Çarşem, 3 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Remy Pagani: Aşitî cidiyetê dixwaze, divê Ocalan azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Îranê êrîşên bi fuzeyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kujerê ku Rojda qetil kir, li qereqolê pê hesiya ku giliyê wî hatiye kirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 3’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber strana Kurdî ceza li rêveberekî DEM Partiyê hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Bi rê û rêbazên komînan û kongreyan îradeya gel derdikeve holê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gef li qadên jiyanê û çavkaniyên debarê tê xwarin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Rojhilat: Divê civaka navnetewî li dijî darvekirinan Îranê xwedî helwest be

    Ji aliyê Stêrk TV

    CPT: Di 751 êrîşên li ser Herêma Kurdistanê de 22 kes hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê 59 ciwanên ji aliyê Îranê ve hatibûn darvekirin, bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê salvegera damezrandina YNK’ê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TAJÊ jinên ku li Mûsilê bi komî hatin qetilkirin bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bazîdê ji bo Gulden Komurcu meşa edaletê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Talîbanê ji bo zarokên bi darê zorê hatine zewicandin kemîna yasayî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Hezîranê ya Newaya Jin gihîşt ber destê xwendevanan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Divê jinên astengdar yekser tevlî pêvajoyên biryardanê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agahî ji Zehra Mûhammedvelî nayê wergirtin ku li Îlamê hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji çandên esîl ên Kurdewarî: Tevn

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-Çand-Ewropayê, Hozan Zinar bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev Çand-Ewropayê Hozan Zinar bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Roja duyemîn a 5’emîn Festîvala Çanda Kurd a Parîsê bi çalakiyên rengîn berdewam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahiya Çand û Hunerê ya Êzidxanê bi coş û girseyî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Kampanyaya na ji darvekirinê re: Gefên Wezareta Îstixbaratê ya Îranê zêde bûn
Durziyên li Girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin
Rêveberiya Tevgerê: Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje!
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Jinên Wanê di 25’ê Mijdarê de wê li dijî tecrîdê biherikin qadan
Jin

Jinên Wanê di 25’ê Mijdarê de wê li dijî tecrîdê biherikin qadan

Li Wanê TJA’yê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê da. Jinan diyar kirin ku ew ê di 25’ê Mijdarê de li dijî tecrîdê, tundiyê û desteserkirina îradeyê biherikin qadan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Tevgera Jinên Azad (TJA) li Wanê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî bi dirûşma “Li dijî tundiya dewleta mêr Jin jiyan azadî” starta çalakiyan da. Gelek aktîvîstên TJA’yê beşdarî daxuyaniyê bûn. Jinan pêşmalkên binefşî ya li ser “Jin, jiyan, azadî” hatibû nivîsandin li xwekirin û pankarta “Em ji bo jiyanek hevpar û wekhev bi biryardar in em li dijî tundiya mêr-dewletê serî hildidin, li kêleka hev in” vekirin. Daxuyanî bi Kurdî û Tirkî hat dayîn. Metna Kurdî ji hêla Dîlan Yildiz û ya bi Tirkî jî ji hêla Meryema Aslan ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Ev sedsala ku em bawer in wê bibe sedsala şoreşa jinê, em têkoşîna xwe mezin dikin, bi hêza ku em ji xwişkên Mîrabel digrin, em 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya (şideta) li Ser Jinê ya Navneteweyî, pêşwazî dikin. Şert û mercên şer ên ku em jê re dibêjin Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û li gelek deverên cîhanê, bi taybetî li Rojhilata Navîn pêş dikeve, bê guman bandorê li hemû nirxên civakî bi taybetî jin û zarokan dike. 

Rejîma Trujîllo ya ku xwişkên Mîrabel qetil kir, îro jî di bin maskeyên zayendperest, neteweperest û olî de qirkirina jinan didomîne. Di dagirkirina Îsraîlê ya li ser Filîstînê de jin û zarok tên qetilkirin, dema ku jin li Îranê ji bo azadiyê têdikoşin, ber xwe didin, gelek jinên weke Pexşan Ezîzî û xwendekarên keç ên Zanîngeha Lêkolînên Zanistî ya Tehranê ji aliyê rejîma mola ve tên revandin, rastî êşkenceyê tên, dîl tên girtin û bi îdamê re rû bi rû dimînin. Jinên ku li dijî rejîma molayê heta mirinê şer dikin sedema têkoşîna me ne. Bi hezaran jinên Êzidî yên ku bi salan e di bin zilm û zordariya DAÎŞ’ê de dîl hatine girtin sedema têkoşîna me ne. Li Tirkiyeyê jî desthilatdariya AKP-MHP’ê sîstema serdest a mêr a ku bi armanca sazûmankirinê, bi argumanên cuda li her derê xwe rêxistin dike. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya ku bi rêya ajantiya bi bandorê hewl dide mûxalefeta civakî bêdeng bike, bi binçavkirin û girtinê hewl dide ku pêşî li jinên ku têdikoşin bigre, bi vî awayî faîlan bê ceza dihêle û ev yek cesaretê dide faîlan. Faîlên ku dosyeyên wan ên sûc hene tên berdan. Vekişîna ji Peymana Stenbolê û nîqaşkirina mafê nefeqeyê çend ji van in. 

