Jin, ji civaka xwezayî û vir ve, piştî ku hemû nirx, destkeftî û danehevên wan ji destê wan hatin girtin, heta vê demê bêkes û bêyî tiştekî man. Gengaz nîn e ku mirov bibe şahidê êşên ku di nav sedsalan de kom bûne. Wijdan bêdeng bûn, wijdan mirin.
Jin lêdan xwarin, êşkence dîtîn, zindî zindî di bin axê de hatin veşartin, rastî heqaretê hatin, dengê wan hat birîn û hatin kuştin. Vana hemûyan bi êşeke mezin jiyan. Weke dayikekê, weke hevaljinekê, weke evîndarekê, weke xwişkekê û weke zarokekê ev êş kişandin. Ji bilî van, nikarîn bibin xwedî nasname û mîsyonekê.
Her kesî, her mêrî li ser wan di xwe de mafê axaftinê dît; lê wan ji bo xwe nekarî gotineke biçûk jî bînin ser ziman. Jinan di dema sedsalan de zincîrên koletiyê di dest, ling, tili û stuyê xwe de; bi kurtasî di her hucreya bedena xwe de hilgirtin. Bûn hebûneke madî û bedenên wan parçe parçe hatin firotin. Niha jî rewş wisa ye.
Wekî mînak: Li Rojava tu dibînî, çend endamên çeteyên DAIŞ’ê derdikevin, jinên dîlgirtî nîşan didin û dibêjin: “Nirxê van bi qasî pîvazekê ye, kî heqê wê bide dibe ya wî.” Çi çeteyekî cîhadî û hov be, çi jî kapîtalîzma herî biriqandî be… Di çavê me de ferqa wan nîn e. Her du jî dest didin ser jinên ku jiyanê diafirînin, wateya jiyanê ne û wan parçe parçe dikin.
Çi qefeseke hesinî ya xurdayî be, çi jî qefeseke cam a xemilandî be; her du jî deriyên sermayeyê ne ku vîna jinê dişikînin û wê dikin milk.
Li cîhanê, hema bêje tu yasa, hiqûq an qada jiyanê nîn e ku jinan biparêze, mafê wan biparêze û muameleya mirovî li wan bike. Di vê jiyanê de tenê jinan xwedî li jinan derketin. Tevî ku dijminê wê be jî, tenê jin bû ya ku destê xwe dirêjî jina din kir, bêyî hesab alîkarî da wê, ew ji erdê rakir, hêsirên wê paqij kir û nanê xwe bi wê re parve kir. Di cîhana jinê de hestê dijminatiyê, bêrehmî an terkirin nîn e. Di xwezaya jinê de tiştekî wisa nîn e. Ev hemû afirandin û zîhniyeta mêrê kujerê kastîk e.
Ligel vê yekê, ji bo jinên ku “mêrane” bûne, ango zîhniyeta mêr qebûl kirine, hildigirin û pêk tînin, ji aliyê etîk ve ne guncav e ku mirov ji wan re bibêje “jinên jiyanê diafirînin”. Hinek taybetmendî hene ku jinê dikin jin; heger ev taybetmendî hatibin kor kirin, ew jin mêrane bûye û bi wateyekê ew jina ku zîhniyeta koletiyê dijî ye. Ji wan re gotina “jin” jî ne etîk e.
Wekî ku min got, tenê jinan xwedî li jinan derket. Bi çalakî û protestoyan jiyan ser kolanan û li dora dirûşma “Jin, Jîyan, Azadî” bûn yek û li dijî zîhniyeta serdest a kujerê kastîk têkoşîn meşandin. Êrîşên dewlet, leşker, polîs, cerdewan û MÎT’ê yên li dijî van çalakiyan, rastiya xofdar a zîhniyeta kujerê kastîk derxist holê. Bi taybetî MÎT’ê, li qadên ku şoreşa jinê lê bi hêz e -çiya jî di nav de- li dijî qadên ku têkoşîna jinê lê bi hêz e, polîtîkayên şerê taybet û dejenerekirinê meşand.
Li dijî qadên ku jin pêşengiya şoreşê dikin, kujerê kastîk hat teşvîqkirin û jinên ku pêşengiya têkoşînê dikirin hatin hedefgirtin û qetilkirin. Ev rastiyên dîrokî û yên dema niha ne. Li Kurdistan û Tirkiyeyê, li dijî azadiya jinê û li dijî polîtîkaya rizgariya jinê, polîtîkayeke şerê taybet a topyekûn tê meşandin.
