Sêşem, 20 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Qoserê banga îstîfayê li Zeynî Îpek ê ku ji DEM Partiyê hatiye dûrxistin hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TUAY-DER’ê bertek nîşanî paşxistina berdana girtiyan da: Girtiyan serbest berdin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê qanûna çarçoveyî bikeve meriyetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nîhat Bertan ê piştî 31 salan hate tehliyekirin: Em xwedî li pêvajoyê derbikevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koçyîgît a ji DEM Partiyê: Divê mexdûriyeta gel were çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê, xwest ku şaredarî ji bo zimanê Kurdî serî li wezaretê bide

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Bane hêzên rejîma Îranê zarokek binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê banga ‘Kurdî’ li hikûmeta Şamê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Rejîma Îranê herêma Mêrîwanê bombebaran kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevkê YBŞ’ê: Em di mijara entegrasyonê de cidî ne, divê Iraq jî wisa be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê goristana ku bi salan qedexe bû hatiye xerakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwar Awdanan: Dijberên demokrasiyê, ji entegrasyona demokratîk ditirsin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meral Çîçek: Divê Jineolojî ji bo pirsgirêkên civakî çareseriyên şênber biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bermal Çem: Jineolojiyê jinên ji gelên cuda li dora azadiyê gihand hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK’ê ji bo Werîşe Muradî bang kir: Li hemberî darvekirinê bêdeng nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz: Jineolojî hişt ku em kokên têkoşîna xwe fêm bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Delegasyona Konferansa Jineolojiyê: Li dijî darvekirinên li Îranê dengê xwe bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Ji PAJK’ê peyama 8’ê Adarê: Em ê ji banga dîrokî re bibin bersiv
Jin

Ji PAJK’ê peyama 8’ê Adarê: Em ê ji banga dîrokî re bibin bersiv

Koordînasyona PAJK’ê diyar kir ku 8’ê Adarê bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk tacîdar bûye û destnîşan kir ku ew ê berpirsyariyên vê pêvajoyê bi cih bînin; li ser navê azadî, demokrasî û aştiyê têkoşînê mezin bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Adar 2025 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê peyam weşand.

Peyama koordînasyonê bi vî rengî ye:

“Dema em biharekî nû bi coşa 8’ê Adarê pîroz dikin, em ji Rozayan heta Clarayan, ji Sarayan heta Asyayan hemû şoreşgerên jin ku di oxira azadiyê de têdikoşin û afirînerên nirxên demokratîk û sosyalîst in, bi rêz, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin.

Têkoşîna me ya azadiya jinê bi têkoşîna mezin, ked û şerê Sakine Cansiz (Sara) û peyrewên wê şêwe girt û mezin bû. Li dijî cîhana serweriya mêr, bi cîhan û zîhniyeta jinê hêza avakirina azadiyê derket holê. Ev meşa jinê ya bi heybet îro li Kurdistanê gihaye herîkîna xwe ya gerdûnî. Heqîqetên ku bi têkoşîna jinê derketin holê, azadiya jinê kirine esasa jiyana azad. Li ser vê bingehê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li tevahî jin, hevrêyên me yên ku li zindanan, li mewziyên berxwedanê û li hemû qadan bêyî navber têdikoşin, gelê me û dostên me pîroz be.

Em bi diyariya MANÎFESTOYA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK a Rêber Apo ya ji bo jinên Kurd û gelan, dikevin biharekî din.

Nameya Rêber Apo ku ji PAJK’ê re nivîsadibû û têde diyarkiribû ku di avakirina vê pêvajoya nû de serkeftin girêdayî jinan e, gihiştibû destê me. Rêbertiya me ku got, “Pêvajoya komunalîst a demoktîk, rewşa nûjen a civakîbûna dayik-jin e” diyar dike ku heta çanda destdirêjiyê ku li civaka dêxwaz hatiye ferzkirin, neyê derbaskirin heqîqet di qadên felsefe, zanist, etîk, estetîk û dîn de bi her aliyê xwe ve xuya nebe. Destnîşan kiriye ku heta ku di serdema nû de çanda serweriya mêr ku di kûrahiya civakê de veşartiye, neyê hilweşandin sosyalîzm wê negihije serkeftinê. Destnîşan kir ku di bingeha biserneketibûna soosyalîzma reel de ne pirsgirêkên dewlet, netewe û demokrasiyê, di esasê de koletiya jinê ya ku wekî çandekî tê jiyankirin heye. Û şertê bingehîn a sosyalîzmê bi pêşketina nêzîkatiyekî programkirî ya di têkiliyên jin û mêr de girêdaye. Îşaret pê kiriye ku mêrekî ku nizanibe bi jinan re çawa biaxive nikare bibe sosyalîst û pîvanek diyar kiriye. Dibêje, her ku jin ji çanda koletiyê ya ku di hişê wê de hatiye bicihkirin dûr dikeve, mirina ji birçîna weke qederê li ser eniya wan hatiye nivîsandin, dijderketina li hemberî vê qederê mezinahiya kesayeta me ya azad îfade kir. Diyar kiriye ku jin afirînerê çand û civakê ye û ji ber vê yekê pîrozî û xwedayîtî aîdê jinê ye. Vê nêzîkatiya Rêber Apo ku hêz û kelecan di me hemûyan de çêdike ku diyar dike rastiya jiyana azad a bi jina ku tu car dev ji nirxê xwe yê bandorker bernedaye, rêgeza bingehîn a jiyanê ye ku wî li ser lingan digre.