‘EM Ê DI 25’Ê MIJDARÊ DE JI BO JIYANA AZAD LI QADAN BIN’

Ev desthilatdariya ku di dema qetilkirina jinan de jî dest ji kodên xwe yên netewperestiyê bernade, berpirsyarê qetilkirina Fatma Altinmakas e. Wê dixwest ku îfadeya xwe bi zimanê dayikê bide lê hat astengkirin. Pergale li Colemêrgê çeteya fuhûşê ya ku pişta xwa dabû polîsan, mudaxeleyî nekir; çapemeniya azad ku vê buyerê dişopand û malbata mexdûr tehdît kir. Ji Gulîstan Doku ya ku li Dersimê hat windakirin hê jî ti agahî nayê girtin.  Cenazeyê Rojîn a ku li Wanê bi awayeke bi gumana winda bû, piştî çend rojan hat dîtin û hê jî sedama kuştina wê nayê zanîn. Dema li Stenbolê Îkbal Uzuner û Ayşenur Halîl di nava nîv saetê de hatin qetilkirin, hêzên ewlehiyê ji cihên xwe tevnegeriyan lê dema jin derketin kolanan, ji bo avakirina barîkatan seferber bûn. Dema ku gotina “Qatilan asteng bikin, ne jinan” li hemû welat belav dibe, polîtîkaya hikûmetê astengkirina jinên têkoşer e. 

Em jin dizanin ku şîdeta li ser jinê hem îdeolojîk û hem jî polîtîk e. Em ê li dijî hemû polîtîkayên we yên zayendperest ên ku li ser dijminatiyê jinê pêk tên têkoşîna xwe xurt bikin. Em ê di 25’ê Mijdarê de ji bo jiyana azad a bê şîdet, îstîsmar û kedxwariyê li qadan bin.

‘EM JIN AZADIYÊ JINÊ DI ŞIKANDINA TECRÎDÊ DE DIBÎNIN’

Li Rojhilata Navîn a ku îro bûye navenda şeran, ji bo hemû jin û gelan yekane çareserî avakirina modernîteya demokratîk e. Îro hêza çareseriyê di girtîgeha girava Îmraliyê de, di bin tecrîdê de ye. Polîtîkayên tecrîdê yên ku ji Îmraliyê dest pê kir li hemû hucreyên civakê belav bûye. Em jin, azadiya jinê di şikandina tecrîda li ser Birêz Ocalan de dibînin. Di 25’ê Mijdarê de, ji bo şikandina tecrîdê, em ê her kolan û her taxê bikin qada çalakiyê.

Li Kurdistanê li dijî berxwedana ku zimanê xwe yê zikmakî û çanda xwe diparêze, li dijî jiyana ku li ser bingeha politik û ehlaqî hatiye avakirin, polîtîkayên şerê taybet tên ceribandin. Desthilatdariya ku ditirse jin di qada siyasî de bi ser bikevin, di jiyanê de bibin xwedî îrade û li dijî hemû pêkhateyên hiyerarşîk têbikoşin, dixwaze bi rêya zext û zordariyê pêşî li aktorên têkoşînê bigire. Li aliyê din jî ji bo ku civakê bê refleks bihêlin, dixwazin ku bi tiryak, fuhûş, sîxurî û bêkariyê civakê bixin bin kontrola xwe. Şerê taybet bûye çeka sereke ya desthilatdariya ku bi krîzên pir alî re rû bi rû ye û hewl dide civakê dorpêç bike.  Êrîşên li Kurdistanê bi plansazî û sîstematîk in. Di bin navê polîtîkayên ewlekariyê de dixwazin erdnîgariya Kurdan qir bikin. Em ê hem li dijî şer hem jî li dijî şerê psikolojik ê taybet bi mezinkirina berxwedanê, xwe bi rêxistin bikin. Em ê hemû hevalên xwe yên berxwedêrên azadiyê ji girtîgehan derbixin û têkoşîna xwe bi hev re bidomînin.   

