Endama Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Rûken Nexede bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî ji ANF’ê re axivî. Rûken Nexede nirxandineke bi vî rengî kir:
“Îro ku em di sedsala 21’an de ne, jin bi awayekî berfireh çalakiyan dikin, tên cem hev, rêxistineke giştî ya jinan ava bûye, li ser konfederalîzma jinan gotûbêjan dikin, li ser rêxistinkirina leşkerî ya jinan gotûbêjan dikin, li ser zanistê xwe rêxistin dikin. Êdî jin di sedsala 21’an de gihîştine asteke wisa ku em dikarin bi serbilindî bibêjin em berxwedana jinan, serhildana jinan û têkoşîna jinan pîroz dikin. Bi derketina Tevgera Apoyî re avabûna tevgera jinên şoreşger, artêşbûna jinan, zanista jinan ev hemû destkeft û xwedîderketin in li 25’ê Mijdarê.
FELSEFEYA RÊBER APO BÛYE RONAHIYEK
Di dîrokê de heta niha jinan ne bi ruh ne jî bi fikir xwe teslîmî wê zihniyetê nekirine û bi derketina Rêber Apo re êdî jinan şekl û rengekî din girtin û vegeriyan ser koka xwe ya rastîn ka çawa dikarin li hember wê zihniyetê şer bikin, têkoşînê bikin û di heman demê de xwe rêxistin bikin û jiyaneke azad û biwate ava bikin. Tevgera jinên Apoyî bi vî rengî xwe rêxistin kiriye û berdewam dike.
Rêber Apo sedsala 21’an wek sedsala wekheviya zayendan û sedsala şoreşa jinan û lûtkebûna pênase kiribû. Em bi wan têkoşînên ku hatine kirin, serbilind in, bi zehmetî û bi dijwariyeke mezin hatine kirine, berdêlên mezin hatine dayîn, wekî Heval Roza, Heval Sara, Heval Şîrîn di zindanan de, heta roja îro li çiya û bajar û gundan berdewam e. Jinan serê xwe bilind kiriye û bi felsefeya Rêber Apo ji nav tariyê derketine, ji ber vê yekê îro em yekdengî û yekrengiya jinan dibînin.
EVÎNA RASTÎN A JIYANEKE AZAD
Rêber Apo kesayetiya jin û mêrê azad wisa ava kir ku em dikarin pênaseya wê di kesayetiya Heval Asya û Heval Rojger de, di çalakiya wan a fedayî de bibînin. Çalakiyeke ew qas mezin û xweşik e ku mirov nizane çawa pesnê wê bide, pir profesyonel, bi aheng, bi govenda azadiyê, bi dîsîplîn û evîneke mezin çûn nav dilê dijmin û çalakî kirin. Em dikarin evîna rastîn a jiyaneke azad di kesayetî û çalakiya hevalan de bibînin, ji ber vê yekê careke din em bejna xwe li hember wê çalakî û asta ramanê û azadiya hevalan ditewînin. Ji bo ku em xwedî li wan şehîdan derkevin, divê em xwe bigihînin asta kesayetiya wan û hemû jin divê xwedî li çalakiyê derkevin ku ji bo avakirina jiyaneke azad hat kirin.
HER KES XISTE NAVA LÊKOLÎNÊ
Bi şoreşa Jin Jiyan Azadiyê jinan ew îrade û hêza gel dît ku hatibû windakirin û di heman demê de lêpirsîneke bû ji bo jin û mêran, mifteyek bû ji bo pirsên ez kî me, ez çawa dijîm, ez ji bo çi û li ku derê dijîm, serdestî çi ye, tundûtijî çi ye. Şoreşa Jin Jiyan Azadiyê er kes xiste nav lêkolînê.
Hunermend xistin nav fikiran ka hunera wan xizmeta çi dike, mirovên zana bi heman şêweyî ketin nav lêkolînê ka zanist çi ye, zanist xizmeta çi dike, dewlet ew zanist çi qas xistiye xizmeta xwe, her kes xiste nav pirs û lêkolînê.
Malbat ketin nav pirs û lêkolînê ka wateya malbatê çi ye, kokên wê ji ku derê tên, xizmeta çi dike, rola jinan di nav jiyanê de çi ye, keç û kur rolekê wan a çawa heye, xwendekarek bi heman şêweyî dipirse ka min çawa xwend, ez çi hîn bûm, tiştê ku ez hîn bûme ji bo xizmetkirina jiyanê ye yan ez wek karmendekî baş perwerde dibim ji bo xizmetkirina sîstemê.
FELSEFEYA RÊBER APO LI KU DERÊ BE LI WÊ DERÊ GUHERÎN ÇÊDIBE
Felsefeya Rêber Apo li ku derê be li wê derê guherîn çêdibe. Rejîma Îranê êdî bê çare maye, henaseyên xwe yên dawîn dikişîne, rêbazek nemaye bi kar neaniye, qeyranek heye, zextek li ser civakê heye, li ser jin û ciwanan heye, bi qalibekî hişk li ser navê dîn zextê li ser civakê dimeşîne, lê êdî gel rûyê rastîn ê wê dewletê dît û bê tirs helwesta xwe datîne û têkoşîna xwe dike, dizanin ku dê şehîd bikevin lê têkoşîna xwe dikin û bê helwest namînin û xwe feda dikin ku şoreş bi ser bikeve û azadî qezenc bike.”