Çarşem, 26 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Hatayê di serdegirtina ‘Navnîşana Şaş’ de îdiaya înfazkirinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulistan Kiliç Koçyîgît, hirgûliyên hevdîtina bi Rêber Apo re parve kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Qonaxeke dîrokî hate derbaskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şandina heyetê ya ji bo Îmraliyê, biryareke derengmayî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bahçelî: Çûyîna komîsyonê ya ji bo giravê pêşketineke dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vahap Coşkun: 2 wezîfeyên girîng li pêşiya Komîsyonê ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Çalakiya nobetê ya Mexmûrê di roja 861’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK: Divê Kurd bi yek deng û yek reng biçin Bexdayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Şehîd Simko Dilpak li Binarê Qendîlê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê ji bo Sabrî Tendurek û Masîro Xabûr mewlûd hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo malbata şervana YPJ’ê serdana sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jin bi yekîtiyê dikarin civaka azad ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Filistînê di 2 salan de 33 hezar jin hatine kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin li Enqereyê daketin qadan: Em ji bo jiyaneke azad û ewle li qadan in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Taksîmê barîkat derbas kirin û meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûr çalakiyên 25’ê Mijdarê: Li dijî tundiyê têkoşîna 16 rojî hate destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Çewlîgê meşa bi şevê pêk hat: Em ê têkoşîna xwe mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê meşa 25’ê Mijdarê: Em ji bo bijîn û bidin jiyandin birêxistin dibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Schuch: Li pêşberî karên li Rojava matmayî mam

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahiya ‘Jiyana azad û civaka demokratîk’ dest pê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja 5ˊan a Mîhrîcana Fîlman fîlmê ‘Yol’ hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di festîvalê de nasname û bîra dîtbarî hatin gotûbêjkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê 30 salan Huseyîn Ozsoy berhemên xwe da naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Jiyana bi milyonan mirovî bi bendava Tişrînê ve girêdayî ye’
Rojava

‘Jiyana bi milyonan mirovî bi bendava Tişrînê ve girêdayî ye’

Hevserokê Encûmena Cîbicîkar a Kantona Firatê Ferhan Hec Îsa bal kişand ser giranî û xeteriya êrişên li ser bendava Tişrînê û hişyarî da ku xisarek il bendavê bibe wê bandorê li jiyana bi milyonan mirovî bike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 31. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (OSO) yên li ser Bendava Tişrînê nêzî 3 hefte ne şervanên YPJ, YPG, Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li ber xwe didin û rê nadin dagirkeriyê. Hevserokê Encûmena Cîbicîkar a Kantona Firatê Ferhan Hec Îsa bal kişand ser girîngiya Bendava Tişrînê ya li ser jiyana bi milyona mirovî ya li herêmê kir.

Ferhan Hec Îsa ji ANF’ê re axivî û got, “Av, petrol, gaz û hemû berhemên ser û binê erdê li her welatî qadên stratejîk in. Di warê siyasî jî ev proje tên parastin, çendî şer û pevçûn were kirin jî ev projeyên ku xizmeta mirovahiyê dikin, tên parastin. Di şerê cîhanê yê yekem de, bi milyonan însan hatin qetilkirin, lê di heman demê de nirxên mirovahî hatin parastin. Di şerê cîhanî yê duyem de jî Muzexane dihatin parastin û hedef nadihatin girtin. Ew bi xwe di nava xwe de nirxê mirovahî û însanî dihewîne.

Îro jî gelek bendav ên  weke Tişrîn, Firat û yê bi navê Baasê, li ser asta Sûriyeyê ye. Ew bi xwe jî parastina tevahî mirovahiyê ye. Ew ava ku heta bi Xelîca Rengîn ve diçe, di hundirê vê bendavê de gelek sûdê dide derdorê. Hikumeta AKP’ê û çeteyên wê êrîşî bendavê dike. Kobanê ji avê û kehrebeyê qut e, di heman demê de jî bajarê Minbicê, ji kehrebeyê qut e. Ava bendava Tişrînê diçe Helebê jî, bajarê Helebê bê av e. Ew jî dixwazin karesateke mirovî pêk bînin. Bi balafirên bê mirov û obusan êriş lê tê kirin. Eger bendava Tişrîn ber bi hilweşandinê here, bi xwe re wê Tebqa, bendava Baasê û heta bi Xelîca Rengîn, bajarê Reqa, Dêrazorê, bajarokên din ên li ser rê û tevahî gund bi nav bibin, bên xeniqandin.”

DIXWAZIN BENDAVA TIŞRÎNÊ TALAN BIKIN

Ferhan ragihand ku hewldanên karmendên wan ên ji bo Bendavê bixin pratîkê û şervanên wan yên ku bi roj û şev di nava têkoşînê de ne, tên hedefgirtin û wiha got: “Şervanên bê navber têdikoşin ji bo ku çete nekevin berndavê, di sala 2014’an dema ku bendav di destê çeteyên DAÎŞ’ê bû, Kobanê bê kehrebe û av bû. Ev çete jî dixwazin vî karî dîsa bikin. Dewleta Tirkiyeyê qanûnên navneteweyî binpê dike û dixwaze bendava Tişrînê talan bike.”

