Krîza pir alî ku gav bi gav giran dibe, tenduristiya derûnî ya gel xera dike. Li Tirkiyeyê rêjeya bikaranîna madeyên narkotîkê û dermanên antîdepresan gelekî zêde bûye.
Civaka Tirkiyeyê her roj hîn bêhtir nearam dibe û tenduristiya xwe ya derûnî xera dibe. Li gorî daneyên 2023’an ên Endeksa Kêfxweşiyê ya Cîhanê, di nava 137 welatan de Tirkiye di rêza 105’an de ye. Civaka Tirkiyeyê bi eşkere dibêje ew kêfxweş nîne. Bi xerabûna tenduristiya derûnî re civak weke çareseriya pirsgirêkan berê xwe dide madeyên narkotîkê yên qanûnî yan jî ne qanûnî. Krîza aboriyê ya demdirêj, erdhej, şewb û dijminatiya ku desthilatdarî dixe nava civakê, dike ku tenduristiya civakê her roj hîn bêhtir nebaş bibe.
SALEKÊ 65 MILYON QUTÎ DERMANÊN DEPRESAN HATIN BIKARANÎN
Li gorî daneyên OECD li Tirkiyeyê sala 2008’an rêjeya bikaranîna antîdepresan ji bo hezar kesî di asta 27.8 de bû. Ev rêje sala 2019’an gihîşt asta 48.9’an. Daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Tirk piştî sala 2022’an êdî nehatin eşkerekirin. Tenê sala 2020’î ji bo wergirtian dermanê antîdepresan 139 milyon dolar hate xerckirin. Li cîhanê ev yek dibe rêza 4’emîn.
Alîkarê Serokê Giştî yê CHP’ê Bûrhanettîn Bûlût di nava salê de pêşnûme pirsek pêşkêşî Serokatiya Meclîsê kir û tê de ragihand ku li Tirkiyeyê 10 salên dawî rêjeya bikaranîna antîdepresan ji sedî 75 zêde bû. Li gorî vê yekê di navbera salên 2013 û 2023’an de hejmara dermanê antîdepresan ê li Tirkiyeyê bi rengekî qanûnî hatin firotin bi vî rengî ye:
* 2013: 37 milyon 258 hezar 388
* 2014: 39 milyon 134 hezar 225
* 2015: 43 milyon 467 hezar 736
* 2016: 45 milyon 134 hezar 854
* 2017: 48 milyon 226 hezar 812
* 2018: 49 milyon 43 hezar 763
* 2019: 49 milyon 857 hezar 89
* 2020: 54 milyon 625 hezar 964
* 2021: 59 milyon 641 hezar 14
* 2022: 61 milyon 870 hezar 998
* 2023: 65 milyon 451 hezar 831.
YÊN DERVEYÎ QEYDÊ HATIN FIROTIN 28 MILYON DERBAS KIR
Li Tirkiyeyê ji bilî dermanên antîdepresan ên bi rengekî qanûnî hatin firotin, her wiha bikaranîna antîdepresan bi rengekî ne qanûnî û li dermanfiroşan dihatin firotin jî bi rengekî cidî zêde bû. Dermanên antîdepresan ên ku divê bi reçete û bi kontrola doktoran bêne firotin, piştî demekê bê reeçte û bi rengekî ne qeydkirî li dermanfiroşan hatin firotin. Li gorî rapora sala 2023’an a ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ve hate eşkerekirin, di serdegirtinên li depoyên derman û dermanfiroşan, hejmara dermanên antîdepresan ên hatin bidestxistin bi vî rengî ye:
* 2021: 8 milyon 456 hezar 901
* 2022: 12 milyon 607 hezar 432
* 2023: 28 milyon 870 hezar 284