Mîmarê teorîk û pratîk a tevgera jinên Kurdistanê Rêber Apo ye. Bi saya Rêber Apo jin ji sala 1987’an ve li ser bingeha perspektîfên azadiya jinê bûn hêzekî birêxistinkirî, îrade û hişmendiya azadiyê qezenç kirin. Rêbertiya me ku di 8’ê Adara 1998’an de Îdeolojiya xwe ya Rizgariya Jinê ragihand, firsend da jinên ku bêyî îdeolojî û rêxistin hatine hiştin ku bi hizr û îdeolojiya xwe pêşengiya jiyana nû bikin. Rêbertî di her 8’ê Adarê de wateyek nû daye, qonaxekî nû daye şoreşa me ya jinê. 8’ê Adara îsal jî bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk tê tacîdarkirin. Di erdnîgariya Kurdistanê de hesreta aştî û jiyana azad mayînde bûye. Bi hezaran jinên ku ji bo ev hesret pêk were têdikoşin, bi xeyala demokrasî û sosyalîzmê berdêlên mezin dane û azadiya jinê di sedsala 21’an de kirine bingeha şoreşa civakî. Em ê ji niha şûnde jî weke jin ji bo bibin bersiva Banga Aştî û Civaka Demokratîk têbikoşin. Divê hemû alî jî berpirsyariya vê pêvajoyê bigre û erkên ku dikeve ser wan pêk bîne.

Azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me ku tevahiya emrê xwe ji bo azadiya jin û civakê feda kir, şertê bingehîn a pêşxistina aştî û jiyana hevpar e. Divê pergala esaretê ya 26 salî êdî bi dawî bibe. Hemû jinên ku di 8’ê Adarê de diherikin qadan, bi hişmendiya ku azadiya Rêbertî azadiya jinan e, divê vê 8’ê Adarê ji bo azadiya Rêbertî bikin roja çalakî û têkoşînê. Serkeftina vê pêvajoya nû ku bi banga Rêbertiya me destpê kir,  bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û bi şert û mercên wî yên derfetê rêvebirina pêvajoyê re pêkan bibe. Divê Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad bibe, ji bo aştî û demokrasiyê divê derfetên xebata çalak bi dest bixe.

Têkoşîna me ya azadiya jinê ku wekî encama azweriya jiyana azad a Rêber Apo û derfetên ku pêşkêşî jinan kir, pêş ket, di jina Kurd de îrade û hişmendiyekî girîng pêş xist. Me pêşengiya jiyanekî bi rûmet, azad û têkoşînekî bi heybet li xwe girt. Jinên Kurd bi gelên Kurdistan û Tirkiyeyê, bi jinên Rojhilata Navîn û cîhanê re qet hêviya xwe ya jiyana hevpar winda nekirin. Her tim têkoşîna aştî, azadî û jiyana azad birêve birin. Bi cesaretekî mezin hêviyê mezin kirin û çanda demokratîk pêş xistin. Jin îro jî pêşengên serdema aştî û civaka demokratîk e. Serdema civaka demokratîk dema jinê ye. Manîfestoya civaka demokratîk, manîfestoya azadiyê ye. Em ê li ser bingeha vê hişmendiyê berpirsyariyên pêvajoyê pêk bînin û ji bo azadî, demokrasî û aştiyê têkoşînê mezin bikin.

Sedsala 21’an wê bibe serdema azadiya jinê. Tevgerên azadiya jinê ku bi nakokiya zayendî û Jineolojiyê re kûrahî qezenc kirine, dînamîka esas a têkoşîna vê serdemê ne. JIN JIYAN AZADÎ bûye dirûşmeya bingehîn a vê serdemê. Ev dirûşmeya ku rastiya civaka bi kok îfade dike û ji Kurdistanê belavî cîhanê bûye, nîşan dide ku ya Kurdistanî gerdûnî ye. Her ku azadiya jinê pêş bikeve civak wê azad bibe bi jina azad û mêrê azad re jiyanekî nû were avakirin. Paradîgmaya nû hemû rastiya îdeolojîk, felsefîk û polîtîk ya vê derdixe holê.