‘JIYANA BI MILYONAN MIROVÎ BI BENDAVÊ VE GIRÊDAYÎ YE’

Ferhan Hec Îsa anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi êrîşa xwe, jiyana bi milyona mirovî dixe xeteriyê û got, “Dewleta Tirk bi ava Firatê planên xwe yên siyasî pêk tîne. Ava Firatê gelek caran hatiye berdan, qut dike û ber dide. Dewleta Tirk û dewleta Iraqê dema ku peyman çemê Firatê îmze kirin, divê 551 metirsêgoşe di saniyê de derbasî Rojava bibe û nîvê wê bêhtir jî derbasî Iraqê bibe. Dewleta Tirk gelek caran ew 551 daxistiye 150, ew dixwaze ziyan û xerabiyê berde. Gelek caran jî av bi rengekî zêde ber dida da ku dîsa jiyana gel bixe metirsiyê.”

‘XEBATKARÊN ME Û ŞERVANÊ ME BI ROJ Û ŞEV DI NAVA TÊKOŞÎNÊ DE NE’ 

Ferhan Hec Îsa anî ziman ku bajarekî weke Heleb ku ewqasî milyon însan di nav de ne, ew bi hewceyî av û kehrebeyê ye û got, “Piştî hilweşandina rejîma Baasê êdî divê em jiyaneke aram ji bo tevahî gelan ava bikin. Roj bi roj êdî divê gelê me di nava aştiyê de bijî. Êdî ew gel divê vegerin cihê xwe. Divê istiqrar êdî bê çêkirin. Bendava Tişrîn jî cihê istiqrarê ye, ne ji bo Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê ye tenê, lê belê ji bo tevahî Sûriyeyê ye. Em jî bang li civaka navneteweyî dikin ku êdî rabin ser piyan û van kiryarên dagirkeriyê bibînin. Ew xebatkarên ku di bendavê de dixebitin, di heman demê de jî ew şervanên me yên QSD’ê YPJ û YPG’ê divê baş li wan binihêrin. Em jî weke Kantona Firatê xebatkarên me yên kehrebe û avê, em bi roj û şevê di nava liv û tevgerê de ne ku em bikaribin çareseriyekê bibînin.”

‘PLANA WAN LÎWA ISKENDERON CAR DIN NÛJEN BIKIN LÊ EW DI XEWNA WAN DE YE’

Ferhan Hec Îs qala Pira Qereqozaxê jî kir û got, ew dixwazin Kobanê dorpêç bikin, ew dixwazin ji Lîwa Skenderonê heta bi Mûsilê herin, lê ew di xewin û xeyalên wan de ye. Ferhan Hec îsa got, “Li Sûriyeyê gelek projeyên çareseriyê hene; herêmeke Sunî, Elewî, Durzî, Kurdî û dewleta Tirk dixwaze herêmeke Tirkmen ava bike. Dixwaze bajarê Minbicê, Pira Qereqozax, rêya M4 û heta bi Efrîna ku di 2018’an de hatiye dagirkirin bikin. Lê dewleta AKP wiha difikire, ew dixwaze wê projeyê di hundirê Sûriyeyê de bi darê zorê pêk bîne, da ku di paşerojê de bazarê li ser bike. Di heman demê de pira Qereqozaxê, weke ew laşê ku li wir bi cihê kirî yê Suleyman Şah ew bi boneya wê dixwaze Kobanê dorpêç bike. Berndav Tişrîn û Qereqozax re wê Kobanê bê xeniqandin.”

‘WÊ NIKARIBIN KOBANÊ TENGAV BIKIN, PROJEYA ME DIYAR E PIR RENGE Û JI BO TEVAHÎ GELAN E’

Ferhan Hec Îsa di dawiyê de wiha got, erkekî mirovî ye ku gelê Kobanê û Bakur û Rojhilatî Sûriyê bê parastin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Heta bi sînorê Iraqê bendava Tişrîn ji bo tevahî gelan di xizmetê de ye. Li cîhanê jî ji bo gelek welatan ji bo mirovahiyê gelek xizmet hatine kirin. Tiştekî herî girîng e û cihê xizmeta mirovahiyê ye, ev destdirêjî divê êdî were sekinandin. Divê biryareke navneteweyî were standin. Em weke gelê Kantona Firatê ji bo mayîndekirina Bendavê em ê berevaniyê bikin. Em ê Kobanê ji vê dorpêçê xelas bikin. Em ê paşeroja xwe diyar bikin. Tevî ku hikumeta Baasê hat rûxandin, lê Sûriye ne di aramiyê de ye. Em jî weke Rêveberiya Xweser rêya me diyar e, ew jî Neteweya Demokratîk e, pir rengî ye, ne navendî ye. Divê rengê vê çelengiyê li tevahî Sûriyeyê jî were diyarkirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOBANÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civiyan
Nûçeya Pişt re ROJEVA 31’Ê KANÛNA 2024’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

MAK’ê li dijî qeymeqamtiya Xinisê çalakî kir

Milîsên Azadiya Kurdistan (MAK), li dijî qeymeqamtiya navçeya Xinisê ya Erziromê çalakî kir. Wesayîta zirxî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şengalê komxebata ‘Dewlet, desthilatdarî û demokrasî’

Li Şengalê di çarçoveya banga Rêber Apo de komxebatek bi navê 'Dewlet, desthilatdarî û demokrasî'…

Ji aliyê Stêrk TV

Rojnamegera dîlgirtî Eylem Babayigit: Em ê li hundir jî berdewam binivîsin

Rojnameger Eylem Babayigit ku ji dewleta Tirk ew dîl girt, diyar kir ku ew ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

PYD’ê banga aramî û diyalogê ji bo Sûriyeyê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Bloka Niştimanî ya Sûriyeyê: Em piştgiriyê didin xwepêşandanên aştiyane

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hêzên Şamê li Siwêdayê sivîlek qetilkirin û 5 sivîl birîndar kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Di êrîşa hêzên hikûmeta demkî de zarokek birîndar bû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?