În, 6 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Pêşkêşvanê Çira TV û kedkarê çapemeniya azad Mûsa Alo koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokwezîrê Iraqê bi Tom Barrack re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Bila YOK bê rakirin, zanîngeh bêne azadkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Guhertina esasî wê bi têkiliya Birêz Ocalan a bi derve re xwe nîşan bide!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rojnamevaniya aştiyê di avakirina aştiya civakî de xwedî roleke çalak e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 6’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Karayilan: Şehîdên me nirxên me yên herî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bafil Talabanî: Ji hikûmetê vedikişin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê êrîşî rafîneriyek a  petrolê hate kirin: Kesek jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kameran Osman: Li Herêma Kurdistanê di 30 salan de 238 zarok bûne qurbaniyên şer

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên azadiyê li Sineyê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hisên Hecî: Divê civaka Êzidî vê derfeta dîrokî ji dest nede

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji KJK’ê banga ji bo 25’ê Mijdarê: Niha dema xweparastinê ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rihayê du jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê cenazeyê jinekê li malê hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tûgba Hezer: Di pêvajoyên muzakereyê de divê jin xwedî mafê gotin û biryardanê bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûrcan Degîrmencî: Em jin divê bi hev re bin, wekî din rêya me nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehtap Sakîncî: Kuştina jinê polîtîk e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulten Kaya: Huner bi tevlîbûna li nava jiyanê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Roja Yekîtiya Gelan’ a li Rûsyayê rengîniya çanda Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Festîvala şano ya şehîd Arîn Şano neynika civakê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Ciwan albûma ‘Çiyayên Ronî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi biryarnameyê ji kar hate dûrxistin, hate girtin, bi NÇM’ê li muzîkê vegeriya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Jinên Durzî alîgirê rêveberiya xweser û konfederasyona jinê ne
Jin

Jinên Durzî alîgirê rêveberiya xweser û konfederasyona jinê ne

Aktîvîstên jin ên Durzî Rochelle Junior û Enas Naeem destnîşan kir ku ji bo gelên Sûriyeyê modela rêveberiya xweser modela herî guncaw e got, ji bo xurtkirina rêxistiniya jinê divê konfederasyona jinê bê avakirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Sibat 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Durziyan sala 2023’an li Siwêdayê li dijî rejîma Esad serî hildan, daxwaza xweseriyê kirin û di nava vê demê de di pratîkê de herêmeke xweser ava kirin. Daxwaza xwe ya xweseriyê ji rêveberiya HTŞ’ê re jî ragihandin ku rejîma Baasê hilweşand. Weke ku di dema rejîma Esad de hate kirin, jinan pêşengî ji serhildanê re kirin û bi hatina HTŞ’ê re ji têkoşîna xwe venegeriyan. Aktîvîstên jin ên Durzî yên ji Siwêdayê Rochelle Junior û Enas Naeem ku sîstema navendîperest a rêveberiya HTŞ’ê red dikin, ji ANF’ê re axivîn.

ARMANCA BINGEHÎN PÊKANÎNA AZADIYÊ YE

Rochelle Junior anî ziman ku xelkê Siwêdayê bi taybetî piştî serhildana 2023’an rêxistiniya xwe xurt kir û got, “Durzî ji bo guhertina rewşa siyasî ya li Sûriyeyê daxwazên xwe bi biryardarî tînin ziman. Lêgerînên wan ên bingehîn pêkanîna azadiyê ye. Di dema rejîma Esad de xelkê Siwêdayê piştgirî da serhildanê, rêxistinên azad ava kir û gelek çalakî lidar xist.”

‘NEBÛNA TEMSÎLIYETA JINÊ GEFEKE MEZIN E’

Rochelle Junior bal kişand ser konferansa bi navê ‘serketinê’ ku 29’ê Çileyê pêk hat û got, “Di biryaran de temsîliyeta gel bi taybetî jî ya jinan tine tê hesibandin. Ev yek jî bi gelek kesan re dibe sedema pirsê. Nebûna jinan nîşan dide ku wê paşerojê gef li ser mafên jinan hebe.”

Rochelle Junior nerazîbûn nîşanî tevlîbûna kujerê Hevrîn Xelef li konferansê da û got, “Cihê şermê ye ku kujerê Hevrîn Xelef tevlî konferansê bû. Li platformên bi vî rengî divê kesayetên cidî, xwedî berpirsyarî amade bin ku rûmeta mirovahiyê diparêzin. Binpêkirinên li hemberî gel, jinan divê bi şênberî bêne redkirin, naxwe ev binpêkirin tê wateya binpêkirinên mafên mirovan.”

