Yekşem, 13 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Besê Hozat: Me çekan şewitand, niha dora aliyê din e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezîrê Dadê Tunç: Hêj gelek kar heye ku em bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokên DEM Partiyê: Em ê vê pêvajoyê bi serfirazî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Merasîma çekberdanê di rojeva çapemeniya cîhanê de ye: Ji bo aştiyê gavekî dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Davutoglu: Divê em pêşengiya vê serdemê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Erdogan: Gava ku hate avêtin bibe wesîleya xêrê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nasnameya gerîlayên ku beşdarî merasîma çekberdanê bûn, hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Nêçîrvan Barzanî daxuyanî: Aştî wê bibe serketina her kesî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervanê YPG’ê Azîz Arslan hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîmenê merasîma şewitandina çekan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wêneyên merasîma îmhakirina çekan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li pêşiya Koma Aştî û Civaka Demokratîk Besê Hozat cih girt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin: Ji bo avakirina zemîna hiqûqî ya aştiyê divê meclîs bi lez erka xwe bi cih bîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ji bo ‘Meşa Aştiyê’ li Enqereyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê di mehekê de 10 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP’ê: Di nava 6 mehên pêşîn de 136 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ: Qirkirina jinên Êzidî dewam dike, em ê têkoşînê derbasî qonaxeke nû bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji EŞÎK’ê hişyariya li ser ‘mîrateyê’: Em ê dest ji mafê xwe bernedin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Swîsre ji festîvala zarokan re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê wê li ser rêça Anter û Dînk bên ba hev: ‘Du Deng, Yek Bîranîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wêneyên xwe êş, berxwedan û hêviya gelê xwe vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Krasnodarê civînek li ser çand û folklora Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konserên ‘Ji Ocalan re azadî’ li Îtalyayê di sala 2’yan de didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin aştiyê nîqaş dikin: Em rêxistinbûnê xurt dikin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Salvegera 8’emîn a berxwedêriya Xanesorê
Kurdistan

Salvegera 8’emîn a berxwedêriya Xanesorê

Êdî gelê Êzidî ji parastinê heta siyaset, xizmetguzarî, jin, ciwan, çand û aborî di hemû mijaran de bû îradeyek. Gelê Şengalê îro jî xwe bi wê berxwedana Komelgeha Xanesorê ya ku beriya 8 salan hatibû pêkanîn, xwe rêve dibe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Adar 2025 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Li ser êrîşên ku li bajarokê Xanesorê ya Şengalê pêk hatin re 8 sal derbas bûn. Piştî êrîşan derketibû holê ku di encama planên Tirkiyeyê de pêk hatine. Hewldan û planên qirêj ên dewleta Tirk a dagirker li hemberî îradebûna gelê Êzidî berdewam kirin. Lê Xanesor bi pergala xwe re ji bo herêmê bû mînak.

Di 2’ê Adara 2017’an de hin komên çekdar ên ku ji xwe re digotin “Pêşmergeyên Roj” ji aliyê bajaroka Sihêla ya Rebîha û bajarê Duhokê ve hatin Nahiya Sinunê ya Şengalê û ji wir jî berê xwe dan Komelgeha Xanesorê ya di bin kontrola şervanên YBŞ-YJŞ’ê de ye.

Li ser vê yekê gelê herêmê nerazîbûneke mezin nîşan da û xwestin ku ev kom paşve biçin. Hêzên YBŞ-YJŞ’ê û Asayîşa Êzidxanê jî tedbîr girtin. Li aliyê din jî rayedarên YBŞ’ê bi wan koman re hevdîtin kirin û xwestin ku armanca hatina wan fêr bibin. Di hevdîtinê de derket holê ku ew dixwazin komelgeha Xanesorê û sînorê Rojava dagir bikin. Berpirsên komên êrîşkar ev armanca xwe bi eşkere anîn ziman û gotin ku dê êrîş bikin.

Bi çekên ku ji Êzdiyan re hatibûn, êrîşî Êzidiyan kirin.

Hêzên YBŞ’ê ji bo ku alozî dernekeve, hewldanên xwe domandin, lê di sibeha 3’ê Adarê de komên çekdar bi çekên giran dest bi êrîşê kirin. Komên çeteyan bi 30 Hammer û wesayîtên zirxî, her wiha bi hemû cureyên din ên çekan êrîş kirin. Li ser vê yekê şervanên YBŞ-YJŞ’ê û Asayîşa Êzidxanê bersiv dan û şer derket. Balkêş e, çekên ku komên çeteyan di êrîşê de bikar anîn, ji aliyê dewleta Elmanya ve ji bo ku li dijî DAÎŞ’ê bên bikaranîn, ji rêveberiya Başûrê Kurdistanê re hatibûn şandin.

