Nakano Takeko, di sala 1847’an de li nêzîkî herêma Aizu (Parêzgeha Fukushima ya îro) di salên dawîn ên Serdema Edo de ji dayik bû. Di wê demê de, Japonya civakek girtî bû ku ji hêla axayên feodal (daimyo) ve dihat birêvebirin. Jin bi gelemperî bi rol û karên navmalê ve sînordar bûn, lê li hin herêman bi taybetî di malbatên samûrayî de, jin jî hînî hunerên şer dibûn.
HÎNÎ HUNERA NAGÎNATA DIBE
Nakano ji temenê xwe yê biçûk ve weke zarokek jîr û biryardar derket pêş. Bavê wê, samûrayekî pilebilind bû û perwerdehiya keça xwe esas digirt. Ew bû xwendekara Itō Naokata ku yek ji mamosteyên jin ên kêm peyda dibûn. Itō Naokata hem wêjeya klasîk a çînî û hem jî bikaranîna naginata (şûrek dirêj mîna rimê) hînê wê kir. Bi vê perwerdeyê re, Nakano di demeke kurt de hem bû xwendekarek zana û hem jî şerkerek pispor.
Nakano, di temenê xwe yê biçûk de li herêma Aizu zarokên keç fêrî hunera nagînata kir. Wê her wiha dîrok û wêjeya Çînî xwend, bi taybetî nivîsên li ser Mulan û şervanên jin ên Çînî bandor li wê kirin. Di vê serdemê de piştî hilweşîna Şogunata Tokugawa û Restorasyona Meiji, Japonya ber şerekî navxweyî yê mezin ve diçû. Di sala 1868’an de, Şerê Boshin destpê kir. Vê yekê rê li ber şerê di navbera hêzên alîgirê Tokugawa û hêzên alîgirê Împeratoriyê de vekir.
Bajarê Nakano Takeko herêma Aizu, dilsozê şogunatê ma û ji ber vê yekê ji hêla artêşa Împeratoriyê ve hate dorpêçkirin. Di wê demê de destûr ne hat dayîn ku Nakano di artêşê de cih bigire. Lê wê li dijî vê qedexeyê biryar da ku yekîneya xwe ya jinan bêyî ku li bendê destûrê bimîne ava bike.
YEKÎNEYÊN ŞERVANÊN JIN AVA DIKE
Nakano Takeko yekîneyeke şervanên jin ê bi navê Joshitai (娘子隊) ava kir, ku piranî ji jinên ciwan û jinên jinebî pêk dihat. Ev yekîne biryardar bû ku bi mêran re li heman eniyê bi rengekî wekhev şer bikin. Çekên wan bi gelemperî nagînata bûn; tevahî jinên yekîneyê ji aliyê Nakano ve hatibûn perwerdekirin.
Şervanên jin tevî mêran cihên xwe di eniyên parastina Keleha Aizu de girtin. Civaka Japonî li hember vê rewşê matmayî mabû. Ji ber ku cara yekem e dibûn şahidê rewşek bi vî rengî. Di çavên civakê de ji ber zîhniyeta serdest a mêr, divê jin li malê bi karên navmalê re mijûl bibe, lê Nakano û hevrêyên wê çûn qada şer û sînorên wêrekiya jinan derxistin pêş.
ŞERÊ LI AIZUYÊ Û MIRINA BI QEHREMANÎ
Di payîza 1868’an de dema dorpêçkirina herêma Aizu destpê kir, Nakano Takeko û yekîneyên wê yên Joshitai li Eniya Bakur beşdarî şer bûn. Li gorî tê gotin, Nakano bi tena serê xwe çend leşkerên dijmin bi nagînata kuştin. Lê belê di Cotmeha 1868’an de di dema şerê dijwar de ew ji sînga xwe bi giranî birîndar bû.
Beriya ku jiyana xwe ji dest bide dibêje, “Serê min ji dijmin re nehêlin. Bila malbata min, min wekî samûrayeke serfiraz veşêre.” Ev gotina wê di dîroka Japonyayê de weke pîvaneke ku nayê jibîrkirine.
HER SAL DI FESTÎVALÊ DE TÊ BÎRANÎN
Hevrêya wê Yamamoto Yūko ku ew jî endama yekîneyê ye daxwaza wê bicîh anî, serê Nakano jê kir û li Perestgeha Hokai (法界寺) ya herêma Aizu veşart. Heta roja îro, kevirê gorê û abîdeyek ku Nakano Takeko bi bîr tîne li wê perestgehê tê parastin. Ji bo bîranîna wê, her sal di meha Cotmehê de festîvala Aizu Sonbyo Matsuri (会津戦没者祭) tê lidar xistin û jin bi kincên kevneşopî di festîvalê de dansa nagînata dikin.
Di dîroka Japonyayê de Nakano Takeko wekî yek ji nûnerên dawîn ên kevneşopiya “onna-bugeisha” (jinên şerker) tê hesibandin. Mirina Nakano weke sembola dawî ya çanda Samûrayî ye.
Li Japonyaya nûjen, navê Nakano Takeko weke jinên wêrek, welatparêzî û îdeala wekheviyê tê bîranîn. Li gelek dibistanên Japonî, çîroka wê wekî mînakek “lehengiya jinan” tê hînkirin. Hin dîroknasên femînîst wê weke “jinek ku hebûna xwe di çanda samûray a ku ji hêla mêran ve serdest e de parastiye” şîrove dikin.
Gotina Nakano “Rûmet ji jiyanê bi qîmetir e” îro jî di tevgerên jinên Japonî de cihekî sembolîk digire.
Çavkaniya wêneyê: Wikimedia Commons