Komîteya Kar û Barên Koçber û Penaberan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, der barê vegera dilxwazî ya welatiyên Sûriyeyê yên li kampa Holê, daxuyaniyek da.
Daxuyanî li kampa Holê ya li kantona Cizîrê bi zimanê kurdî ji aliyê serokê Ofîsa Kar û Barên Penaber û Koçberan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Şêxmûs Ehmed û bi zimanê erebî ji hêla hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Meryem Îbrahîm ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Bi hilweşandina rejîma Esed re Sûriyeye derbasî qonaxeke nû bû û hin dosyayên mirovî xwe ferz kirin. Ji wan dosyayan ku barekî giran ê li ser milê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, dosyaya koçber û penaberan e.
Îro ku welat derbasî qonaxeke nû dibe, em radigihînin ku em rê li pêşiya welatiyên Sûriyeyê yên li kampa Holê vedikin, bi awayekî dilxwazî vegerin warên xwe. Ev biryar di demeke berê de hatibû dayîn û di 5`ê Cotmeha 2020`an me biryar da ku rê li pêşiya vegera wan vekin.
Lê malbatên ku li kampa Holê dimînin, ji ber hebûna rejîma Esed ditirsiyan vegerin. Lê bi hilweşandina rejîmê re êdî tu sedemên tirsê û mayîna wan li kampê nemane û em ê ji aliyê xwe ve hemû derfetan bidin û vegera malbatên ku dixwazin vegerin, bi awayekî ewle pêşkêş bikin.”
Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên navneteweyî yên pêwendîdar hate kirin û hate gotin: “Alîkariya welatiyên Sûriyeyê ku ji ber şerê li welat koçberî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûne û niha di kampên El Erîşe, El Mehmûdlî, Tiwêhîniye û Ebû Xeşeb de bimînin, bike.”
Her wiha bang li NY û civata navneteweyî hate kirin ku “helwesteke xurt ji bo mijara koçberên ji Efrînê, Girê Spî û Serêkaniyê nîşan dibin ku ew jî bi awayekî ewle vegerin herêmên xwe, bi garantiya navneteweyî ku wan biparêze û vegera wan ewle be.”
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tekez kir ku “erkên xwe yên mirovî û exlaqî yên têkildarî dosyaya koçber û penaberan didomînin.”