GERÎLAYÊN HPG’Ê YÊN NAVBEYNKARÎ KIRIN, BÛN HEDEF

Dema êrîş destpê kirin, 2 gerîlayên HPG’ê yên li qada Şengalê hatin herêmê û xwestin ku navbeynkariyê bikin û pêşiya êrîşan bigirin. Lewre di kêliya ku komên çete êrîş kirin de, her du gerîla bêyî ku dest bavêjin çekên xwe derketin pêşiya wesayîtên leşkerî û bi bedena xwe hewldan wan bidin sekinandin. Lê belê çeteyan ew jî kirin hedef û şehîd xistin. Dîmenên wan kêliyan ku ji aliyê çapemeniya azad ve hatin girtin, li tevahiya Kurdistanê û derveyî welat bûbûn sedema hêrseke mezin.

Di pevçûnên ku nêzî 3 saetan dom kir de li ser daxwaza çeteyan agirbest hate îlan kirin. 4 şervanên YBŞ’ê, endamekî Asayîşa Êzidxanê şehîd bûbûn. Cenazeyê 4 şervanên YBŞ’ ê, endamekî Asayîşa Êzidxanê û gerîlayek HPG’ê di 5’ê Adarê de li Çiyayê Şengalê hatin veşartin. Cenazeyê 2 şervanan jî li Qamişlo spartin axê.

ROJNAMEVAN RASTERAST KIRIN HEDEF

Dema êrîşên hovane yên çeteyên DAÎŞ’ê ku 3’ê Tebaxa 2014’an li ser Şengalê destpê kirin, endamên çapemeniya azad, hemû hovîtiya çeteyan raxistin ber çavan. Her wiha hemû planên qirêj ên piştî van êrîşan jî derxistin holê. Lewma dema komên çete di 3’yê Adarê de êrîşî Xanesorê kirin, rojnamevan jî kirin hedefa xwe ya sereke. Di êrîşa destpêkê ya 3’ê Adarê de rojnamevan Nûjiyan Erhan birîndar bû. Nujiyan piştî 19 rojan di 22’ê Adarê de li nexweşxaneya bajarê Hesekê ya Rojava şehîd bû. Cenazeyê Nujiyan di 25’ê Adarê de li Şengalê hat definkirin.

DAYIKAN BERÊ XWE DAN ÇEPERÊN ÇETEYAN

Piştî agirbesta ku li ser daxwaza êrîşkaran pêk hat, dayîkên Êzidî li Xanesorê kom bûn û berê xwe dan çeperên êrîşkaran. Dayikan, êrîşkar ji çeperekî derxistin û derbasî cihê ku êrîşkaran xendek dikolan bûn. Dayik di xendekan de rûniştin û xwestin ku ev kom ji herêmê derkevin. Lê êrîşkar dîsa bi çekên xwe li hemberî dayikan sekinîn.

ÇEKÊN KU BIKAR ANÎN VEŞARTIN

Piştî ku wêne û dîmenê çekên Elmanyayê yên ji bo şerê li dijî DAÎŞ’ ê hatibûn dayîn, di çapemeniyê de derketin, komên êrîşkar ev çek kişandin eniya paş. Li ser nûçeyan şandeyek ji Almanyayê hat herêmê û lêkolîn kirin.

ÊRÎŞÎ GIRSEYA GEL JÎ KIRIN

Komên navborî piştî êrîşê di navbera bajarokên Sinunê û Xanesorê de bicîh bûn. Li aliyê din ji çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat di serî de Êzidiyan, hemû Kurdistaniyan xwest ku êrîşkar ji herêmê derkevin. Di 7 ‘ê Adarê de Êzidiyên Kampa Newroz a li bajarê Dêrikê yê Rojava, bi armanca şermezarkirina êrîşê û piştgiriya berxwedana Xanesorê berê xwe dan Şengalê. Lê belê dema girse gihîşt gundê Neîm ê girêdayî bajaroka Rabîa, ji aliyê çekdarên PDK’ê yên li ser sînor ve hatin rawestandin.

ENDAMA TAJÊ QETILKIRIN

Di 14’ê Adarê de bi hezaran welatî ji Rojavayê Kurdistanê û Şengalê hatin Xanesorê, ber bi çeperên komên çete ve dest bi meşê kirin. Bi hezaran kes li ber avahiya PADÊ bi karwanekî ku ji 100 seyareyan pêk dihat derketin rê û derketina Xanesorê dest bi meşê kir. Lê dema girse gihîşt ber çeperan, komên çete bi bombeyên gazê êrîş kirin. Di vê êrîşê de endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Nazê Nayîf Qewal a 20 salî şehîd bû, 10 kes jî birîndar bûn.

