Endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava Jiyan Hisên li ser destkeftiyên şoreşa jinan ji ANF’ê re axivî.
Jiyan di despêka axaftina xwe de qala bi destxistina destkeftiyên jinan kir û wiha got, “Dema ku em qala Şoreşa Rojava dikin 14 sal in bê navber têkoşîn û xebatekî ku jin pêşengtiya wê dikin tê meşandin û gelek destkeftî hatin bidestxistin. Ev destkeftî jî li ser pîvanên sereke hatine avakirin; azadiya jinan bû, dema ku em dibêjin azadiya jinê divê hebûna jinê di aliyê fikirî û zanistî de hebe û rola wê di nav civakê de hebe. Ji bo wê jî em dibêjin pîvanên sereke yên demokrasî û azadiyê ew bû ku hebûna jinan di tevahî sazî û qadên siyasî û civakî de hebe. Me dît ku çawa despêkê yekîneyên parastina jin ‘YPJ’ hate avakirin û bû îlhamek ji tevahî jinan re li Rojava û derveyî Rojava. Eger îro jinek dikare çekê hilde û şer bike û li hember hêzeke tarî ewqas destkeftiyan bi dest bixe wê demê jin dikare di hemû qadên jiyanê de rola xwe bilîze.’’
Jiyan Hisên di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku yê pêşengtiya şoreşê kiriye, jina Kurd bû û wiha got, “Ji ber ku di hişmendiya gelê Kurd de azadî û demokrasi hebû, ji ber wê jî yê ku pêşengtiya şoreşa kiriye jina Kurd bû. Piştî wê jî jinên pêkhateyên din ên di Rojavayê Kurdisanê de xwestin tevlîbûna xwe di nav şoreşê de çêbikin û ew jî bibin xwedî destkeftî û em bi hevre wan destkeftiyan biparêzin. Ev destkeftî bi berdêl û qehrematiyên jinan hatine bidestxistin, ji ber çiqas azadiya jinan pêş dikeve û hebûna jinê misoger dibe ewqas êrîşên li ser jinê zêdetir dibin, ji ber ku naxwazin jin bibin xwedî hebûn û statû.’’
Jiyan Hisên diyar kir ku ji bo misogeriya hebûna jinan divê jin têkoşîna xwe bilindtir bike û wiha pê de çû, ‘’Ji bo ku jin li hember van êrîşan hişyar be divê asta xwe ya zanebûn û têkoşînê bilindtir bike, divê vê zanebûna xwe ne tenê ji bo xwe bigre, ji bo tevahî jinan were esasgirtin û kombûyinên jinan hîn xurtir bin. Eger em niha li parçeyên Kurdistanê yên din û cîhanê binêrin destkeftiyên jinan gelek in, di vî warî de divê em têkoşîna xwe mezintir bikin. Li gorî pêvajoya ku em niha tê re derbas dibin hebûna jinan nayê qebûlkirin. Ji bo em vê hebûnê di aliyê siyasî, hiqûqî û destûrî de misoger bikin, divê têkoşînek were meşandin. Her wiha divê hevgirtinên jinan xurtir bibin.’’
Jiyan Hisên di nav axaftina xwe de qala destkeftiyên jinan kir û got ku YPJ’ê xeta wan ya sor e. Jiyan wiha got, “Li Rojava gelek destkeftiyên me hene, yê sereke ku em weke xeta xwe ya sor dibînin û rastiya ku em tu car dev jê bernadin, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) e. Ji ber yên ku hebûn û axa me parastine û heta roja îro bê navber têkoşîna xwe di qada şer de didin meşandin û li ber xwe didin ew in û ji bo vê rastiyê bi hezaran şehîdên jin hatin dayîn. Her wiha sîstema me ya hevserokatiyê divê li her derê were belavkirin. Ji ber dema ku jin dibe cihê biryarê li her derê wekhevî tê avakirin, ji bo wê divê ev sîstem misoger bibe. Divê em ji bo parastin, perwerde, ziman û hebûna xwe têkoşîna xwe bidin meşandin. Li aliyeke din zanista Jineolojî ya ku Rêber Apo di 2008’an de ji me re pêşkêş kir û li Rojavayê Kurdistanê weke zanisteke sereke ye, me bi dîrok û pêşerojê re girê dide.’’
Endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava Jiyan Hisên di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku divê hebûna jinê di her derê de misoger bibe û wiha got, ‘’Hikumeta niha heyî hebûna jinan qebûl nake, ji ber ku di sîstema hikumeta ku ew didin meşandin de jin nadin pêş, lê em di her mijarê ku em bi wan re niqaş bikin de divê ku jin tê de hebe. Ji ber ku li vê derê têkoşîna jinan a 14 salan heye, dema ku di hişmendî de guhertin hatin avakirin wê demê em ê bikaribin parastina destkeftiyên xwe jî bikin. Ji bo wê erk û berpirsiyariya ku dikeve ser milê me ew e ku em destkeftiyên xwe biparêzin û bi vê hikumeta demkî re hebûna xwe misoger bikin.”