Çanda şer û tundiyê herî zêde li dijî jinê hatiye pêşxistin û jinê kiriye kole. Ji ber vê yekê li dijî şer têkoşîna aştî û jiyana azad herî zêde divê ji aliyê jinan ve were pêşxistin. Êrîşên zîhniyet û pergala serweriya mêr a bi hezaran salî ya li dijî jinê, di pergala moderniteya kapîtalîst û rastiya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de gihiştiye lûtkeyê. Komkujiyên jinan û her cure êrîşê li ser beden, ruh û hebûna jinê, bi awayekî plankirî û sîstematîk pêş dikeve. Kedxwariya kedê, xizanî, newekhevî û bêedaletî herî zêde li dijî jinê ye. Pergala serweriya mêr pir ji têkoşîna jinê û ji hêza ku dê wî hilweşîne ditirse. Ji ber vê yekê rastiya jinê ku afirînerê çand, jiyan û civakîbûnê ye, di bin êrîşekî mezin de ye. Lê jin dev ji têkoşîna azadiyê bernadin, li dijî mêrê serwer û pergala dewletparêz û desthilatdar tevî berdêlên giran jî têkoşînê didomînin. Têkoşîna jinê bingeha pergala serweriya mêr dihejîne. Li dijî faşîzîm û qirkirina jinê parastina herî mezin a jinan rêxistinbûna wan e. Her jinê ku dixwaze azad bibe divê birêxistin bibe. Divê xweparastinê bike rêgeza azadbûnê. Divê li dijî pergala serwer, çand destdirêjî û qirkirina jinê têkoşînê mezin bike.

Me jinan, di her pêvajoya têkoşînê de rola pêşengiyê lîstin û pêşengî ji veguherînên civakî re kirin. Niha jî di serkeftina serdema nû de ku wekî paradîgmaya jiyana azad şêwe girt, têkoşîn, hewldan û keda me wê diyarker be. Daneheva ev qas salan, hêza cewherî, îradeya cewherî û hişmendî di wê hêzê de ye ku civakê veguherîne û pergalê biguherîne. Di vê mijarê de em ji xwe bawer in.

Ciwan pêşengê vê pêvajoyê û hêza bingehîn a afirandina pêşerojê ne. Em dizanin û bawer dikin ku ciwan bi hêza ku ji Rêber Apo girtin, di têkoşîna serdema nû de bi beşdarbûna herî çalak û afirîner rol bilîze.

Dayikên me yên şehîd û gerîlayan berdêlên mezin dan û nirxên mezin afirandin. Bûn yên ku herî xurt kampanyaya azadiya Rêbertî birêve dibin. Dayikên me xwedî li pêvajoya ku Rêbertiya me anî ser ziman derkevin, birêxistin bibin û pêşengî bikin wê serkeftinê bînin.

Em bang li hemû jinên Tirkiyeyê ku demokrasî û aştiyê dixwazin dikin ku di vê pêvajoyê de rol bilîzin û ji bo aştî û demokrasiyê berpirsyarî bigrin. Em bi hev re ji her demê bêhtir bihêztir bibin û şoreşa jinê bi hev re ava bikin.

Dîsa hevrê û dostên me yên enternasyonalîst hêzekî mezin dan têkoşîna azadiya jinê ya Kurd, her tim li gel me cih girtin. Di gerdûnîkirina paradîgmaya demokratîk-ekolojîîk û azadîxwaziya jinê de rol lîstin. Cîhana azad-sosyalîst wê bi pêşengiya jinê pêş bikeve. Di vê pêvajoyê de em bang li hemû dostên xwe dikin ku li ser bingeha dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî hevpar birêxistin bibin û têkoşîna jiyana azad bi hev re birêve bibin.

Li ser vê bingehê 8’ê Adarekî nû bi ronahiya biharê, hêviya serdema aştî û civaka demokratîk û hêza têkoşînê pêşwazî dikin.

Em bi baweriya hevdîtina azad a bi Rêbertiyê  re hemû jin û gelê xwe silav dikin. Carekî din 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li her kesî pîroz dikin.

Bijî Rêber Apo!

Bijî 8’ê Adarê!”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Newaya Jin: Ber bi bihara jinan ve
Nûçeya Pişt re Li Kantona Firatê amadekariyên 8’ê Adarê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

MLKP/Kurdistan fermandarê HPG’ê Orhan Bîngol bi bîr anî

MLKP/Kurdistan fermandarên HPG û YJA Starê yên hefteyên dawî şehîd bûn bi bîr anî û…

Ji aliyê Stêrk TV

Rapora li ser çavdêriya merasîma şewitandina çekan û pêşniyarên ji bo çareseriyê

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) li ser merasîma…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Qamişloyê bi hezaran kes ji bo Rêber Apo meşiyan

Ji bajarên Qamişlo, Amûdê, Til Hemîs û Tirbespiyê yên Kantona Cizîrê bi hezaran kes li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Li hin herêmên Fransayê wê qedexeya derketina derve pêk bên

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Bane hêzên rejîma Îranê zarokek binçav kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê banga ‘Kurdî’ li hikûmeta Şamê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YRK: Rejîma Îranê herêma Mêrîwanê bombebaran kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?