Dikare bê gotin ku bi salane hem gelê Kurd, hem jî gelê Amazîxî di heman rewşê re derbas bûne. Di heman demê de ji bo bidestxistina doza xwe jî herdu gelan tekoşînekî bê hempa dane meşandin. Ev rewş bû mijara paneleke li ser zoomê ku gelek zanyar û rewşenbîr tevlî bûn. Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan pêşengî ji vê pilatformê kir.
Beşdarên panelê bi vî rengî ne: Endama Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Evînda Mustefa, Ebdulwehab Bîranî nivîskar û rexneger û berpirsê têkiliyên bi zaniyaran re, Salih Muslum Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk, Leyîla Saroxan ji rêverberiya xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Dr. Kamûran Berwarî Endamê Akademiya Zanistên civakî ya Abdullah Ocalan û di heman demê endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê û mamoste Muhmed Şêxo siyasetmedarê Kurd.
Ji aliyê Amazîx ve, Akli Chekka lêkolîner, nivîskar û çalakvana Tûareg, Amanî El-Waşahî, berpirsê Amazighê yê Misrê di kongreya navneteweyî ya Amazigh de, Fethî Xelîfe serokê Partiya Libo, Serokê berê Encumena Kongreya Navneteweyî ya Amazîx, Abdullah Boutanî çalakvanê Amazîxî li Cezayîrê, Magdy Bouhna çalakvan û lêkolînerê siyasî yê Misrî Dr. Taha Alî.
PIRSGIRÊKÊN NEYEKBÛNÊ
Emanî El-Waşahî di panelê de diyar kir ku pirsgirêka herî mezin a ku dikeve pêşiya her du gelên Amazîx û gelê Kurd de, yekalîbûn e ku ew li dijî têkoşînê ne.
El-Wehşî diyar ku ku bi salan e hem gelê Kurd û di heman demê de gelê Amazîxî bi ti awayî ji bo desthiladariyê bi ti awayî xizmet nekiriye û got, “Em di qonaxeke gelek girîng re derbas dibin, ji lewra tê dîtin ku gel bi her awayî bi têkoşîna xwe ve radibe û ala serhildanan radike.”
Wahşî bal kişand ser vê yekê ku di dirêjahiya salan de her dû gelan yanî hem gelê Kurd û hem jî gelê Amazîxî ji bo çanda xwe her tim bi rola parastinê ve rabûne, xwestine her tim bi awayekî azadiyane jiyana xwe bi rêve bibin û bibin xwedî nasnameya xwe ya serbixwe.
Ebdulwehab Bîranî anî ziman ku gelên Kurd û Amazîxî di heman sernayoya dîrokî re derbas dibin û diyar kir ku dema ku kolonyalîzm an jî desthilatdariya Ewropayê di nîveka sedsala bihurî de ji herêmê derket, Kurd di nav çend herêmên cografî de belav bûn, ango yek gel li ser axa xwe ya dîrokî dijîn, lê di navbera 4 welatan de li ser sînorên sûnî. Heman tişta ku bi Amazîxiyan re çêbû, ev sînor li pêşiya azadiya her du gelan dijwariya herî girîng e.
Ebdulwehab Bîranî got, “Di heman demê de bandora çanda kûr li gelek deverên din kiriye, yanî mirov dikare diyar bike ku gelê Kurd bi çanda xwe ya resen hewl daye xwe bide nasîn û di heman wextê de di asteke gelek mezin de jî bûye mînak.”
Bîranî bal kişand ser wê yekê ku Kurd û Amazîx nasnameya xwe parastiye, tevî hewlên berdewam ên desthilatdaran ji bo têkbirina vê nasnameyê û got, “Her du gel di qonaxa piştî şerê cîhanî yê duyem de rastî bêhêvîtiyê hatin û ji aliyê erdnîgarî û dîrokê ve bêhêvî bûn. Tevî mezinahiya her du gelan û tiştên kevnar ên li herêmê diyar dikin.”
