Pêncşem, 4 Îlon 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Halîde Turkoglû: Em ê aştiya bi rûmet bi pêşengiya jinan ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana 3 girtiyan hate astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Saritaş: Pêvajoya çareseriyê bêyî plana stratejîk nameşe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 4’Ê ÎLONA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    CHP’ê serlêdana îtîraza qeyûmê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên li Girtîgeha Dûmlûyê ya li Erziromê wê dest bi greva birçîbûnê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Mehmet Sîncar di salvegera 32’emîn a qetilkirina xwe de hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fûad Bêrîtan: Kurdistan ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn firsendek e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Bêrîtan Amed û Çiya Rizgar li Qendîlê hatin veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana şîna Şehîd Ronî Xezal kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana konê sersaxiyê yê gerîlaya YJA Starê Fatma Kaya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karak ê ku 30 sal in girtî ye li şîna kurê xwe bi kelepçekirî hat rawestandin 

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Tevgera Şemiya Mor: Erdhejê xanî, Talîbanê jî hêvî hilweşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin têkildarî tundiya psîkolojîk û aborî têne agahdarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin aştiyeke çawa dixwazin?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê li dijî qetilkirina jinan banga xurtkirina têkoşînê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Em evîndara azadiyê, fermandara fedayî ya Apoyî Bêrîtan Amed bi rêzdarî bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Îştarê biryarên darvekirinê yên li ser jinan şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Engîn Sever: Di festîvalê de em ê îradeya xwe nîşan bidin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengbêj Silêman Şirnexî koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 33’emîn a Çanda Kurdî ya Navneteweyî 13’ê Îlonê li Dortmundê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Hunera Kurdî ya li Belçîkayê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê bi hezaran kes li hev kom bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kopenhagenê Festîvala Çand û Hunerê ya Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Ji Newroza gerîla peyam: Yekane kesê me îkna bike Rêber Apo ye
Kurdistan

Ji Newroza gerîla peyam: Yekane kesê me îkna bike Rêber Apo ye

Newroza 2025’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi merasîmeke leşkerî ya bi heybet hate pîrozkirin. Yek ji fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG’ê Amed Malazgirt got, “Tenê Rêber Apo dikare wan milîtanên fedayî îkna bike; ji bo vê jî divê azad bibe."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Adar 2025 Dema xwendinê: 13 dq.
Parvekirin

Newroza 2025’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi merasîmeke leşkerî ya biheybet û bi coşeke mezin ya gerîlayan  hate pîrozkirin. Di merasîma leşkerî de yek ji fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG’ê Amed Malazgirt axivî û derbarê pêvajoya nû de peyamên pir girîng perve kirin.

 

‘PKK PARTIYA NEWROZÊ YE’

Gerîlayê fermandar û endamê Biryargeha Navendî ya HPG’ê Amed Malazgirt di destpêka axaftina xwe de Newroza sala nû di serî de li Rêber Apo pîroz kir û silav û hurmetên xwe ji bo Rêber Apo dan diyarkirin. Her wiha Malazgirt Newroza 2025’an li gelê Kurd, Kurdistanî û dostên wan, berxwedêrên zîndanan û dayikên şehîdan pîroz kir û bi van gotinan axaftina xwe domand: ”Ji bo hinek gelan Newroz tê wateya roja nû, lê ji bo gelê Kurd wateya Newrozê berxwedanî ye, şikandina ruhê koletiyê ye, avakirina jiyaneke serbilind a azad e. Di zindanên dewleta Tirk de rêheval Mazlûm Dogan di bin êşkenceyeke pir mezin û giran de bi sê darikan Newroz pîroz kir û ruhê berxwedaniyê li çar aliyên Kurdistanê wekî çandekê belav kir. Dîsa rêhevala Zekiye, rêhevala Rewşen û bi dehan hevalên wekî wan agir berdan canê xwe û Newroz bi bedena xwe pîroz kirin. Li ser vê ruh û xisletê tevgera PKK’ê xwe ji agir ava kir, bi ruhê Newrozê, bi berxwedaniya Newrozê PKK’ê tekoşîneke dijwar da meşandin. Jixwe dema Rêber Apo gav avêt, di roja Newrozê de biryar da ku PKK’ê ava bike. Lewra PKK partiyeke Newrozê ye. Her wiha tekoşîna heta niha hatiye meşandin bi ruhê Newrozê yê bicoş hatiye meşandin.’’