Tecrûbeya têkoşînê ya tevgera jina azad bi polîtîkaya rêveberiyên herêmî veguherî rewşeke civakî û ji bo jinan bû hêvî. Jin bi pergala hevserokatiyê di rêveberiyên herêmî de bûn hêza biryarê, bi polîtîkayên hatine avakirin bûn hêza çareseriya pirsgirêkên jinan. Midûriyetên jinan, qadên jiyanê yên jinan, kooperatîf, navendên hevgirtinê yên jinan, rêwîtiya bêpere, kreş, û parkên jinan tenê hinek ji polîtîkayên tên meşandin in. Polîtîkayên jinan ên ku di jiyanê de zêdetir cih ji jinan re vekir û jin kir deng û hêza îradeyê, desthilatdariyê tirsand.

‘EM Ê RÊ NEDIN QEYÛMAN’

Şaredariyên Colemerg, Mêrdîn, Êlih û Halfeti’ya Kurdistanê û li Esenyûrta Tirkiyeyê hate desteserkirin, ev yek dijminatiya li dijî gelê Kurd û jinê ye. Li dijî polîtîkaya qeyûmê ya ku bi salan e tê dubarekirin, jinan di her hilbijartinê de li ser sindoqan bi ragihandina îradeya xwe bersiv dan desthilatdariyê. Em ê bi berxwedanê tiştên ku we ji me standin, paşve bigirin, em ê di 25’ê Mijdarê de li her kolanê û li her qadê qala qeyûman bikin û em rê nadin qeyûman.    

Li vê erdnîgariya ku em her roj bi qetlîamên jinan şiyar dibin, dest dirêjê  zarokan dikin, ji bo rant û berjewendiyan zarokan tên revandin û kuştin. Narîn a demeke dirêje termê wê li Amedê nehat dîtin çima hat qetilkirin, malbat çima demeke dirêj hate parastin û li pişt perdeyê çi qewimî, ev pirs, pirsên ku hê jî hewceyî bersivê ne. Em ê hesabê vê qetlîama ku di navbeyna malbat-dewlet-kontrayê de hatiye nixumandin bipirsin. li Stenbolê di bin navê çeteya Yenîdogan de bûn sedema mirina bi dehan zarokan, di çala ku mirovahî tê de bi dawî dibe de radiwestin. Kuştina Şirin, Sila û Narînan mînakên çanda şîdetê ne ku ji aliyê zîhniyeta serdest a mêr ve hatiye afirandin û sînoran nas nake. Ji bo me jinên ku ji bo azadiya jinê têdikoşin şîara “Azadî ji zarokatiyê dest pê dike” girîng e. Em zarokan teslîmî rant û zîhniyeta we ya qirêj nakin. Di 25’ê Mijdarê de em ê bi dengekî xurtir biqîrin ku em ê ji bo zarokan siberojeke azad ava bikin.

‘EM Ê BI HEV RE MEŞALEYA AZADIYÊ PÊXIN’

25’ê Mijdarê ji bo me jinan ne tenê roja têkoşîna li dijî şîdetê ye; di heman demê de roja xurtkirina xweparastinê, pêşxistina hişmendiyê û berfirehkirina tifaqên jinan e. Bi hezaran sal in ku em bêdeng namînin, îro jî em bêdeng namînin û ji niha û pê ve jî weke jinên cîhanê em ê hêrsa xwe, bi cudahî û tecrûbeyên xwe yên têkoşînê gur bikin.

Di 25’ê Mijdarê de wê agirê dilê me bi ruhê Jin Jiyan Azadî geş bibe û serhildana me biherike kolanan. Em bang li hemû jinan dikin ku em bi hevre meşaleya azadiyê pêxin û em azad bibin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN WAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Xelfetî çalakiya protestoyî: Hêza we têra me nake
Nûçeya Pişt re Dagirkeran li Efrînê 3 kes revandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Lijneya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê destnîşan kir ku biryara “butlana teqez” ya derbarê CHP’ê

Lijneya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê destnîşan kir ku biryara "butlana teqez" ya derbarê CHP’ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Hêndêk boçûn le ser kitêbî Sazmanî Inqîlabî u Kurdistan (220)

Wituwêj legel kak Mihemed Xakî le Radyo Diyalog sebaret be kitêbî "Sazmanî Înqîlabî û Kurdistan"…

Ji aliyê Hesen QAZÎ

Aqûbeta Mehmet Ertak hate pirsîn

Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê hatin ba hev û aqûbeta Mehmet Ertak pirsîn.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Dogû: Şer sekinî lê têkoşîna me dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

TAJÊ jinên ku li Mûsilê bi komî hatin qetilkirin bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Bazîdê ji bo Gulden Komurcu meşa edaletê hat lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji Talîbanê ji bo zarokên bi darê zorê hatine zewicandin kemîna yasayî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?