Platforma Jinan a 8’ê Adarê ji bo balê bikişîne ser di rojekê de 6 jinan hatin qetilkirin daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “6 jin di rojekê de hatin qetilkirin, jin di serhildanê de ne!” hat vekirin û dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Qetilkirina jinan polîtîk e” hatin berzkirin.
Li ser navê platformê Oyku Ûlûocak daxuyaniya çapemeniyê xwend. Oyku Ûlûocak diyar kir ku di rojekê de li bajarên cuda 6 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin û got, “Ev ne tesaduf e, ne hêrsa takekesî ye, ne jî dînîtîya ji nişka ve ye. Ev pergal pêşî jinan qetil dike, paşê wan hejmar dike û piştre hewl dide ku wan bide jibîrkirin. Em ji bîr nakin. Filiz Şagbangul li Arnavutkoy a Stenbolê; Aylin Polat li Gebzeyê, Gonull Alkan li Wanê, İlknur Kor li Osmaniyeyê û Kubra Kiliç û Zeynep Ayaz li Aksarayê ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin. Gelek ji van cînayetan nîşan didin ku tevî biryara dûsrxistinê û parastinê hebû jî nehatin parastin. Jinên ku diviyabû di bin parastina dewletê de bûna nehatine parastin; bi zanebûn terkî mirinê kirin.”
‘EV SÎSTEM DEYNDARÊ ME YÊ JIYANEKÊ YE’
Oyku Ûlûocak anî ziman ku têkoşîna jinan sembola berxwedana hevpar e ku sînoran derbas dike û got, “Em dizanin ku ger em jiyana xwe û azadiya xwe neparêzin, em nikarin bi ser bikevin. Em hêrsa xwe li kolan, qadan, tax û kargehan mezin dikin. Têkoşîna jinên ku li Filistîn, Rojava, Îran, Efganistan û Hindistanê li ber xwe didin têkoşîna me ye. Em dibêjin ku heta hemû jinên cîhanê azad nebin em azad nabin. Em dev ji hev bernadin. Em ne parçeyan, jiyanê dixwazin. Ev sîstem deyndarê me yê jiyanekê ye.”
BANGA JI BO 8’Ê ADARÊ
Oyku Ûlûocak bang li jinan kir ku 8’ê Adarê saet di 13:00’an de li Kadikoy Rihtimê bicivin û got, “Ji bo yek jî ji me kêm nebe em li vir in.” Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.

