Pêncşem, 4 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Komîsyon bi rojeva ‘Serdana Îmraliyê’ civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Kûrtûlmûş pêvajo kete ‘qonaxa herî krîtîk’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎSÎG: Meha Mijdarê 216 karkeran jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bahçelî daxuyaniya ‘sererastkirina qanûnî’ ya têkildarî pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber ku ji Meral Akşener re got, ‘Ev der Kurdistan e’ bi hinceta dosyayek din hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Qezayên madenê qeder nîne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ciwanekî li Lacanê birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aryen Arê mîna kelehekê bû; xwe li rêgezên azadiyê razandibû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bertek nîşanî biryara domandina girtina Akiş dan: Darbeya li îradeya gel didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    PDK’ê hêzek mezin bi çekên giran şandin Lacan û Xebatê 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Dayika Aştiyê Aliye Tîmur li Colemêrgê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên Îranê jineke Kurd binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Komunên jinên Kurd li Elmanyayê kampa sê rojan li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Suryan: Jin wê mîrateya me ya çandî bigihînin paşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Kanûnê ya rojnameya Newaya Jin hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevrêya timî ava dike, diafirîne: Şîlan Kobanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bexdayê meşa li dijî tundiya li ser jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên Îranê yên li ser jinên girtî didome

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kovara Komunar 20 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya hûnermend Rotînda derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolektîfa Saza Êzî stranên Zembilfiroş û Lavij ê Pîrê diyarî Rêber Apo kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Aix-en-Provenceyê ji bo konsera ‘Hebûn û Azadî’ eleqeyek mezin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Schuch: Li pêşberî karên li Rojava matmayî mam

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Jin ji bo Ayşe Tokyaz rabûn ser piyan: Hesab wê were pirsîn!
Jin

Jin ji bo Ayşe Tokyaz rabûn ser piyan: Hesab wê were pirsîn!

Li ser banga KCDP û GFF'Ê gelek jin li navçeya Kadikoy a Stanbolê kom bûn û polîsê berê Cemîl Koç ê ku xwendekara zanîngehê Ayşe Tokyaz qetil kir, protesto kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Li ser banga Platforma Em ê Qetilkirina Jinan Rawestînin (KCDP) û Federasyona Femînîstên Ciwan (GFF) gelek jin li navçeya Kadikoy a Stanbolê kom bûn û polîsê berê Cemîl Koç ê ku xwendekara zanîngehê Ayşe Tokyaz qetil kir, protesto kirin. Jinan ji Parka Mehmet Ayvalitaş heta Operaya Sureyya meşiyan. Di meşê de dirûşmeya “Hesabê Ayşe wê bê pirsîn”, “Patrîarkî binax bikin” û “Bijî jin!” berz kirin.

Hevalên Ayşe yên heman polê dixwînin, Dayika Şemiyê Hanîfe Yildiz a ku kurê wê Murat Yildiz di binçavan de hatiye windakirin, dayika Sedef Guler a ku bi tundiya mêr hatibû qetilkirin, Gulîzar Sezer jî beşdarî meşê bûn. Di meşê de pankarta “Ji bo Ayşe Tokyaz edalet” hat rakirin.

EV QETILKIRIN ENCAMA SIYASETA BÊCEZAKIRINÊ YE

Daxuyaniya KCDP û GFF’ê ji hêla Esra Dîcle ve hat xwend. Esra Dîcle diyar kir ku dewlet û hêzên ewlehiyê tevî hemû gilî û gazinên Ayşe Tokyaz ew neparastiye û anî ziman ku kujer gihîştiye agahiyên veşartî yên wekî agahiyên şaxsî û Ayşe desteser kiriye.

Esra Dîcle destnîşan kir ku serlêdanên xwişka Ayşe hatine paşguhkirin, îfadeya wê ya li qereqolê bi kujer re hatiye parvekirin. Esra Dîcle destnîlan kir ku ev qetilkirin jî di encama polîtîkayên li dijî jinan û ji ber bêcezahiştinê pêk hatiye.