‘RÊBER APO XWEST ÇARESERIYA SIYASÎ PÊŞ BIKEVE’

Fermandar Amed Malazgirt di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser ruhê xurt ê PKK’ê û ev yek anîn ziman: ‘’Ev du meh in bi pêşengtiya Rêber Apo tekoşîneke nû ket rojevê. Rêber Apo li zîndana Îmraliyê li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê tekoşîneke pir mezin da, li ber xwe da, her wiha dewleta Tirkiyeyê neçar ma ku li hemberî vê berxwedaniyê bi Rêber Apo re hinek hevdîtinan pêk bîne. Di vir de armanca dewleta Tirk a bingehîn tasfiyekirina PKK’ê bû, tunehesibandina gelê Kurd bû. Lê li hemberî tekoşîna Rêber Apo û PKK’ê dewleta Tirk nekarî bi ser bikeve û nekarî PKK’ê tasfiye bike.’’

Amed Malazgirt piştre bal kişand ser hewlên Rêber Apo yên têkildarî çareseriya siyasî û got: ‘’Rêber Apo her dem aligirê çareseriya sîyasî bû, lê ji ber înkara gelê Kurd ku wekî konseptekê derketibû holê, Rêber Apo ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd çareseriya çekdarî wekî pêwistiyekê dît, li ser wî esasî PKK di destpêkê de wekî hêzeke çekdarî derket pêş. Li hember polîtîkayên înkar û îmhayê yên dewleta Tirk şerên pir dijwar hatin meşandin. Di salên 1990’î de PKK gihişt merheleya xwe ya herî bihêz. Lewra dewleta Tirk anî ser rêya çareseriya siyasî û bi navbeynkariya hindek hêzan re çareseriya siyasî kete rojevê. Her wiha Rêber Apo di sala 1993’yan de gavên agirbesta destpêkê avêtin û di heman demê de Rêber Apo tiştên ku îro dibêje hê di wan deman de anîbûn ziman. Lê di wê demê de Rêber Apo rûxmî ku di nava hewldanên gavavêtinên erênî de bû jî rayedarên Tirkiyeyê ji bo li hemberî PKK’ê şer bikin, xwe amade dikirin. Di sala 1994’an de şerekî dijwar di navbera PKK’ê û dewleta Tirk de rû da, lê ev jî bê encam ma û dewleta Tirk wekî cara din dîsa neçarî agirbestê bû.’’

Fermadarê gerîla Amed Malazgirt di axaftina xwe de bi taybet li ser xisleta komploger ya dewleta Tirk sekinî û da diyarkirin ku di sala 1996’an de jî hewldana dewleta Tirk ya suîkastkirinê ya li hemberî Rêber Apo çêbû. Her wiha fermandar Amed Malazgirt bal kişand ser pêvajoya sala beriya Komploya Navneteweyî û wiha anî ziman: ‘’Di sala 1998’an de dewleta Tirk ji Rêber Apo re nameyek rêkir û got ku pir xwîn rijiya, divê ev mesele bi rêya çareseriya siyasî bê çareserkirin. Dîsa Rêber Apo gava pêwist avêt. Lê di encamê de di sala 1999’an de Komploya Navneteweyî ku bi esareta Rêber Apo ve bi dawî bû, pêk hat. Lê ruxmî wê yekê  jî Rêber Apo ji bo Kurd û Tirk heta hetayê nebin dijminê hev gavên aşîtiyê avêtin. Hêzên gerîla kom bi kom vekişiyan. Lê di wê pêvajoyê de dîsa dewleta Tirk kete nava rêbazên xapandin û xefikan û bi sedan hevalên me di wê merheleya paşvekişînê de şehîd bûn. Dîsa PKK’ê ji bo ku biryara Rêber Apo ser bikeve, pêvajo xirab nekir û nekete nava şer, lê dewleta Tirk her gavekê Rêber Apo bi komployan bersivand.’’

