Kongra Star a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê bi dirûşma “Yekitiya jinên Sûriyeyê misogerkirina felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ye” meşek li dar xist. Meş li ber hola 8’ê Adarê dest pê kir. Bi sedan jinên li herdu taxan beşdar bûn. Beşdaran pankartên “Jin, Jiyan, Azadî” bilind kirin û berxwedana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê silav kir.
Li Çerxerêya Çehîd Gulê Selmo ya Taxa Şêxmeqsûd endama Koordînasyona Kongra Star a Helebê Fehîme Hemo axivî. Fehîme di destpêka axaftina xwe de bi navê çalakgerên jin ên azadîxwaz silav ji Rêber Apo re şandin.
Fehîme Hemo soza şopandina rêça şehîdan dubare kir û bang li hemû jinan kir ku ji bo parastina destkeftiyên azadî, demokrasî û pirrengiyê di serî de destkeftiyên jinên Sûriyeyê yekîtiyê ava bikin û pêşeroja Sûriyeya nû misoger bikin.