Yekşem, 8 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Polonyayê di êrişa çekdarî de 9 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Piraniya kesên ji Ewropayê têne dersînorkirin Tirkiyeyî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 8’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatan aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Zarokên min rêyeke birûmet meşiyan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Ev pêvajo ya me hemûyan e, divê em berpirsyarî bigirin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Meşaleyeke azadiyê ya li bin siya çiyê dibiriqe: Şehîdd Agirî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tuncer Saglam wê sibê bi merasîmeke girseyî were veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YCK-KURD ji bo kongreya damezrandinê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Gelê Kurd dîroka xwe dinivîse

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sine şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê ji bo yekîtiya neteweyî û parastina statuya Herêma Kurdistanê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji Meclisa Jinan a Nûda û Frauenkollektive şahiya hevpar a 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan sempozyuma ‘Bîra Civakî û Travmayê’ li dar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li dijî êrîşên zayendî meşiyan: Xweparastinê berfireh bikin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li dijî tiryakê peyama têkoşînê dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê banga 25’ê Mijdarê: Bi hêza xwe û îradeya azad niha dema jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê starta 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulten Kaya: Huner bi tevlîbûna li nava jiyanê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Roja Yekîtiya Gelan’ a li Rûsyayê rengîniya çanda Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Festîvala şano ya şehîd Arîn Şano neynika civakê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Xelkê Wanê: Dora dewletê ye ku gav bavêje
Kurdistan

Xelkê Wanê: Dora dewletê ye ku gav bavêje

Xelkê Wanê diyar kir ku destê ku Rêber Apo ji bo aştiyê dirêj kiriye, destê gelê Kurd e û gotin, her kes aştiyeke bi rûmet û mayînde dixwaze. Xelkê Wanê destnîşan kir ku ji bo bersiva banga Rêber Apo, dora dewletê ye ku gav bavêje.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Adar 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Di demên dawî de bajarê Wanê bi çalakiyên civakî yên li dijî bêhiqûqiyan, bûye bajarê Serhildanê. Li Wanê gel li benda dewlet û desthilatdariyê ye ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gavên şênber bavêje.

Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî 2’yê Cotmeha 2024’an li meclîsê çû cem koma DEM Partiyê û piştre di civîna koma meclîsê de ev bang kir: “Bila Ocalan were li meclîsê baxive.” Têkildarî vê pêvajoya ku destpê kir, raya giştî li benda gavên şênber e.

Feyzî Dînç (70) ê li Wanê dijî, diyar kir ku gelê Kurd her tim alîgirê aştiyê ye û ev bang kir: “Weke gelê Kurd me di tevahiya dîrokê de, her tim xwestiye bi cîran û dostên xwe re di nava aştiyê de bijîn. Me ti carî dijminatiya ti kesê nekiriye, lê gelek dijminatiya me hatiye kirin. Kurdan jî destê xwe dirêj kir, lê li hemberî wan kes nîne ku vî destî bigire. Dewlet divê demildest rûne û bi Kurdan re vî karî çareser bike.”

‘AŞTÎ CIDIYET Û SAMÎMIYETÊ DIXWAZE’

Welatiyê bi navê Îlhan Gunay (42) destnîşan kir ku banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê mîladek e û ev tişt bilêv kir: “Li Tirkiyeyê ev demek dirêje gel li benda vê aştiyê ye. Dibe ku di dema Ozal de çênebû. Ocalan bersiveke cidî û erênî da banga Bahçelî û xwest rêya aştiyê heta dawiyê veke. Li aliyê gelê Kurd bersiva Banga Bahçelî heye, lê li eniya Tirkiyeyê sankî bersivek tune ye. Aştî cidiyet û samîmiyetê dixwaze. Li welêt gladoyoyên ku ji şer tîmar dibin, hene. Ocalan dibêje, zemînê demokratîk û hiqûqî girîng e, lê hîna ji aliyê dijber bersivek nîne. Kurd li benda gav avêtinê ne.”

Ahmet Ertal (65) ragihand ku aştî ji bo her kesê bi sûd e û wiha got: “50 sal in ev şer dewam dike. Kurdan ev welêt bi Tirkan re ava kir. Lê niha li welêt muameleya heft biyaniyan li me tê kirin. Gorên bav û kalên me li Çanakkaleyê ne. Divê demildest dewlet gavên aştiyê bavêje.”

Welatê bi navê Musa Yaran jî anî ziman ku dewlet divê gav bavêje û got, “Ocalan banga çek berdanê kir û li her derê jî bersiv hate dayîn. Yanî di vê rewşê de Ocalan ji bo aştiyê, wezîfeya xwe pêk anî, dora dewlet û desthilatdariyê ye. Ew jî divê ji bo aştiyê gav bavêjin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Newroz ji bo me mezinkirina têkoşînê ye’
Nûçeya Pişt re Ji Newroza gerîla peyam: Yekane kesê me îkna bike Rêber Apo ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Desteya Rêveber û Berdevka YRJ’ê diyar bûn

Meclîsa Yekîtiya Çapemeniyê ya Jinê (YRJ) piştî kongreya xwe ya 5'emîn civîna xwe ya destpêkê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo kongreya asayî ya CHP’ê pêvajoya komkirina îmzeyan destpê kir

Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel ragihand ku ji bo kongreya asayî pêvajoya îmzeyan destpê…

Ji aliyê Stêrk TV

Bayindir: Divê desthilatdarî bi xemsarî nêzî bangê nebe

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir bang li desthilatdarî û muxalefeta siyasî û civakî kir…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Polonyayê di êrişa çekdarî de 9 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Meşaleyeke azadiyê ya li bin siya çiyê dibiriqe: Şehîdd Agirî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Piraniya kesên ji Ewropayê têne dersînorkirin Tirkiyeyî ne’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Tuncer Saglam wê sibê bi merasîmeke girseyî were veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?