Li Heleb, Şehba û Minbicê jî bi boneya 25ˈê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî meşên girseyî hatin lidarxistin.
HELEB
Li Helebê jî bi boneya 25ˈê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Naveteweyî meşek ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan û Kongra Star ve hat lidarxistin.
Di meşê de wêneyên Rêber Apo, wêneyên şehîdên Komkujiya Yekemîn a Parîsê (9ˈê Çileya 2023) Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û fermandara YPJˈê Jiyan Tolhildan ku 22ˈyê Tîrmeha 2022ˈyan di êriîa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûbû, hatin hildan.
Meş li Çerxerêya Rêber Apo ya li herêma Cebanat a taxa Şêxmeqsûdê sekinî. Endama rêxistina Kongra Star a Helebê Emîne Beyrem û rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan Reşa Milhim axivîn.
Emîne Beyrem diyar kir ku felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” ya ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye ji tevahî şoreşgeran re bûye dirûşmek û azadiya civakê bi azadiya civakê ve girêdayî ye.
Reşa Milhim bi boneya 25ˈê Mijdarê şehîdên azadiyê bi bîr anî û diyar kir ku berxwedana jinan a ji bo azadiyê dê raneweste. Reşa Milhim berxwedana Rêber Abdullah Ocalan a li hemberî pergala êşkence û qirkirinê silav kir û da zanîn ku şoreşa jinan a xwe dispêre felsefeya Rêber Abdullah Ocalan wê heya azadiyê bidome.
MINBIC
Li Minbicê jî li dijî tundiya li ser jinan meşeke girseyî hat lidarxistin.
Piştî meşê li Çerxerêya Mêzan a navenda bajar mîtîng hat lidarxistin. Di mîtîngê de hevseroka Meclisa Gelan a Demokratîk a Kantona Minbicê Sîham Hemo axivî.
Sîham diyar kir ku Şoreşa 19ˈê Tîrmehê şoreşa jinên azad e û got: “Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi felsefeya Jin, Jiyan Azadî ji tevahiya jinên li cîhanê re bûne mînak. Ev dirûşme di navaroka xwe de wateyên berxwedan û têkoşînê hildigire. Jin wê têkoşîna azadiyê bidomîne.”
Sîham soza domandina têkoşîna bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” da.
Mîtîng bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.
ŞEHBA
Rêxistina Kongra Star a kantona Efrînê – Şehbayê bi boneya 25′ê Mijdarê meşek li bajarokê Ehdas ê Şehbayê li dar xist. Bi hezaran koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê beşdarî meşê bûn.
Meşvan ji çerxerêya bajêr heta pêşiya Desteya Perwerede û Hîndekariyê meşiyan. Li wir endama Kongra Star Rodîn Mihemed berxwedana jinan a li Şehba, Efrîn û tevahî cîhanê silav kir.
Rodîn Mihemed wiha got: “Jinên li Kurdistanê kesayeta xwe di tevahî aliyên siyasî, aborî, çandî û hwd de li hember zîhniyeta baviksalar îsbat kir û ji bo azadiya xwe tê koşiya.”
Dûre endama Kongra Star Reca El Hisên axivî û diyar kir ku tundî ji hêla desthilatdariyê ve bi her şêweyî li ser civakê tê meşandin û ji bo şikandina tundiyê divê berxwedan geştir bibe.
Meş bi dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.