‘DEWLETA TIRK DI ŞERÊ DAWÎ DE BIN KET’

Amed Malazgirt piştî nirxandinên xwe yên têkildarî pêvajoyên agirberstê ji bo pêvajoya nû ev yek anîn ziman: ‘’Di hevdîtinên 2013’yan de di navbera Rêber Apo û dewleta Tirk de ji bo çareserkirina pirgirêka Kurd li hevdû kirin. Ev di raya giştî de jî teyîsî. Lê dewleta Tirk bi heman rêbaza ku di sala 1993’yan de pêk anî, nêzî pêvajoyê bû. Dîsa hat dîtin ku serfermandarên artêşa Tirk, rayedarên dewletê çûn gel NATO’yê. Serî li dewletên Ewropayê dan. Hinek çek, hinek teknîk bi dest xistin, xwe ji şerekî pir mezin re amade kirin. Di sala 2015’an de bi dijwarî li qada hewayî êrîş bi ser hêzên me de anîn. Ji pêvajoya sala 2015’an heta îro di navbera me û dewleta Tirkiyeyê de şerekî dijwar hat meşandin. Dewleta Tirk di wê baweriyê de bû ku ew ê PKK’ê bi teknîkê tune bike, lê di encama şerê herî mezin ê deh salên dawî de jî PKK xilas nebû. Dewleta Tirk ev deh sal in tu encam ji vî şerê xwe negirtiye, berovajî vê yekê qels bû. Di aliyê aborî de pir lawaz ket, aliyê leşkerî de ser neket. PKK’ê hinek berdêl dan, berdêlên me hinek giran jî bûn, lê em bi ser ketin.’’

‘RÊBER APO BAREKÎ DÎROKÎ HILGIRT’

Fermandarê gerîla Amed Malazgirt di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser gotinên Bahçelî û hevdîtinên ku bi Rêber Apo re pêk hatine û got: ‘’Rêber Apo ji PKK’ê re nameyek şand û got ku PKK xwe fesih bike, şer neke, bingehê ku di kîjan zûrifan de şer bê kirin danî holê. Piştî banga Rêber Apo rêveberiya PKK’ê bi erênî bersiv da û got, em weke PKK’ê bi biryarên Rêber Apo re ne.’’

Amed Malazgirt piştre bal kişand ser bersiva Rêber Apo ya ji bo banga Devlet Bahçelî û ev tişt bilêv kir: ‘’Banga Devlet Bahçelî ji aliyê Rêber Apo ve hat bersivandin. Em niha ji Devlet Bahçelî pirs dikin ku di pratîkê de we çi gav avêtin? Em niha dewletê ji nêz ve dişopînin. Ev zêdetirî 15 rojan e ku ji aliyê dewletê ve ti peyameke erênî nîne. Ango Rêber Apo barê ket ser milê xwe yê dîrokî rakir. PKK’ê jî bi erênî bersiv da. Navenda Parastina Gel jî li gorî bersiva PKK’ê biryara çalakiyên xwe da rawestandin. Heta niha wekî hêzên leşkerî li hember dewleta Tirk ti çalakiyeke me ya plankirî pêk nehatiye.’’

‘PIŞTÎ AGIRBESTA PKK’Ê DEWLETA TIRK ÊRÎŞÊN XWE ZÊDETIR KIRIN’

Amed Malazgirt di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt ragihand: ‘’Mirov dema dewleta Tirk dişopîne niyetên wan ên xirab dibîne. Di vî warî de wekî hêzên leşkerî divê em hişyar bin. Lewra piştî PKK’ê agirbest îlan kir û şûnve êrîşên dewleta Tirk hîn zêdetir bûn. Bi balafirên şer êrîş dikin, bi top û tang êrîş dikin, balafirên keşfê 24 saetan li ser qadên me digerin. Di encamê de giştî hevalên me, kî çi dibêje, dewlet çawa nîqaş dike, dewlet ji bo PKK’ê çi dibêje, em bi van re pir peywendîdar nînin. Em Rêber Apo esas digirin, Rêber Apo guhdar dikin, axaftinên Rêber Apo esas digirin û ji gotinên Rêber Apo divê em çi fêm bikin, dixwaze çi bibêje, divê em Rêber Apo guhdar bikin. Ji bo me esas Rêber Apo ye. Kesê ku ev tevger ava kiriye, Rêber Apo ye. Yê biryara fesihkirina PKK’ê û çekdanînê bide, Rêber Apo ye.’’

