Bi wesîleya 25’ê mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî çalakiyên jinan li her derê didomin. Jinan di çalakiyan de banga têkoşînê û rêxistinê li hemû jinan kirin û gotin divê hemû jin di 25’ê Mijdarê de li qadan bin.
ÎDIR
Şaredariya Halfelî ya Îdirê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî de hevdîtina jinan li dar xist. Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê ku qeyûm tayînê şûna wê hat kirin Neslîhan Şedal, hevseroka DEM Partî ya Halfeliyê Makbule Soysal, hevşaredara Halfesliyê Yildiz Tentîk Parîn, hevseroka DEM Partî ya Îdirê Alya Akkuş, hevseroka DBP’a Îdirê Kezban Karacasu Tanca, hevşaredara Îdirê Nejla Kumlu, aktîvîstên TJA’yê û gelek jin tevlî bûn.
Hevseroka DEM Partî ya navçeyê Makbule Soysal bal kişand ser girîngî û wateya 25’ê Mijdarê û got divê jin li her qadê li dijî tundiyê têkoşînê mezin bikin.
Hevşaredara Halfeliyê Yildiz Tentîk Parîn jî spasiya kesên tevlî bûne kir û got wê xebatên xwe yên ji bo jinan bidomînin.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal jî axivî û daxuyakirin ku li dijî tundiyê gotina wan heye û wê bi hev re tundiyê rawestînin. Her wiha Neslîhan Şedal li dijî tundiyê banga têkoşîn û piştevaniyê kir. Piştî axaftinan bername bi taştêya piştevaniyê ku şaredariya Halfetiyê ji bo jinên tevli bûne amade kiribû dawî bû.
MÊRSÎN
Di çarçoveya 25’ê Mijdarê de TJA’yê, Meclîsa Jinan a DEM Partî û Meclîsa Jinên Ciwan a DEM Partiyê çalakiya zincîra jiyanê lidarxistin. Gelek jin tevli çalakiya li Qada Ozgecan Aslan pêk hat bûn. Ji Komeleya Jinan a Mîmoza Şehrîban Şeker axivî û da zanîn ku tundiya mêr-dewletê hemû qadên jiyanê tengezar dike. Şehrîban Şeker da zanîn ku ew jiyanê diparêzin, ji bo azadiyê li ber xwe didin û ji hev hêzê digirin.
Çalakî bi dirûşmeyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû.
WAN
Şaredariya Rêya Armûşê di çarçoveya 25’ê Mijarê de, di bin bana Midûriyeta Ciwan û Sporê de 5’emÎn Navenda Werzîşê ya Jinan a li taxa Sixkê vekir. Vekirina merasîmê li Navenda Jiyanê ya Jinan a Sixkê hat kirin. Hevseroka DEM Partî ya Wanê Gulşen Kurt, hevseroka navçeyê Şevîn Polat, Parlamentera DEM Partiyên Gulderen Varli, Dayikên Aştiyê, aktîstên TJA’yê û gelek jin tevlî bûn.
Gulşen Kurt bal kişand ser girîngiya 25’ê Mijdarê û da zanîn ku wê bi piştevanî û hêza jinê tundiya mêr ji civakê bi giştî biqedînin.
Gulderen Varli jî axivî û ji bo şaredariya Îpekyolu spasiyên xwe kir û got wê li dijî her cureyê tundiyê têbikoşin.
Piştî axaftinan Navenda Werzîşê ya Jinan hat vekirin.
AMED
Serokatiya Daîreya Jin û Malbatê ya Şaredariya Amedê bi dirûşmeya ‘Em ji bo jiyanek bê tundî bi hev re pedalê digerînin’ çalakî li dar xist. Bername bi armanca afirandina hişmendiyê pêk hat û ji Parka Koşuyolu heta qada Şêx Seîd berdewam kir. Jinên bisîklet ajotin, dov,wîzên ‘gotina me neqediyaye’ hilda û jinên derdor jî piştgirî dan wan.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak ku tevlî bernameyê bû, got ku wê bajarekî ku jin bi awayekî azad lê dijîn bi hev re ava bikin.
Bername bi dirûşmeyan bi dawî bû.
ESKÎŞEHÎR
Rêxistina DEM Partî ya Eskîşehîrê jî bernameya taştê li dar axist û bi jinan re hat gel hev. Hevseroka DEM Partî ya Eskîşehîrê Naz Esma Çîçek di bernameyê de axivî û peyama têkoşîna li dijî tundiyê da.