Cenazeyê endama TAJÊ li goristana Çiyayê Şengalê bi merasîmeke heybet spartin axê. Gelê Şengalê Navê Kampeka ku Şengalî lê diman û di dema fermanê de xwe spartibûnê ku dikeft herêma Serdeştê ya Çiyayê Şengalê wekî “Kampa Şehîd Nazê” hate binavkirin.

ÇIMA XANESOR?

Bi êrîşan re nirxandin û daxuyaniyên li ser sedema êrîşan zêde bûn. Her wiha gelek daneyên ku sedemê radixe ber çavan derketin holê.

Bajaroka Xanesorê dikeve aliyê Başûr-Rojavayê Çiyayê Şengalê û li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê ye. Dema çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Şengalê û derdora wê kirin, ev bajar jî hatibû dagirkirin. Bi êrîşa DAÎŞ’ê re şervanên YPG-YPJ’ê li ser banga gelê Êzidî û saziyên wan ji aliyê Rojava bi hawara gel çûbûn. Şervanan cara destpêkê dorpêça çeteyên DAÎŞ’ê li xeta Xanesorê şikandin û xwe gihandin Çiyayê Şengalê. Bi vê hewldanê re di navbera Rojava û Şengalê de korîdorek hat vekirin û bi deh hezaran welatî hatin rizgarkirin.

Di dema êrîşê çeteyên DAÎŞ’ê de YPG-YPJ’ê, her wiha gerîlayên HPG-YJA STAR’ê bi hawara gelê Êzidî ve çûn. Gelê Êzidî jî, ji vê yekê cesareteke mezin girt û hêza xwe ya parastinê ango Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ava kir. Di berxwedana mezin de Xanesor û derdora wê ji çeteyan hatin paqijkirin. Şervanên YBŞ-YJŞ’ê wekî hêzên parastina herêmê ji aliyê gel ve hatin hembêz kirin, her roj tevlîbûna nava refên wan zêdetir bû.

Li aliyê din gelê Êzidî hêdî hêdî vegeriya herêmê û sazîbûnên xwe pêk anîn. Di vê çarçoveyê de komîn, meclîs, meclîsa avaker, Asayîşa Êzidxanê, şaredarî û hwd. hatin avakirin. Her wiha Partiya Azadiya Demokratîk a Êzidiyan (PADÊ) jî hat avakirin û ji aliyê hikûmeta navendî ya Iraqê ve hat qebûlkirin. Bi vî rengî cara yekem gelê Êzîdî bû xwedî îrade û xwe birêvebir. Bajaroka Xanesorê jî wekî sembola vê pergalê derket pêş.

Xanesor bi berxwedana xwe bal kişandibû. Di nav salekê de veguherî û bû mînak. Bi hezaran welatî yên ku ji ber zilma çeteyan koçber bûbûn vegeriyan warê xwe. Rengê pergala rêveberiya xweser zelaltir bû, saziyên wê mayinde bûn. Piştî salekê êdî gelê Êzidî ji parastinê heta siyaset, xizmetguzarî, jin, ciwan, çand û aborî di hemû mijaran de bû îradeyek. Gelê Şengalê îro jî xwe bi wê berxwedana Komelgeha Xanesorê ya ku beriya 8 salan hatibû pêkanîn, xwe rêve dibe û êdî ew berxwedanî veguheriye pergala xweserî û xwe rêvebirinê.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dayikên Aştiyê: Aştî bi yek alî nabe, bila dewlet jî agirbestê ragihîne
Nûçeya Pişt re Li Mannheimê kesek wesayita xwe bi ser peyayan de ajot
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Artêşa Iraqê li Kerkûkê droneyeke Tirk anî xwarê

Artêşa Iraqê ragihand ku balafireke bêmirov (ÎHA) a dewleta Tirk a dagirker xistine.

Ji aliyê Stêrk TV

Jina ku mala wê ji aliyê kurê wê ve hat şewitandin, jiyana xwe ji dest da

Li navçeya Midyad a Mêrdînê jina ku mala wê ji aliyê kurê wê ve hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Rojbûna Rêber Apo li Ermenistanê hat pîrozkirin

Li paytexta Ermenistan Erîvanê 76'emîn rojbûna Rêber Apo bi şahiyekê hat pîrozkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Nasnameya gerîlayên ku beşdarî merasîma çekberdanê bûn, hate eşkerekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji Nêçîrvan Barzanî daxuyanî: Aştî wê bibe serketina her kesî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şervanê YPG’ê Azîz Arslan hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Dîmenê merasîma şewitandina çekan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?