser Bakur û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Rêber Apo: Mîmarî bêyî qanûn û prensîban nabe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji Karavana Gelan heya sînorê Kobanê: Ji bo şkandina dorpêçê em bi rê ketin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jinek li Silêmaniyeyê hate kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Lêkolîna SAMER’ê: Ji bo perwerdeya Kurdî daxwazek xurt heye, qada bikaranînê teng dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?