Çarşem, 25 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Îranê 236 zarok hatin qetilkirin, 555 jî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Erdogan: Qonaxa nû ya pêvajoyê wê destpê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Banga 27’ê Sibatê li Rojhilata Navîn pêngaveke demokratîkbûnê ya radîkal da destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nexweşa gurçikê ya ku dozgeriyê ew berda, piştî çend saetan hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 25’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê di 27’ê Sibatê de peyama nû ya Rêber Apo were parvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Îranê 2 girtiyên siyasî yên Kurd mehkûmî îdamê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li hemberî biryara navçekirina Gulale greva giştî hate ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Remezanê de sifre vala man: Heya penêr û zeytûn jî bi deyn tên standin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Bergarê piştî 3 salan vegeriyan gundê xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûnerên YNK, QSD û DYA’yê li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Bergarê rêya Amediyê-Dêrelokê ji bo çûn hatinê girt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên Êzidî: Eger Iraq dixwaze parastina me bike, bila YBŞ-YJŞ’ê nas bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê pêşangeha ‘Jin, Jiyan, Azadî – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şoreşa Jinê’ hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Çanda Jinên Kurd li Berlînê dest pê dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Kuştina jinan ne tenê daneyên statîstîkî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê meşa 8’ê Adarê: Jin azad nebe civak azad nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê li Stenbolê starta 8’ê Adarê da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Alper: Kurd bi tenê nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bikaranîn û pêşvebirina zimanê Kurdî erka mirovî û neteweyî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Lêkolînên Kurdî bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê dayikê derkeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > JKŞ: Em bi yekîtiya jinan hene
Jin

JKŞ: Em bi yekîtiya jinan hene

Jinên Komunîst ên Şoreşger (JKŞ) bi boneya 8’ê Adarê daxuyaniyeke nivîskî da û got: Em li dijî şer, komkujî, windakirin, koçberkirin, xizanî, tundî, tecawiz û tacîzê ne. Em bi yekîtiya jinan hene.’’

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Sibat 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

JKŞ’ê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî da, bal kişand ser têkoşîna ji bo azadiya jinan û hemû jinên berxwedêr ên li seranserê cîhanê silav kirin.

Naveroka daxuyaniya Jinên Komunîst ên Şoreş ger bi vî rengî ye:

‘’Em hêza xwe ji dîrokê digirin. Wekî ku em hemû dizanin 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, roja serhildana jinên karkerên werşe ya li dijî kedxwarî, bêedeletî û newekhewi ye. Di vê dîrokê de 129 jinên karker bi şewitînê jiyana xwe ji dest dan, lê belê dîsa jî koletî qebûl nekirin.

Îsal ji bo me jinên Rojava bi şerî dest pê kir. Çeteyên dagirker û cîhadîst ên HTŞ’ê, li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi hovîtî êrîşî şoreşa jinan kirin. Şervanên YPJ-YPG’ê di parastina şoreşê de bi fedayî cih girtin. Çeteyên ku hersa wan kêm nebû, bi avêtina cenazeyê hevala Deniz a endama Asayîşê ya ji balkona qata 3’yan xwestin ku ji jinan re sînoran diyar bikin. Vê têrê nekir.  Ji ber ku Dewleta Tirk bi şandina tûgayên leşkeran, çek û cebilxaneyan, tunekirina şoreşê armanc kir. Heta nêzî gundê Til Baroud ê Hesekê û gundewarên Qamişloyê hatin. Tebqa û Reqa girtin. Endamê çeteyan yê bi navê Yusuf (Rami) El Dehîş, bi vîdeoya ku bi niyeta “xenîmeta şer” parve kirî û têde dibêje, “Porê hevalê ye, min ji Reqayê aniye; jixwe miriye, lê porê wê saxlem maye”, di rastiyê de îdeolojiya hov a ku temsîl dike teşhîr kir.

Li Kobanê heta Şêxler û Çelebiyê hatin. Dixwazin tola têkçûna xwe ya dîrokî ya sala 2015’an hildin. Lewra ji wê rojê û vir ve Kobanê ne tenê bajarek e. Kobanê sembola azadiya jinan û berxwedana li dijî faşîzmê ye. Navê têkoşîna dîrokî ya li dijî tariya DAÎŞ’ê ye. Cih û warê Sarya Ozguran û Revanan e. Îro ev bajarê sembol, bi çekên giran, bi êrîşên hewayî û bi çeteyan hatiye dorpêçkirin. Ji ber vê yekê, jinên ku li Kobanê li ber xwe didin, ne tenê xaka xwe, di heman demê de rûmeta hemû mirovahiyê jî diparêzin.

