Abahlali baseMjondolo (AbM) ku yek ji mezintirîn tevgerên gel e ku piştî bidawîbûna rejîma apartheidê li Efrîkaya Başûr derket, peyama piştgiriyê ji bo girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî weşand. Endamên jin ên tevgerê, bertek nîşanî biryara cezayê darvekirinê ya duyemîn ku rejîma Îranê di 14’ê Cotmeha 2026’an de derbarê Werîşe Muradî de dan û banga rawestandina biryarê kirin.
Di peyama bi dîmen de ku gelek endamên AbM di nav de cih digtin, daxwaza bidawîkirina polîtîkayên zextê û darvekirinê ya rejîma Îranê li ser Kurdan da. Di peyamê de, daxwaza azadiya Werîşe Muradî û tevahî girtiyên siyasî hate kirin. Her wiha bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” piştgirî ji bo têkoşîna azadiyê ya jinên li Kurdistanê hate dayîn.
Di Mijdara 2024’an de ji aliyê rejîma Îranê ve cezayê darvekirinê li Werîşe Muradî hatibû dayîn, lê biryar di sala 2025’an de ji aliyê dadgehê ve hatibû betalkirin. Lê di 14’ê Cotmeha 2026’an de derbarê Werîşe Muradî de dîsa cezayê darvekirinê hate dayîn.