Bîranî destnîşan kir ku diyar e Kurd û Amazîx bi înkar û marjînalbûnê re rû bi rû mane û wiha dewam kir, “Hejmara wan tê manîpulekirin. Heta ku ew wek hindikahî hatine binavkirin. Bi awayekî ku ne li gorî pirsgirêkên civakî yên ku tê xwestin li ser bin. Lêgerîna nasname û çanda demokratîk a li ser esasê ramana biratî, tevlêbûn û ne tercîhkirina pêkhateyek li ser pêkhateyek din.”
FIKRA NETEWEYA DEMOKRATÎK
Ebdulwehab Bîranî her wiha behsa wê yekê kir ku hemû şerên ku di heyama derbasbûyî de li herêmê rû dane, şer û têkoşîna ji bo serwerî û kontrolkirinê bûn, ku mirovan bi xwîn û êşê bedêla wan dane.
Ebdulwehab Bîranî got, “Xelk hîn jî berdêla xwe didin da ku wek neteweya demokratîk bijîn”û bi dewamî ragihand ku di wê baweriyê de ye ku fikra neteweya demokratîk weke ya herî serketî û herî rast e ku hemû pêkhateyên herêmê di nav xwe de dihewîne.
Di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku neteweya demokratîk hewayeke ku mirov tê de jiyanek asayî, bi maf û azadiya xwe bi dest bixîne peyda dike û bal kişand ser pêwîstiya xebatê da ku hemû gelên herêmê bi hev re bijîn. Bîranî anî ziman ku ev fikir encama ramanwerê Abdullah Ocalan e ku 25 sal in di girtîgehê de ye û destnîşan kir ku ew ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelên cîhanê têkoşer e.
PÊWÎSTÎ BI TÊKOŞÎNEKE HEVPAR HEYE
Fethî Xelîfe jî di destpêka axaftina xwe de li ser Kurd û Amazîxê got, rêgezek heye ku komên mirovî yên ku di hawîrdor û mercên wekhev de dijîn, pêwîst e zîhniyeta wan bigihîje bikaranîna heman amûran û heman şêweya ramanê.
Xelîfe destnîşan kir ku pêwîst e têkoşîneke siyasî ya rasteqîn ji aliyê Amazîgî û Kurd ve were meşandin.
ALA ÎSLAMA SIYASÎ
Salih Muslim jî got, “Em wek gel, partî û rewşenbîrên Kurd bi dîroka Amazîxê û rastiya îroyîn a Amazîxê baş nizanin. Ev yek kêmasî ye.”
Muslim diyar kir ku bi giştî û li gorî zanyariyên berdest her kes behsa gelê Kurd dike ku li Rojhilata Navîn û li vê herêma jiyanî zêdetirî 50 û 60 milyonî ye û her wiha gelê Amazîg jî ku mezin e bi jimare, ji Misrê dest pê dike heta Fasê û Sahraya Rojava, herêmên Amazîxê ne.
Salih Muslim anî ziman ku weke siyasetmedar wan xemsariyek ji aliyê xwe ve dît, ji ber ku heta niha nekariye bizavên xwe bikin yek û got, “Ji ber ku em di dîrokê de bûne qurbaniyên Îslama siyasî ji dema Emewiyan ve.”
Wî bal kişand ser vê yekê ku ev mijar li dewleta Ebasiyan û piştre di serdema Osmaniyan de berfirehtir bû û tekez kir ku heman tişt bi Berberan re rû da û ew di bin ala Îslama Siyasî de bûn şervanên dijwar. Salih Muslim diyar kir ku Ebû Muslim El- Xursanî Kurd e û ew bû ku serkêşiya fethên Îslamî ber bi Hindistanê ve kir û heman tişt ji bo Berberên gihîştina Endulusê jî derbas dibe.
HEVKARÎ Û HEVGIRTIN
Salih muslim piştî ku behsa van aliyên dîrokî kir anî ziman ku niha ya girîng ew e ku em wek gelê Kurd di astên curbicur de xwedî sazî û dezgeh in û her wiha birayên Amazîx ji bo vegerandina tiştên ku ji dest çûne, hevgirtin û hevkariyê di navbera wan de pêş dixin.