Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan (HRANA) li ser cezayê darvekirin û cezayê giran ê girtîgehê yê li welatiyên Îsfahanê hate birîn raporek weşand.
Di raporê de hat diyarkirin ku dadweriya rejîma Îranê, di doza ku wekî “Meydana Şuhedayê ya Îsfahanê” tê naskirin, ji bo 10 çalakvanan cezayê darvekirinê û ji bo 16 girtiyan jî bi giştî 256 sal cezayê girtîgehê biriye. Ev her 16 kes, zivistana bihurî di dema xwepêşandanan de hatibûn girtin.
Li gorî biryarê; ji bo Newîd Elyasî, Ebulfazl Dadguster, Mehdî Mensûrî, Ehmedreza Seîdî, Mîhrdad Buêrî, Mihemedmehdî Esedî, Armîn Xulamî, Parsa Ceferî, Mehdî Ceferî û jinek bi navê Terane Rehimî, ligel cezayê darvekirinê 11 sal cezayê girtîgehê jî hat sêpandin. Di heman demê de, ji bo çalakvanên bi navê Romîna Rehimî, Mîlad Buêrî, Hamîd Mîhreliyan, Setayîş Saîdî, Secad Abidî û Elî Buêrî jî di navbera 16 heta 36 salan de cezayê girtîgehê hat birîn.
Hate ragihandin ku di îddîanameyê de tu tohmetên rasterast ên kuştinê li ser van kesan nînin û tohmeta sereke tenê “civîn û komplo li dijî rejîma Îranê” ye. Parêzeran rexne li dadgehê girtin ku dema pêwîst nedane wan da ku belgeyên dozê lêkolîn bikin. Parêzer destnîşan dikin ku ev ceza bi rêya îtirafên bi darê zorê û di bin îşkenceyê de hatine sêpandin.
Niha jinên girtî yên vê dozê di Zîndana Dewletabadê de û zilam jî di Zîndana Destgerdî ya Îsfahanê de tên girtin. Ev biryarên giran, wekî parçeyek ji pêla dadgehkirina komî ya girtiyên xwepêşandanên dawiya sala 2025’an a li Îranê tê nirxandin.

