Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Agiriyê bi dirûşma “Em li dijî tundiya dewleta mêr serî hildin û em bi israr in” starta çalakiyên ku wê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê li dar bixin da. Jinên ku ji avahiya Bajêr a DEM Partiyê ya Agiriyê heta Kolana Cumhuriyetê meşiyan, li vir daxuyanî dan. Rêxistinên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan, hevşaredar, Parlamentera DEM Partiyê ya Agiriyê Necla Demîr û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Parlamenter Demîr daxuyanî xwend.
Demîr bal kişand ku li gorî daneyên ku hatine bidestxistin di navbera salên 2010-2019’an de 2 hezar û 996 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin û bal kişand ser qetilkirina jinan ku roj bi roj hejmara wan zêde dibe. Demîr, wiha got: “Ev daneyên ku veguherîn qetlîamê, encamên polîtîkayên hikûmetê ne. Dewlet li şûna ku li hemberî tundiya mêr tedbîran bigire, li dijî destkeftiyên ku jinan bi kedeke mezin bi dest xistine, şer îlan kir. Em careke din ji rayedarên dewletê yên ku li vî welatî rêve dibin dipirsin; Gulistan Doku ya ku ev 4 sal in winda bûye li ku ye?”
Demîr, banga mezinkirina hevgirtina jinan kir û wiha domand: “Em ê bibin dengê jinên ku ji aliyê zîhniyeta zilamsalarî û dewleta mêr ve hewl tê dayîn ji civakê bên îzolekirin. Divê qanûna bi hejmara 6284’an a di derbarê parastina mafên jinan de bi Peymana Stenbolê bê xurtkirin û destekkirin. Divê kujerên jinên yên ku tundiyê li jinan dikin, ne bi edaleta mêr, li dadgehan bi edaleta rast werin darizandin. Divê demildest dawî li siyaseta bêcezakirinê bê anîn.”
Demîr, herî dawî wiha got: “Em jin dê biguherînin! Jin wê faşîzmê têk bibin, tecrîdê bişkînin û ji qeyûman xilas bibin! Têkoşîna jinan a ji bo wekhevî û azadiyê wê teqez bi ser bikeve. Jin, jiyan, azadî.”
Piştî daxuyaniyê bernameya 25’ê Mijdarê hate eşkerekirin. Bername wiha ye:
* 11’ê Mijdarê: Dê li gundê Kayayê civîn bê lidarxistin.
* 12’ê Mijdarê: Dê li gundê Akbulgurê hevdîtina jinan bê lidarxistin.
* 13’ê Mijdar: Li gundê Aşkaleyê dê atolyeya jinan bê lidarxistin.
* 14’ê Mijdarê: Li Taxa Navendî ya Agiriyê dê atolyeya jinan bê lidarxistin.
* 15’ê Mijdarê: Li navçeya Dutaxê dê hevdîtina jinan bê lidarxistin.
* 16’ê Mijdarê: Li Taxa Navendê ya Agiriyê dê civîna jinan bê lidarxistin.
* 17’ê Mijdarê: Li Taxa Navendê ya Agiriyê dê civîna jinan bê lidarxistin.
* 18’ê Mijdarê: Li navçeya Bazîdê dê atolyeya şerê taybet bê lidarxistin.
* 19’ê Mijdarê: Li navçeya Giyadînê dê hevdîtina jinan bê lidarxistin.
* 20’ê Mijdarê: Ji jinên li Girtîgeha Çerkezê re dê qert bên şandin.
* 21’ê Mijdarê: Li Taxa Navendî ya Agiriyê dê atolye were lidarxistin.
* 22’yê Mijdarê: Li navçeya Panosê dê sînevîzyon bê pêşandan.
* 23-24’ê Mijdarê: Li Taxa Navendî ya Agiriyê dê civîna jinan bê lidarxistin.
* 25’ê Mijdarê: Li navenda Agiriyê dê meş bê lidarxistin.