Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ragihand ku ji bo firotina sîstema parastina hewayî bi Yewnanistanê re peymanek ji 3 milyar Euroyî hatiye îmzekirin. Wezaretê peyman weke yek ji peymanên herî mezin ên firotina parastinê ya dîroka Îsraîlê pênase kir.
Di çarçoveya peymanê de ku li Tel Avîvê hate îmzekirin, Îsraîl wê ji bo Yewnanistanê sîstemeke parastina hewayî ya berfireh a bi navê “Mertalê Aşîl” ava bike.
Di nava sîstemê de wê David’s Sling a Rafaelê, sîstema (IAI)) BARAK MX a Israel Aerospace Industries û sîstema parastina hewayî ya Sypder a Rafaelê hebe.
Her wiha wê radarên MMR ên pir wezîfeyî yên Eltayê jî tevlî sîstemê bê kirin.
Li gel peymanê wê Yewnanistanê bi nirxê 26 milyar Euroyî sîstemên Drone Dome jî bikire. Sîstemên ku ji aliyê Rafael ve hatine çêkirin wê li hemberî amûrên hewayî yên bêmirov ji bo parastinê û ewlekirina navendên stratejî bêne bikaranîn.
FAKTORA TIRKIYEYÊ
Peymana hate îmzekirin ne tenê ji bo peydakirina çekan e, di heman demê de xurtkirina hevkariya navbera pîşesaziya parastinê ya herdu welatan jî digire nava xwe. Tê payin ku di vê çarçoveyê de agahiyên teknîkî û teknolojiyê jî pêşkêşî Yewnanistanê bêne kirin.
Bernameya bi 3 milyar Euroyî weke gaveke nû ya nêzîkbûna li hev a stratejîk a Îsraîl û Yewnanistanê tê dîtin. Peyman di demekê de hate îmzkirin ku li Rojhilatê Derya Spî di navbera Tirkiye û Yewnanistanê de rageşî dewam dike.

