În, 31 Cotmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    10 kes êrîşî rojnamevan Ezgî Soysal kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol krîtîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya Îmralî û Erdogan wê sibe saet 17.30’an bicive

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tecrûbeya Kolombiyayê: Aştî, muzakere û bandorên li ser pirsgirêka Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê gavên hiqûqî û siyasî demildest bikevin meriyetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Birêz Abdullah Ocalan û PKK’ê, rol û mîsyona xwe pêk anîn’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Çalakvana Kurd Zîlan Kemanger li Kamyaranê hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRD: Em ê pênûs û kamereyên we li erdê nehêlin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Axîn Cûdî û hevrêyên wê li Mexmûrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ: Bûn dengê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê şehîd hatin bibîranîn: Li Şengalê jiyan bi saya şehîdan pêkan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Gelê Ereb a Şengalê tundiya li ser jinan şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TAJÊ pêngava ‘Xwe Nekuje, Her Xwekuştinek Fermanek e’ da destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star: Em ê xeyalên Mamoste Hêvî pêk bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hawje Hesen li Îngîlistanê hêjayî xelatê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên Îranê jineke Kurd a dayika 2 zarokan qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-F: 8’ê Mijdarê em ê bibin lehiya azadiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPJ’ê di salvegera ‘artêşbûna jina azad’ de merasîmek lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Awazên Çiya albûmekê nû derdixe: Têkoşîn û berxwedan bêyî hunerê nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê ‘Serçavan-Rojên Film destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Farqîn Azad li Parîsê sala xwe ya 35’an a hunerê bi konsereke bi coş pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Şehîd Herekol bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Enqereyê Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Antoliyayê hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Rêya Azadiyê te Dayikên Kurdan- Jinên Kurd Vedibêjin’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
Hikûmeta veguhêz deriyê Dêr Hafirê bombebaran kir
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî destpê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Jinan ji bo azadiya Rêber Apo name ji Konseya Ewropayê re şandin
Jin

Jinan ji bo azadiya Rêber Apo name ji Konseya Ewropayê re şandin

Rêxistinên jinan ji bo ‘mafê hêviyê’ yê Rêber Apo were bicihanîn, nameyek ji Konseya Ewropayê re şandin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 31. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Yekitiya Jinên Êzidî ya Elmanyayê (SMJÊ), Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava û Yekitiya Jinên Moskov û Ermenistanê ji bo Rêber Apo bikaribe ji mafê hêviyê sûdê bigre û dewleta Tirk li gorî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê gavên pêwist bavêje, name ji Konseya Ewropayê re şandin.

Rêxistin, sazî û tevgerên jinan di destpêka nameyê de bal kişandin ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye destpêkirin û diyar kirin ku ji bo pêvajo bigihîje encamê divê Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe. Her wiha ev tişt jî hate gotin: “Em wek sazî, rêxistin û tevgerên jinên Êzidî vê nameyê pêşkêşî we Konseya Ewropayê dikin. Li seranserê cîhanê şerên gelek dijwar diqewimin. Bi hezaran mirov, jin û zarok dibin qurbaniyên van şeran. Di vê serdema dijwar de ku weke şerê cîhanê yê sêyemîn tê binavkirin deriyek ji bo çareserî û aştiyê vebûye. Li Tirkiyeyê pêvajoya aştî û civaka demokratîk ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin. Ev pêvajo jî bandora xwe ji her alî ve li tevahî Rojhilata Navîn û cîhanê dike. Ger ev pêvajo bi awayekî serkeftî bi encam bibe wê gelek alî û gel ji vê pêvajoyê bi awayekî erênî sûdê bigrin.

27 sal in Rêber Abdulah Ocalan li Girava Îmraliyê di bin zext û tecrîdeke giran de tê girtin. Rêber Abdullah Ocalan nûnerê bi milyonan mirovan e ku em jî wek civaka Êzidî wî ji bo xwe weke Rêber û pêşengek dibînin. Di heman demê de jî bi milyonan mirov bi fikir û ramanên wî dimeşin. Em dixwazin destnîşan bikin ku muxatabê çareseriyeke mayînde Rêber Ocalan e. Bêyî wî û fikir û ramanên wî  aştiyeke mayînde li Rojhilata Navîn û cîhanê pêk nayê.”

Di nameyê de hat destnîşankirin ku li Tirkiyeyê bi hezaran girtî hene, hemû jî ji mafê hêviyê bêpar tên hiştin û ev tişt hat diyarkirin: “Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê destnîşan dike ku girtiyek nabe heya dawiya emrê xwe di zindanê de bê girtin. Dewleta Tirk jî vê zagonê weke zagon dipejirîne lê bi van kiryarên xwe pêk nayne. Konseya Ewropayê çend car in ji bo Rêber Ocalan û hemû girtiyan ji bo mafê hêviyê bang li dewleta Tirkiyeyê dike ku mafê hêviyê ji bo Rêber Ocalan û hemû girtiyan bi cih bîne lê dewleta Tirk di vê mijarê de tu gav navêje û guhertinek çênake.”

Di dawiya nameyê de rêxistin, sazî û tevgerên jinên Êzidî fermana 3’yê Tebaxa 2014’an bi bîr xistin û dan zanîn ku civaka Êzidî bi taybetî jinên Êzidî 74 ferman jiyane ku fermana herî dawî 3’yê Tebaxa 2014’an pêk hatiye û bi saya fikir û ramanên Rêber Apo ji fermana dawî rizgar bûne. Di dawiyê de ev bang hate kirin: “Em weke civaka Êzidî Rêber Ocalan weke parêzvan û rizgarkerê xwe dibînin. Yê ku civakek ji qirkirinê rizgar bike û biparêze, nabe di zindanê de be. Ji ber vê yekê jî em daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê xwe dikin. Em ji we jî dixwazin ku mafê hêviyê bê bicihanîn. Nabe girtiyek heta hetayê di bin zextên giran de li zindanê bê girtin. Em weke civaka Êzidî ji we daxwaz dikin ku mafê hêviyê ji bo Rêber Ocalan û hemû girtiyan bê bicihanîn. Her wiha biryara mafê hêviyê ku weke Konseya Ewropayê we di 18’ê îlonê de girtiye di ber çavan de derbas bikin û ji bo dewleta Tirk biryara we ya ji bo mafê hêviyê pêk bîne zext lê bê kirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Awazên Çiya albûmekê nû derdixe: Têkoşîn û berxwedan bêyî hunerê nabe
Nûçeya Pişt re QSD’ê sersaxî ji malbata El Henşel ê bi qezayekê wefat kir re xwest
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Rojava xebatên çand û hûnerê îsal jî zêde bûn

Hevseroka TEV-ÇAND’ê Sûmeye Mihemed diyar kir ku sala 2023'an ji bo xebatên çand û hunerê…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 7’Ê ADARA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Foza Yûsif: Li dijî êrîşan divê em parastina xwe xurt bikin

Endama Dîwana Hevserokatiyê ya PYD'ê Fuza Yûsif anî ziman ku şerê li Rojhilata Navîn şerê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

10 kes êrîşî rojnamevan Ezgî Soysal kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

MSD’ê êrîşa li ser rêya Şam-Siwêdayê şermezar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Bahoza Melissa: Li Haitî herî kêm 20 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çalakvana Kurd Zîlan Kemanger li Kamyaranê hat binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?