Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê wê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê meş û mitîng were li dar xistin. Jinên ji Rojhilat, Rojava û Bakur ên li Elmanyayê dijîn, bang li hemû jinan kirin ku tevlî çalakiyê bibin.
Di bangê de hate destnîşankirin ku 8’ê Adara îsal wê li ser bingeha xwedîderketina li destkeftiyên dîrokî yên berxwedana jinan were pêşwazîkirin. Jinan ji bo mezinkirina piştevanî û xurtkirina têkoşîna azadiyê ya jinan banga tevlîbûna meş û mitîngê kirin.
Jina bi navê Besra Guler ku têkildarî çalakiyê axivî, diyar kir ku 8’ê Adarê ji bo hemû jinan xwedî wateyekî taybet e û anî ser ziman ku jinên Kurd li Rojava, Rojhilat , li herêmên din ên Kurdistanê sembol û pêşengên têkoşîneke jiyane azad in. Guler bang li hemû jinên Kurd ên li eyaleta NRW’ê jiyan dikin kir ku bi cil û bergên xwe yên neteweyî tevlî çalakiya di 7’ê Adarê de were lidarxistin bibin.
Semtra Temel jî diyar kir ku 8’ê Adara îsal ji bo jinên Kurd û têkoşîna azadiya Kurd rastî demeke dîrokî tê û bilêv kir ku li gelek herêmên Kurdistanê şer dewam dike û destkeftiyên jinan tên hedefgirtin. Temel anî ziman ku ji ber vê yekê pîrozbahiyên 8’ê Adarê wê li ser bingeha xwedîderketina li destkeftiyên jinan pêk were.
Ayten Sunger jî destnîşan kir ku 8’ê Adarê wekî encama berdêl û têkoşînên ku bi salan dewam kir, tê pîrozkirin û got ku wekî jineke Elewî ya Kurd hem ji ber nasname û hem jî baweriya xwe têkoşîneke zehmet dimeşîne.
Jina bi navê Pervîn a Rojhilatî 8’ê Adarê diyarî Rêber Apo û gerîlayên azadiyê kir û jinên ku li seranserê Kurdistanê têkoşîna azadiyê dimeşînin silav kir. Pervîn diyar kir ku têkoşîna azadiyê ya jinan wê dewam bike.
Sîdar Ayhan jî bang li hemû jinên Kurd û dostên wan kir ku tevlî meşa ku wê di 7’ê Adarê de li Dusseldorfê were li dar xistin bibin û got ku ji bo silavkirina şoreşa jinan a li Rojava divê bi hev re li qadan bin.
Jina bi navê Ronak a Rojhilatî hemû jinên ku ji bo azadî û wekheviyê têdikoşin silav kir û bilêv kir ku jinên Kurd li Başûr, Rojhilat, Bakur û Rojava tevî şert û mercên zehmet jî têkoşîna azadiyê dimeşînin.
Jina bi navê Cemîle bi taybet jinên ku li Rojava û Rojhilat li ber xwe didin silav kir û got ku qwêrekî û berxwedana jinan li seranserê Kurdistanê çavkaniya hêviyê ye.
Nafya Mihemed a Rojavayî jî diyar kir ku jin di avakiya jiyan û civakê de rolekî girîng dilîzin û wiha got, “jin jiyan e. Li Rojava jin di her qadê şer û jiyanê de kedkarê avakinê ne. Em ji bo destkeftiyên gelê Kurd û jinan li ser erka xwe ne.”