Bi taybetî, eşkere ye ku armanca hikûmeta AKP’ê ya ku sala 2024’an wekî “Sala Malbatê” ragihand, hemleya geşkirina zîhniyeta kujerê kastîk e. Divê ev ragihandina “Sala Malbatê” ya sala 2024’an, wekî derbeyek li dijî têkoşîna jinê û wekî sala geşkirina kujerê kastîk bê xwendin. Lewre tê zanîn ku mebesta hikûmeta AKP’ê ji malbatê çi ye.
Koletî li ser jiyana jinê tê ferzkirin û jê re tê gotin “bibe jina mala xwe, bibe diya zarokên xwe”; her wiha bi her awayî xwe digirin. Dixwazin bêjin “serê xwe, devê xwe, vîna xwe û dengê xwe bigire”. Ev polîtîkayeke pir bi zanabûn hatiye amadekirin e û bi xisleta Emîne Erdogan “modela jinê ya malbata mînak” tê nîşandan.
Di rastiyê de, ev hemû antîtezek in ku li dijî projeya nasnameya jina azad a Rêber Apo hatine afirandin. Rêber Apo, di parêznameyên xwe de û di gelek nirxandinên xwe de, pergala dewlet û malbatê ya ku dibe asteng li pêşiya nasnameya jina azad, bi hûrgulî û bi agahiyên dîrokî analîz kiriye. Ji bo derketina nasnameya jina azad, cesaret û feda kariya ku li dijî zîhniyeta van saziyan bisekine nîşan daye.
Rêber Apo ku malbatê wekî “modela proto-dewletê” tahlîl dike, nîşan daye ku li Kurdistanê kesayetiya malbatê çawa xizmeta koletiya jinê dike û bi qetilkirina jinan a di bin navê “namûsê” de, jiyan çawa tê qetilkirin. Û nîşanî hemû gelan daye ku namûsa esasî ne bedena jinê ye; namûs parastina ax û jiyanê ye.
‘LI DIJÎ KONSEPTE NAMÛSÊ YA JI RASTIYÊ HATÎ DURXISTIN, SERHILDAN ŞERT E’
Konsepta namûsê; di mîtolojiya Yewnanî de, wekî peyv tê wateya “rêgêza damezrîner” an jî “rêgêza giştî”. Li Tirkiyeyê di ferhenga Saziya Zimanê Tirkî de bi du awayên cuda hatî ravekirin: Ya yekem; “dilsoziya bi qaîdeyên exlaqî û nirxên civakî û îffet”, ya din jî “durustî û rastbûn e”.
Ango ev pênase bi kurtasî nîşanî me didin: Xwediyên zîhniyeta mêr ji vê tenê peyva “îffet” girtine û ji ber ku îffetê tenê li ser jinê û bedena jinê dibînin, di wê baweriyê de ne ku namûs pîvanek e ku divê jin pê rabe. Ev rewş bûye erf, adet û kevneşopî û ji nifşekî derbasî nifşê din bûye ku “jin namûsa mêr e”.
Rêber Apo jî, ev têgeha “jin namûsa mêr e” ya ku berhema zîhniyeta rizî ye, gihandiye pênaseya wê ya rast; diyar kiriye ku jin jiyan e û ax jî namûs e.
Îro dema mirov li rastiya şerê li Rojava dinêre, tê dîtin ku gelê Kurd ji bo parastina axa xwe û misogerkirina azadiya xwe di nav berxwedaneke mezin de ye. Ji kal û pîrên herî temen mezin heta ciwanên herî nûgihayî, her kesî çek girtiye destê xwe û axa xwe li dijî dagirkerî û tecawizê diparêze. Ev parastina cewherî ya rewa ya gelekî ye ku qirkirin li ser tê ferzkirin. Kes nikare li dijî vê hunera parastinê bêje “Hûn çima wisa dikin?”. Ev neçariyek e.
Gelê Kurd, di serê salvegera Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê de bi komployeke nû ya navnetewî re rû bi rû ye. Li hemberî van hemû êrîşan, hêviya ku gelê Kurd parastina xwe ya cewherî neke, bi gotineke sivik korbûna siyasî û dîrokî ye. Gelekî ku parastina wî ya cewherî nîn be, gelekî qediyayî ye. Lê gelê Kurd êdî li dora yekîtiya neteweyî roj bi roj bêtir dibe yek. Çiqas êrîş çêbibin, yekîtî û yekpareyî ewqas xurt dibe.
