Bi rasthatina roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jin, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di 5’ê Mijdarê de kampanyaya bi dirûşma “LI DIJÎ ŞIDETA LI SER JIN, JIN, JIYAN, AZADΔ da destpêkirin. Meclisa Jinên Ereb a Şengalê jî bi daxuyaniyeke nivîskî piştgiriya xwe ya ji kampanyayê re diyar kir. Di daxuyaniyê de bang li hemû jinên Iraqê yên ji her netew, pêkhate û baweriyê hat kirin ku di rojeke wisa de bibin yek deng, li dijî her cure tundiya li ser jin dakevin kolanan û dengê xwe bigihînin jinên cîhanê.
Naveroka Daxuyaniyê wiha ye:
“Li Cîhanê şerê herî giran, herî berfireh û bê perwa li dijî jin tê meşandin. Şerê fikrî, derûnî, fîzîkî û her cure tundî li ser jin tê pêkanîn. Roja têkoşîna li hemberî tundiya li ser jin, roja 25’ê Mijdarê dijî vê zihniyetê bûye malê tevahî jinên cîhanê. Em wek jinên Ereb ên li Şengalê, vê roja têkoşîna li hemberî tundiya li ser jin mîna roja têkoşînê digrin dest. Hêzên serdest ên cîhanê desthilatdariya xwe li ser bindestiya jin û civakê didomînin. Li Rojhilata Navîn jî heman zihniyet bi awayê herî tund û hişk li hemberî jinan tê meşandin. Di bin navê qanûnên dewletê û yên eşîrî û malbatî de jin di nava sînorên malê de tê girtin. Jinên ku li hemberî viya serî radikin, têkoşînê didin meşandin û dikevin lêgerîna azadiyê dibin armanca êrîşên herî xedar ên pergala mêr.
Li Iraqê jî jin rastî gelek bê mafiyan tê û pêşî li tekoşîna wê tê girtin. Qanûna ‘Rewşa Şexsî’ ku ev demeke li Iraqê tê nîqaşkirin û wê bibe sedema zarokên keç ên 9 salî bên zewicandin û viya rewa bike divê em jin bi tu awayê viya qebûl nekin û li dijî wê derbikevin. Em wek jin divê hîn zêdetir li dijî qanûnên wekî viya dengê xwe bilind bikin û nerazîbûna xwe diyar bikin.
Bi rasthatina roja têkoşîna li hemberî tundiya li ser jin em wek Meclîsa Jinên Ereb ên li Şengalê bi vê zanebûnê û bi ruhekî hevgirtî ya bi jinên Êzidî re radigihînin em jî beşdarî kampanya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ya bi dirûşma ‘LI DIJÎ ŞIDETA LI SER JIN, JIN, JIYAN, AZADÎ’ dibin. Em bang li hemû jinên Iraqî yên ji her netew, pêkhate û baweriyê dikin ku di vê rojê de rabin ser xwe. Li dijî her cûre tundiya li ser jin tê meşandin dakevin kolanan û dengê xwe bi yê jinên cîhanê re bighînin hev. Em wek Meclîsa Jinên Ereb ên li Şengalê dibêjin ku em ê xwe li ser felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ kûr bikin û ji bo xwe bikin bingeha têkoşîna azadiyê.
Bijî têkoşîna jinan a hevgirtî, ‘Em dawî li tundiya li ser jin bînin’ ‘Jin, Jiyan, Azadî’.”