Jinên Kurd jî beşdarî Mîhrîcana Çandên Li Dijî Nîjadperestî û Faşîzmê (Ruhr International das Fest der Kulturen)ku her du salan carekê li bajarê Bochum ê Elmanyayê tê lidarxistin, bûn.
Meclisa Jinan a Şehîd Asya Yuksel a Dûîsbûrgê jî beşdarî mîhrîcana du rojan bû. Hevseroka Meclîsê Rehşan Adar axaftinek kir û bal kişand ser cihêkariya ku gelê Kurd û jinên Kurd li Elmanyayê rû bi rû ne ûgot ku zîhniyeta dewleta Elman li vir Kurdan krîmînalîze dike.
Di roja duyemîn a mîhrîcanê de Koma Kulîlkên Rojê ku di nava desteya Meclîsa Jinan a Asya Yuksel de xebatên çandî dimeşîne, piştî danasîna cil û bergên herêmî yên Kurdistanê bi gerandina govend bal kişand ser xwe.
Meclîsa Jinan bi standa ku 2 rojan vekir, pêjgeha Kurdî da nasîn.
Di mîhrîcanê de belavokên ku ji bo 18’emîn Mîhrîcana Jinan a Zîlan ku di 15’ê Hezîranê de li Dûîsbûrgê bê lidarxistin, hatin belavkirin.