Esra Dîcle bal kişand ser girîngiya Peymana Stenbolê û qanûna bi hejmara 6284 û got ku divê dewlet berpirsyariya xwe ya ji bo parastina jinan bi cîh bîne û wiha berdevam kir: “Dewlet ne tenê bi cezakirina kujeran, bi pêşîlêgirtina kujeran, parastina qurbanan û bicihanîna edaletê berpirsyar e. Bicihanîna wekheviya zayendî jî beşek ji vê berpirsyariyê ye.”

‘EM Ê DOZA AYŞE TOKYAZ BIŞOPÎNIN’

Esra Dîcle diyar kir ku ew ê doza Ayşe Tokyaz bişopînin û da zanîn ku ji bo ku kujer Cemîl Koç û hemû berpirsên werin darizandin, ew ê têkoşîna xwe bidomînin. Esra Dîcle wiha pêde çû: “Em ê dev ji vê dozê bernedin. Em ê li zanîngehan û li her qadên jiyanê têkoşîna xwe mezin bikin. Em ê ji vê sîstemê û ji van kujeran hesab pirsin. Em ê qetilkirina jinan bidin rawestandin.”

‘YÊN KU ÇAVÊN XWE LI VÊ HOVÎTIYÊ DIGIRIN SÛCDAR IN’

Hanîfe Yildiz jî got, “Berê baweriya min bi polîsan dihat û min bi destên xwe kurê xwe bir qereqolê. Piştre kurê min ji min standin û careke din nedan min. 30 sal in heman êşê dikşînim. Ez ê çawa vê êşê bi van dê û bavê re parve bikim. Ev hovîtî ye, qetilkirin e, zalimtî ye û yên ku çavê xwe jê re digirin jî sûcdar in!”

‘EM Ê AYŞE NEDIN JI BÎRKIRIN!’

Xwendekarên beşa Xizmetên Odeya Ameliyatê ya Zanîngeha Işıkê yên ku ji qetilkirina hevala xwe Ayşe Tokyaz re gelek xemgîn in, ev tişt anîn ziman: “Sûcê Ayşe çi bû? Tenê wê xwest azad bijî… Êdî bes e! Em jin naxwazin bên qetilkirin. Em ê Ayşe nedin jibîrkirin.”

‘BILA ÊDÎ EV BÛYER BÊN RONÎKIRIN”

Gulizar Sezer jî wiha axivî: “Tenê nav diguhere. Bûyer dîsa heman in. Lê piştî du rojan navê Ayşe jî wê bê jibîrkirin. Mîna ku Sedef a min hat jibîrkirin. Êdî em naxwazin ev bûyer di tariyê de bimînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Reşat Ozdîl piştî 31 salan hat berdan: Têkoşîn wê berdewam bike
Nûçeya Pişt re Li ser maseya dozgerê lêpirsîna ÎBB’ê dimeşîne makêta ‘Torosa spî’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Çarenûsa Demokrasiyê di Cîhaneke Manîpûlasyonê de

Demokrasî têgehek e ku têgihîştineke gerdûnî, çi ji hêla semantîk çi jî ji hêla felsefî…

Ji aliyê Kurdistan LEZGIYEVA

Li hemberî girtiyên siyasî kiryarên li dijî rûmeta mirovahiyê

Hate ragihandin ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 2'emîn a li Amedê serdegirtin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji Stenbolê piştgiriya ji bo ‘Meşa Azadiyê ya Mezin’

HDK'ê ji Stanbolê bi fenerên miradê piştgiriya xwe ya ji bo "Meşa Azadiyê ya Mezin"…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Ji ber ku ji Meral Akşener re got, ‘Ev der Kurdistan e’ bi hinceta dosyayek din hat girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di bîranîna Ozgur Ulkeyê de banga ji bo ‘heqîqet’ û ‘aştiyê’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Qamişloyê jinan li ser dîroka felsefeyê nîqaş kir

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Komunên jinên Kurd li Elmanyayê kampa sê rojan li dar xistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?