Şemî, 28 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bakirhan: Em li gel gelên Îranê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz wê bi şîara ‘Newroza Azadî û Demokrasiyê’ were pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên nexweş divê demildest bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arakçi-Huseyîn civiyan: Îran wê baregehên leşkerî yên DYE’yê yên li Iraqê hedef bigire

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlozof Holloway: ‘Azadiya Ocalan wê deriyê demokrasiyeke kûr veke’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Demir: Avêtina gavên zagonî xwedî girîngiyeke jiyanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xelkê Tilezêr bang li hikûmeta Iraqê kir: Pêdiviya Êzidiyan bi ewlehiyê heye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan aqûbeta windayan pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevî astengiyên cûrbecûr jiyan li gundê Bokriskanê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Vural jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê meşa ‘Mafê Hêviyê’: Bang sererastkirinên qanûnî li hikumetê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê ji bo hunermend Yedullah Mihemedî peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Kongra Star bernameya 8’ê Adarê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    12 salan de 5 hezar û 659 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bernameya çalakiyên 8’ê Adarê ya TAJÊ eşkere bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Şehîd Rûken Çilaxa bi merasîmekê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê meşa 8’ê Adarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Humsê 2 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Rojnameya Komînal dest bi weşanê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Alper: Kurd bi tenê nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bikaranîn û pêşvebirina zimanê Kurdî erka mirovî û neteweyî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Lêkolînên Kurdî bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê dayikê derkeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Jin ji bo Colemêrgê li Stenbolê nobetê digirin
Jin

Jin ji bo Colemêrgê li Stenbolê nobetê digirin

Jinên ku li Stenbolê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê pêşengiya çalakiya nobetê dikin, ragihandin ku bi gotina “Em ê rê nedin qeyûman” ew li ba gelê Colemêrgê ne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Çalakiya nobetê ya Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê ku li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê li Qada Şîşhane ya Beyoglûyê dabûn destpêkirin, bi aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a DEM Partiyê re di roja 10’emîn de ye. Di çalakiya bi dirûşma “Jin ji bo Colemêrgê li ser piyan in” tê lidarxistin de, jinan tîşortên bi nivîsa “Qeyûm bicehime” û “Jin jiyan azadî” li xwe kirin.

Pankarta bi Kurdî û Tirkî “Jin li dijî darbeya qeyûman li ber xwe didin” hat vekirin. Qad bi pankartên “Dest nede vîna min”, “Zimanê min bedena min e”, “Em duh bi ser ketin, sibê jî bi ser bikevin”, “Nûnertiya wekhev, jiyana wekhev”, “Ji Denîz Poyraz re edalet” hatin xemilandin. Di çalakiyê de dovîzên “Bijî berxwedana zindanan” û “Viyan Tekçe vîna me ye” hildan û b¨navber dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “Em bêdeng namînin, natirsin, îtaat nakin” berz kirin.

‘EM LI WANÊ BI SER KETIN, EM Ê LI VIR JÎ BI SER BIKEVIN’

Ji Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM) Serpîl Topal diyar kir ku zîhniyeta serdest a mêr dixwaze bi polîtîkayên qeyûman vîna jinan bişkîne û got: “Em ji bo hevgirtina jinan a ji Kurdistanê heta Stenbolê mezin bikin, li vir in. Berxwedana jinan li kolanan deng vedide. Ti dewleteke mêr nikare hevgirtina jinan tine bike. Em bi Colemêrgê re ne.” 

Sekretera Giştî ya Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) Fîdan Ataselîm jî wiha got: “Êrîşî vîna gelê Kurd, vîna jinê dikin. Bi zextan hewl didin bitirsînin. Ew bi ser nekin û wê bi ser nekevin. Ev têkoşîn û ev berxwedan naqede. Em ê azad bijîn. Em li Wanê bi ser ketin, li vir jî em ê bi ser bikevin.”

Ji Nan û Gulê Elîf Turgut jî axivî û go: “Qeyûm tê wateya desteserkirina vîna jin, gelan, gelên bindest û kedkaran. Bi polîtîkayên qeyûman re qadên jiyanê yên jin û zarokan teng dikin. Em qeyûman qebûl nakin.” 

Ji Meclîsa Jinan a KESK’ê ya Stenbolê Nazîfe Bayrak Tosû jî got, “Em ê destûrê nedin ku mafê gelê Kurd ê dengdayîn û hilbijartinê bê binpêkirin. Em li ba gelê Colemêrgê ne. Jin wê rê nedin qeyûman.” 

Ji Partiya Şoreşger Gamze Taşçi jî got, “Em jin li van qadên berxwedanê hatin gel hev. Em dest ji têkoşîna xwe ya jinê bernadin. Têkoşîna tevgera jinên Kurd a li dijî qeyûman ji bo me hemûyan mînak e. Ji ber vê yekê em li vir in, em ê li ber xwe bidin.” 

Hevseroka Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan jî diyar kir ku ji bo bibêjin ‘qe’yûm bicehime’ nobetê digirin û got: “Gotina qeyûm tê wateya tinekirina ferd, civak, jin û zarokan. Em ê li dijî vê yekê têkoşîneke xurt û berxwedaneke xurt nîşan bidin.” 

Çalakiya nobetê bi konsera muzîkê dewam kir. Jinan li ber kilamên hunermenda MKM’ê Dengbêj Xalîde govend gerandin. Dema ku tarî bû jinan roniyên telefona xwe vêxistin û qad ronî kirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Nobetên li dijî desteserkirinê dewam dikin: Em hiqûqa we ya dijminatiyê nas nakin
Nûçeya Pişt re Xelîl: Dewleta Tirk dixwaze şer girantir bike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rêxistinên Kurd ên li Rûsya û Yekîtiya Dewletên Serbixwe ji bo Rojava bang kirin

Rêxistinên Kurd ên li Rûsyayê û Yekîtiya Dewletên Serbixwe, li dijî êrîşên li ser Rojava…

Ji aliyê Stêrk TV

Bayik: Ji kongreya destpêkê bêhtir wezîfeyên giran li pêşiya me ne

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik got, "Ne weke damezrînerên li kongreya destpêkê, lê…

Ji aliyê Stêrk TV

Xelkê Hesekê, Hol û Til Temirê bertek nîşanî komkujiya li Helebê dan

Bi hezaran gelê Hesekê, Hol û Til Temirê sûc û komkujiyên ku çeteyên hikumeta demkî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li gelek bajaran çalakiyên 8’ê Adarê hatin lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Kongra Star bernameya 8’ê Adarê eşkere kir

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

12 salan de 5 hezar û 659 jin hatin qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Bernameya çalakiyên 8’ê Adarê ya TAJÊ eşkere bû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?