Amed Malazgirt li ser pratîkên dewleta Tirk jî wiha got: ‘’Lê dewleta Tirk xwe pir bi aqil dibîne, dîrok dide pêşiya me. Dibêje bila PKK çekên xwe deyne, demildest biçe kongreyê û xwe fesih bike. Ango dixwaze çi bêje; jor de me bişopîne, dema kombûyinek jî çêbû, dixwaze tune bike. Em çima vê dibêjin. Em ji êrîşên dewleta Tirk digihîjin vê encamê. Hîn jî li qadên me êrîş nesekinîne. Ûslûba dewleta Tirk a li hemberî me hîn jî neguheriye. Her wiha heta dewleta Tirk zîhniyet û ûslûba xwe negûherîne, li gorî pêvajoya nû xwe saz neke, wê di navbera Kurd û Tirkan de çawa aştî çêbibe. Li Kobanê malbateke welatparêz ku ti peywendiya xwe bi çekan re nebû, bû hedefa artêşa Tirk û ji malbatekê 9 kes hatin şehîdxistin. Heft ji wan zarok bûn, zarokê herî biçûk çar mehî bû. Niha gelê Kurd şîrove dike, bi vê zîhnîyetê re, bi vê dewletê re, di bin van komkujiyan de em ê çawa bibin xwişk-bira. Gelê Kurd jî ne gelê berê ye. Polîtîk û siyasî ye, bi tanzîm in, her tiştî dibînin, şîrove dikin.’’

‘YÊ BIKARIBE MILÎTANÊN FEDAYÎ QANIH BIKE, TENÊ RÊBER APO YE’

Amed Malazgirt di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: ‘’Bi kurtahî em dewleta Tirk û gavên wê ji nêz ve dişopînin. Her wiha em ti caran xwe sist nakin û em li benda bersiva Rêber Apo ne. Ger biryarên stratejîk ên weke çekdanînê bên dayin, derveyî Rêber Apo kes nikare wê biryarê di nava PKK’ê de bide. Ev PKK’ê çawa dibînin? Dewleta Tirk ger jidil nêz dibe, ger dixwaze di nava gelê Kurd û Tirk de aşîtî çêbe, heta dixwaze di nava dewletê de lihevhatinek çêbibe, pêwist e jidil gavan biavêje. An jî derveyî vê û heta Rêber Apo amade nebe, ti kesek ne di kongreyê de ne jî ti dereke din nikare biryarên wiha stratejîk bigire, PKK’ê fesih bike û çeka deyne! Ji bo PKK xwe fesih bike û çekan deyne divê derfet ji bo Rêber Apo bên avakirin. Gelek milîtanên fedaî ji Rêber Apo bawer kirine û tevlî bûne hene, hinek tiştên pê ne îqna ne hene. Em jî di hinek mijaran de ne îqna ne, civak jî hîn nehatiye îqnakirin. Kesê ku wan îqna bike Rêber Apo ye, her wiha divê Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad bibe. Heta Rêber Apo azad nebe, gelê Kurd dê tekoşîna xwe berdewam bike.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Newroz ji bo me mezinkirina têkoşînê ye’
Nûçeya Pişt re QSD’ê bîlançoya şer a 24 saetên dawî eşkere kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hejmara komîsyona ku wê li meclîsê were avakirin zelal bû

Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş ragihand ku komîsyona li meclîsê were avakirin ji kijan partiyan û…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk li Minbicê 20 hektar zevî şewitand

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi armanca zevî bişewitin gundên Minbicê topbaran kirin,…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 15’Ê NÎSANA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Mehmet Sîncar di salvegera 32’emîn a qetilkirina xwe de hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Fûad Bêrîtan: Kurdistan ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn firsendek e

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şehîd Bêrîtan Amed û Çiya Rizgar li Qendîlê hatin veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bi girseyî serdana şîna Şehîd Ronî Xezal kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?