Serokatiya Daîreya Xizmetên Malbatê û Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û midûriyetên polîtîkayên jinan ên şaredariyên navçeyan li hemberî komkujî û tundiya li hemberî jinan ku dema dawî zêde bûne, ji bo bala raya giştî bikişînin mijarê li nava gundan digerin û bi jinan re dicivin.
Kar di çarçoveya kampanya ‘Gotina me neqediya ye, em ê tundiyê bi hev re rawestînin’ tê meşandin û meheke li qadê bi rengekî çalak dewam dike.
Tîmên şaredariyan li gel navçeyên navendî li nava gundan digerin, bi jinan re hevdîtinan dikin, civînan lidar dixin, balê dikişînin ser tundiyê û bi taybetî balê dikişînin ser cûreyên tundiyê yên nayê dîtin ên weke tundiya psîkolojîk û aboriyê.
Tîmên jinan li pirsgirêkên jinan guhdarî dikin, van pirsgirêkan yek bi yek dinivîsînin û pêşniyarên çareseriyê dinirxînin.
Xebatkara Navenda Pêkanîn û Lêkolîna Pirsgirêkên Jinan a Amedê (DÎKASÛM) civaknas Euyulem Kaya ku di çarçoveya vî karî d li qadê ye, anî ziman ku karê wan bêdawî ye û li her qada ku xwe digihînin, wê bi jinan re civînan lidar bixin.
Eylem Kaya anî ziman ku bi taybetî jinên li gundên bejahî beriya pirsgirêkên xwe guhê xwe didin pirsgirêkên malbatê û gund û ragihand ku ev yek sedemeke nixumandina tundiyê ye. Eylem Kaya diyar kir ku bi rêya karê hişyarkirin û agahdarkirinê ew dixwazin tundiya mêr a li dijî jinê û kuştina jinan kêm bikin.
Eylem Kaya ragihand ku tundî pirsgirêkeke cidakî ye, polîtîkaya bêcezahiştinê jî di vir de bi bandor e û qala karên xwe û bandora vî karî li nava jinan kir.
‘DI NAVA HEFTEYEKÊ EM ÇAR BÛYERÊN KUŞTINA JINAN DIBIHÎZIN’
Eylem Kaya diyar kir ku dema dawî bûyerên kuştina jinan zêde bûne û got, “Qirkirina jinê gelekî zêde bûye. Em agahiyên gelekî giran werdigirin. Bi taybetî li Amedê di nava hefteyekê de em çar bûyerên kuştina jinan dibihîzin. Mirina bi guman jî di nav vê yekê de ye. Li ser vê yekê bi kampanya ‘Em li ber qirkirina jinê radibin’ me dest bi vî karî kir. Me hem li gundan hem li taxan hem jî li parkên navendî dest bi vî karî kir û kampanyayê didin bihîstin. Em niha li gundekî Licê ne, sibe em ê biçin Pasûrê. Di heman demê de êvaran jî em li parkan kar dikin.”
‘ZAROKÊN KEÇ LI TUNDIYA DÎJÎTAL RAST TÊN’
Eylem Kaya got, têkildarî tundiya dîjîtal û psîkolojîk a li hemberî jinan ew agahdariyê dikin û bi vî rengî qala sedema vê pêwîstiyê kir: “Gelekî zêde bû. Bi taybetî li dibistanan zarokên keç gelekî lê rast tên. Em dibihîzin ku ji ber vê yekê jî hewldanên xwekuştinê rû didin. Li pêşberî tiştên ji ber sûcên sîber lê rast tên, bêçare dimînin. Mixabin ji ber ku haya wan ji mekanîzmayên serlêdanê zêde nîne û ji malbatên xwe jî piştgiriyeke rast nabînin, zarok întihar dikin. Em dixwazin vê yekê rawestînin. Ji bo nîşanî wan bidin ku gelek mekanîzma hene ku dikarin serî lê bidin û em bi wan re ne, em vî karî dikin.”
‘JIN XWE JI VEGOTINA TUNDIYÊ VEDIGIRIN’
Eylem Kaya li ser pêvajoyên piştgiriya hiqûqî û psîkolojîk a ji bo jinan got, “DÎKASÛM bi Baroyan re xwedî protokolê ye û bêyî ku bendewariyeke xwe ya madî hebe yekser piştgiriyê dide wan jinan ên ku piştgiriya hiqûqî dixwazin. Jineke ku tundî lê hatibe kirin, zehmetiyê dikişîne ku biçe psîkolog. Em dibihîzin ku dibêjin, ‘Ez ne dîn im’ yan jî ‘Eger cîrana min bibihîze wê ji min re bibêje dîn e’.
Em destpêkê neçar dimînin ku têkiliyeke cihê baweriyê dînin. Çûyîna gel psîkolog nayê wateya dînbûnê; tê wateya pêwîstiya bi alîkariya psîkolojîk. Em vê yekê bêpere dikin. Ji bo yên nikarin bên em seansên online dikin, yên dikarin bên jî li navendê karê bi zimanê dayikê tê meşandin.”