‘JI BO TEVLÎBÛNA LI PÊVAJOYÊN BIRYARDANÊ WÊ TÊKOŞÎNA ME DEWAM BIKE’

Rochelle Junior destnîşan kir ku wê nehêlin rêveberiya HTŞ’ê helwesta bi biryar û rola jinan ji nedîtî ve bên û got, “Piraniya beşdarên serhildanên li Siwêdayê jin bûn. Ji bo jin tevlî pêvajoyên biryardanê bibin wê têkoşîna xwe dewam bikin.”

Rochelle Junior ragihand ku jinên Durzî hem di rêxistiniya civakî hem jî li qada siyasî bi roleke girîng radibin û di dawiya axaftina xwe de got, “Jinên Durzî li gel jinên li Siwêdayê cih girtin û ji bo avakirina saziyên azad piştgirî dan.”

‘LI HER BAJAREKÎ SÛRIYEYÊ DIVÊ NAVENDEKE JINOLOJIYÊ BÊ AVAKIRIN’

Rochelle Junior destnîşan kir ku ji bo rêxistiniya xurt a jinan divê di navbera jinên Sûriyeyî de konfederasyona jinan bê avakirin û got, “Divê dengê jinan hemû bibin yek. Jin divê li her bajarekî Sûriyeyê Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê ava bikin; divê her kes hurmetê nîşanî jinan bide. Ji xwe jin wê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”

‘EM SÎSTEMEKE NENAVENDÎ DIXWAZIN’

Enas Naeem jî bi bîr xist ku xelkê Siwêdayê li hemberî tevlîheviya heyî ji bo xwe ji aliyê siyasî, civakî û leşkerî ve bi rêxistin bike rêyên herî bi bandor bi kar tîne û got, “Divê neyê jibîrkirin ku di hilweşandina rejîma Baasê de serhildana xelkê Siwêdayê roleke girîng lîst. Divê bibêjim ku em ne li dijî avabûna dewletê û destûra bingehîn in. Me destpêkê ev yek ji wan re ragihand. HTŞ jî baş bi vê zane, lê belê me cidiyeta sozên wan nedît. Ev soz û armanc ji bo bêdengkirina gel a ji bo demekê ne. Di vê demê de hewl didin li bajêr baregehê ava bikin. Em baweriya xwe bi sîstemeke nenavendî tînin, lewma jî dixwazin mafê her kesî bê parastin. Lê belê ji ber vê helwesta xwe em bi cihêkariyê têne sûcdarkirin.”

‘SÛRIYEYA NÛ DIVÊ BI MODELA RÊVEBERIYA XWESER BÊ AVAKIRIN’

Enas Naeem destnîşan kir ku civakeke xwe bi îrade, biryardarî û fedakariya jinê bi rêxistin kiribe nikare bê tinekirin û got, “Bicihanîna mafên jinan û mafên mirovan mafên bingehîn e ku divê bêne pêkanîn. Her wiha jinên Siwêdayê hewl didin têkiliyên xwe bi hemû Sûriyeyiyan re xurt bikin.”

Enas Naeem got, “Rêveberiya Xweser ji bo paşeroja Sûriyeyê çareseriya herî rasteqîn e û got, “Piştî serketina li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em di wê baweriyê de ne ku birêxistinkirina vê modelê li tevahiya Sûriyeyê wê mafên her kesî biparêze. Modela Rêveberiya Xweser zemîneke welê pêşkêş dike ku yekbûna siyasî, civakî û çandî ya gelan wê pêk bîne.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN SUVEYDA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hevberdevka HDK’ê ji AKP’ê re got: Hûn sûcdar in, em ê bi ser bikevin
Nûçeya Pişt re Li Tişrînê hêza fermandariyê ya Rêber Efrîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji Kongra Star daxuyaniya têkildarî Komploya 9’ê Cotmehê

Koordînasyona Kongra Star bi boneya salvegera Komploya 9’ê Cotmeha 1998’an a  li dijî Rêber Apo…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Rojhilatê Kurdistanê mehekê 12 jin hatin qetilkirin

Li Rojhilatê Kurdistanê 12 jin hatin qetilkirin, 12 jin jî bi gumanbarî jiyana xwe ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Kampa Holê hate girtin

Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê Kampa Holê ya li başûrê Hesekê piştî veguhestina malbatên çeteyên DAÎŞ'ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Mêrdînê mirina bi guman a jinekê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji KJK’ê banga ji bo 25’ê Mijdarê: Niha dema xweparastinê ye!

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Rihayê du jin hatin qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Silêmaniyê cenazeyê jinekê li malê hat

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?