Şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, derbarê pêşengî û rola jinan a di nav jiyan û civakê de ji ANF’ê re axivîn.
Şervana YPJ’ê Nûr Hecîn a Ereb: “Rola jinan di nav civakê de êdî ne mîna berê ye. Berê, jinan tenê mal û zarokên xwe diparastin; îro, ew welatê xwe, gelê xwe û hemû jinan diparêzin. Bi raman û felsefeya Rêber Apo, jinan rolên xwe yên ji wan hatibû standin, careke din bidest xistin. Ez 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikim û bang li wan dikim ku ji bo mafên xwe têbikoşin.”
Şervana YPJ’ê Bişeng Çiya: “Di damezrandina YPJ’ê de me gelek zehmetî kişandin û di destpêkê de civak bi bêbaweriyê nêzî me bû. Lê belê, bi Şoreşa Rojava re, rola jinan hate naskirin û YPJ’ê di şoreşê de bû hêzek girîng. Divê jinên li çaraliyê cîhanê baweriya xwe bi hêza xwe bînin û ji bo mafên xwe têbikoşin.”
Şervana YPJ’ê Hêlîn Dêrîk: “Îradeya jinan xurt e û tu hêz nikare wê rawestîne. Em bi biryar in ku têkoşîna xwe li ser rêya şehîdan û bi ramanên Rêber Apo bidomînin.”
Şervana YPJ’ê ya Ereb Taybe El Atreş a ji Dêrazorê: “Ez li dijî zîhniyeta ku mafên jinan piştguh dikin û nas nakin tevlî nava refên YPJ’ê bûm. Bi saya felsefeya Rêber Apo, jinan mafên xwe bi dest xistin û rolên xwe di nava civakê de xurt kirin.”