Ew ê ku xeta berxwedanê ya ku di jiyan û têkoşînê de bibe esas afirandiye jî Rêber Apo ye. Ew heval û jinên ku heqîqet û rastiya Rêber Apo kirine bingeha jiyana xwe ne. Jin, di stratejiya parastina cewherî de di rêza herî pêş de cih digirin û bi xwîn, can û serê xwe vê têkoşînê dimeşînin. Dema ku ax û bedenên jinan di bin êrîşeke hov de bin, ne gengaz e ku ew bê parastina cewherî bijîn. Di dema ku amûrên herî bingehîn ên kapîtalîzmê mîna dewlet, malbat, kujerê kastî û gefa DAIŞ’ê hebin, jin çawa dikarin bê parastin bimînin?
Me di şerê Rojava de jî dît ku heger jin şer nekin û li dijî hemû êrîşên qirêj ên dijmin parastina xwe ya cewherî ava nekin, ji her alî ve êrîş pêk tên û ji bilî wan bi xwe kes nîn e ku wan biparêze. Me tevî rayagiştî ya cîhanê şahidî kir ku jinên pêşeng li qadên şer bi felsefeya “Jin, Jîyan, Azadî” çawa bi berdêla canê xwe xwedî li hemû jinan derketin. Ev yek bêyî hişmendiya parastina cewherî û rêxistinbûnê ne gengaz bû.
‘JIN DÊ ÇAWA HÊZA PARASTINA CEWHERÎ BI DEST BIXÎNIN?’
Jin dê berê xwe, dîroka xwe, nasnameya xwe, rêxistinbûna xwe, keda xwe û hêza xwe bikin yek. Ji bo vê yekê jî, divê berê hişmendiyeke hevpar a têkoşînê ava bikin. Divê van hemûyan zanibin da ku bikaribin parastina xwe ya cewherî bikin. Tu sazî an jî tu kes nikare vê mafê nikare bide wan, ne jî ji destê wan bigire. Stratejiya parastina cewherî; pozîsyoneke parastinê ye ku dikarin di nasnameya xwe ya cewherî de û bi yekîtiya xwe ya cewherî ava bikin.
Jeopolîtîka jinê û jeostratejiya jinê tenê li ser bingeha parastina cewherî dikare ava bibe. Di eksena zanista jinê Jineolojiyê de, divê hişmendî û teşegirtin bê peydakirin. Divê bi her çar destan li pîvana rizgarîya jinê bê girtin û hişmendiya parastina cewherî ji bo hemû jinan bê veguhastin.
Tu hêz nikare li hember hêza jinê ya rêxistinkirî bi ser bikeve; mînaka herî mezin a li ber çavan, li çiyayên Kurdistanê ji aliyê gerîlayên jin ve hat nîşandan. Şoreşa Rojava wekî şoreşa jinê hat ragihandin û gelê Kurd bi giştî, bi taybetî jî jin, hîn jî li ser bingeha vê pîvanê parastina xwe ya cewherî pêk tînin. Di bin vê pêşengiyê de divê jin yekîtiya xwe biparêzin, xurt bikin û di nav piştgiriyê de xwe birêxistin bikin. Ji bilî vê, tu rêyeke din a çareseriyê teqez nîn e.
Rêber Apo, xwedî li ked û fedakariya jinên şoreşger ên ku têdikoşin derdikeve û nîşan dide ku ew li cem hemû jinan e. Serdema ku em tê de ne, wekî “serdema lehengiya jinê” ragihand. Di dîrokê de cara yekem e ku lehengiya jinê tê xwedî derketin. Hewldana jinên Kurd a ku bi êşên bêhempa pêşwazî kirin hemû jinên cîhanê, di dîrokê de şopeke nayê jibîrkirin hişt.
Heqîqeta jiyanê ya ku di kesayetiya jinê de hatibû windakirin, bi şervaniya berxwedêr a jinan paşve hat girtin û ew jin bûn ên ku jiyan gihandin heqîqeteke nû. Ev têkoşîn ne bi tenê alî, bi guhertin û veguherandina mêr jî meşandin. Li dijî zîhniyeta kujerê kastî, kesayetiya mêrê azad derxistin holê.
Rêber Apo “Serdema Lehengiya Jinê” ragihand; êdî ya mayî ew e ku jin xwedî li vê dîrokê derkevin, rêxistinbûna xwe zêde bikin û heta ku têkoşînê bigihînin hemû jinan hewl bidin. Rêxistinbûna di eksena hişmendiya parastina cewherî de, yekane dermanê jiyana jinan e. Jin gihîştine rêxistinbûna bi milyonan; ji vir û pê de, gihîştina bi milyonan jinên din e.