Ji Dêrikê heta Qamişloyê, ji Kobanê heta Hesekê, ji Dirbêsiyê heta Amûdê, ji Çilaxa heta Tirbespiyê, li tevahiya Rojava weke jinan, em di nobetê de bûn. Me tabûrên jinan ava kirin; wek pîr, jin û jinên ciwan me taxên xwe parastin. Yên ku nedikarîn li ser piyan bisekinin, xwarin çêkirin û şandin çeperên şer, me cebilxane tijî kirin. Li dijî şerê reşkirinê yê li ser medyaya civakî, em bûn yek û me rûpelên çeteyan dan girtin. Em keda xwe dizanin û lê xwedî derdikevin.

Em weke Jinên Komunîst ên Şoreşger soz didin: Ji bo xurtkirina rêxistiniya xwe, ji bo parastina destkeftiyên jinan, em ê bi şev û roj bixebitin. Ji bo destkeftiyên ku me di qada siyasî de bi dest xistine, bixin nava malan, em ê bi hemû hêza xwe têbikoşin. Em dibînin ku hêza me ji yekîtiya me tê. Ji ber vê yekê, li çar parçeyên Kurdistanê, li Sûriyeyê, di yekîtiya jinên Elewî û Durzî yên ku li dijî zilma çeteyan li ber xwe didin de, em henê.

8’Ê ADARÊ JI BO JINAN TÊ WATEYA BERXWEDAN U TÊKOŞÎNÊ

Di 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de em ê li qadan bin. Em ê îsal û piştî vê, derfetên mezinbûna berxwedanê mal bi mal, derî bi derî zêde bikin. Li dijî çeteyên cîhadîst ên HTŞ’ê û Dewleta Tirk a ku wan xwedî dike, em ê qadên xwe biparêzin. Li hemberî qetilkirina jinan, teşhîrkirina bedenên wan, revandina wan û tundiya li ser zarokan, em ê bêdeng nemînin. Em ê xwedî li destkeftiyên jinan derkevin û wan biparêzin. Cîhaneke mezin heye ku em ê qezenc bikin. Em sînorên ku ji bo me hatine xêzkirin nas nakin. Em red dikin ku bedena me bibe qada şer. Çawa ku perçikên (hûnandinên) porê me bûn sembola berxwedanê, dengê me yê ku dibêje ‘em natirsin’ û yekîtiya me jî dê bibe sembola serketina me.

Silav li jinên ku ji Îranê heta Filistînê, ji Iraqê heta Afganistanê, ji Hindistanê heta tevahiya cîhanê li ber xwe didin. Silav li jinên ku îsal wê  ji bo 8’ê Adare derkevin qadan. Bi vê siyaseta qirkirin, tasfiyekirin, înkar û îmhayê, dixwazin mayindebûna cîhana serdestiya mêr mîsoger bikin. Têkoşîna me pîroz û pir girîng e. Em dîrokê dinivîsînin. Dawiya tariyê ronahî ye. Em ê ronahîye bi deste xwe bînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Çalakiyên 8’ê Adarê yên li Mexmûrê destpê kir
Nûçeya Pişt re Li Îranê 236 zarok hatin qetilkirin, 555 jî hatin binçavkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji bo Taniş û Denîz banga edaletê

Dayikên Şemiyê ji bo Serdar Taniş û Ebûbekir Denîz ên ji aliyê dewleta Tirk ve…

Ji aliyê Stêrk TV

NY: Nifûsa Ukraynayê 10 milyon kêm bû

Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî(UNFPA), di daxuyaniya xwe ya roja sêşemê de anî ziman ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Li DYE’yê xwendekareke 15 salî 2 kes qetil kir

Li eyaleta Wisconsinê ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) xwendekara 15 salî 2 kes qetil…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Îranê 236 zarok hatin qetilkirin, 555 jî hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Çalakiyên 8’ê Adarê yên li Mexmûrê destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Îranê 2 girtiyên siyasî yên Kurd mehkûmî îdamê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

CPJ: Sala 2025’an 129 rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê hatin kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?