Li dû banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê li Kurdistan û Tirkikyeyê aştî li her qadê tê bilêvkirin. Yên ku aştiyê tenê weke bidawîkirina şer dibînin, îdîa dikin ku bi danîna çekan re wê aştî ava bibe; lê belê gelek derdor di wê baweriyê de ne ku aştî bi hewldaneke civakî û îradeya hevpar dikare bê avakirin.
Di vê pêvajoyê de ku gelek nêrîn têne ser ziman, me jî pirsa ‘Aştî çi ye?’ û ‘Hûn aştiyeke çawa dixwazin?’ li jinan kir. Jinan diyar kirin ku aştî ne tiştekî welê ye ku bi şer re derketiye holê û destnîşan kirin ku krîza aboriyê, xizaniya giran, rizandina çandî, krîza avhewayê, destdirêjiya li zarokan, tundiya li jinan û kuştinan jinan divê di vê pêvajoyê de bêne nirxandin.
Ji bo pirsa ‘Aştî çi ye?’ jinan bersiva ‘azadî’, ‘wekhevî’, ‘cîhaneke dûrî ji tundiyê’ û ‘hêvî’ dan. Jinan bi bîr xistin ku herî zêde pêwîstiya jinan bi aştiyê heye.
‘AŞTÎ JI BO MIN HÊVÎ Û RÛMET E’
Jinên ku di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de daxwazên xwe anîn ziman, bi vî rengî bersiv dan pirsên me:
Herdem Merwanî: Aştî ji bo min tê wateya hêvî, ronahî û paşerojê. Bi salan em di nava şer de man; em dixwazin zor û zehmetiyên ku me kişandine kes nekişîne. Aştî li cîhanê tişta herî xweş e. Ez dixwazim her kes bi hev re û bi rengekî wekhev di nava aştiyê de bin. Bila kes zilmê li kesî neke, êşkence ji holê rabe. Bila mafên mirovan hebe. Aştî ji bo min tê vê wateyê. Dema ku qala aştiyê dikim çavên min dibiriqin.
Ji bo mirovên ku êşiyan e û berdêl dane, aştî gelekî hêja ye. Yên ku li ber aştiyê radibin ew mirov in ku qet êş nedîtine. Me gelek êş kişand, gelek rondik barand; em dixwazin ev bi dawî bibe. Divê em xwedî li vê firsenda aştiyê derkevin û çi dibe bila bibe divê mirov şer weke rêyekê nebîne. Her kes divê li gorî vê tevbigere.
‘EM WEKHEVIYÊ DIXWAZIN’
Perîzade Yildiz: Em di nava azadî û wekheviyê de daxwaza aştiyê dikin. Em dixwazin Rêberê me û girtî hemû azad bibin. Bila li Kurdistanê xwîn nerije û em di nava aramiyê de bin. Em jî dixwazin weke her kesî xwedî mafên wekhev bin. Aştî ji bo min tê wateya azadiyê; tê wateya jiyaneke bê fikar û azad a li warê xwe. Lewma pêvajoya heyî ji bo me hemûyan sifreyeke zêr e. Divê ev ji dest neyê berdan.
‘AŞTIYEKE WELÊ DIXWAZIM KU KESEK ÊŞÊ NEKIŞÎNE’
Şaîle Gulten: Aştî ji bo min tê wateya jiyaneke bi rûmet. Di vir de em daxwaza aştiyeke bi rûmet dikin. Em aştiyeke welê dixwazin ku her kes azad û wekhev be. Aştiyeke welê dixwazin ku karibin bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin, xwedî nasnameya xwe ya azad bin.
Di nava pêncî salî de me gelek êş kişand, berdêlên giran dan. Ev berdêl jî me ji bo mafê xwe da. Divê em bibin yek û mafên xwe bi dest bixin. Divê em xwedî zimanê dayikê û nasnameya xwe bin. Zimanê me yê dayikê tine be em jî nînin. Divê em xwedî li her tiştên xwe derkevin. Bila aştiyeke bi şeref û wekhev be. Bila kes nemire, êdî bi rastî jî bes e.
Weke jinekê min gelek tişt dît; min zarokên xwe ji dest da, êşkence dît. Lê belê îro ne tenê ji bo xwe, ez ji bo her kesî aştiyê dixwazim. Aştî ji bo min tê wateya tiştekî welê ku kes êşê nekişîne û negirî. Em êdî ne kur ne jî keçên xwe ji dest bidin.
‘EM DAXWAZA ROJÊN BÊ TIRS DIKIN’
Rojda Kaya Avci: Em ji bo aştiyê li vir li hev civiyan. Aştî ji bo me tê wateya azadiyê. Aştî ji bo jinan li her qadê girîng e. Tê dîtin bê çi tê serê jin û zarokan. Pirsgirêk her roj hîn giran dibe û ev pirsgirêk jî herî zêde banorê li me dike. Em dixwazin xwedî dewleteke hiqûqê bin ku bi demokrasiyê bê birêvebirin.; ji ber vê yekê em aştiyê dixwazin.
Aştî wê edaletê jî bi xwe re bîne, ji ber ku sererastkirin wê li her qadê pêk were. Armanca me jî bicihanîna vê yekê ye. Em dixwazin qala aştiyeke rasteqîn bikin; hiqûq jî edalet jî di nava vê de ye. Em pêvajoyeke welê dixwazin ku jin lê nayên kuştin, tundî li jinan nayê kirin. Pêwendiya van hemûyan bi aştiyê heye.
Pereyê ku îro li şer tê xerckirin mirovan xizan dike, mîlîtarîzm jî mirovan ber bi komkujî û nefretê ve dibe. Em dixwazin bi rengekî bêtirs jiyana xwe dewam bikin û civakeke welê dixwazin ku dayikên herdu aliyan negirîn. Ev civak jî tenê bi demokrasî û aştiyê dikare ava bibe. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bangên xwe yên ji bo demokrasiyê û danûstandinê vê yekê timî tîne ziman. Divê ev fikirên me bêne fêhmkirin. Divê her kes bikeve bin bar û tevlî vê pêvjaoya avabûnê bibin.
‘BILA JI DIL BIN’
Durdane Unal: Ez aştiyeke vala naxwazim. Bila hewl nedin ku me bixapînin. Ez hîn ciwan bûm hevjînê min hate girtin; piştî ku hevjînê min hate girtin kurê min û piştî wî jî neviyê min hatin girtin. Bajar bi bajar li girtîgehan digerim. Em aştiyeke li ser bingeha maf û hiqûqê dixwazin. Bila kes me nexapîne; bi rengekî ji dil bila destê xwe dirêj bikin. Bila aştiyeke bi rûmet ava bikin.
Jiyana min li ber deriyê girtîgehan derbas bû. Em wan rojan dixwazin ku fikara ‘Gelo wê îro kê bigirin?’ ji nava xwe biavêjin. Divê her kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê û ev pêvajo ji dil bê meşandin. Em aştiyeke ronî dixwazin. Aştî ji bo min tê vê wateyê: ronahî û rûmet.