Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan di bernameya taybet a Medya Haber TV de banga bi dîmen a Rêber Apo ya 9’ê Hezîranê, bandora merasîma îmhakirina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk; komîsyona ku tê payin li Meclîsa Tirk bê avakirin, siyaseta rojane, Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê û Şoreşa Rojava ya ku dikeve sala 13’an nirxand.
Nirxandina Dûran Kalkan bi vî rengî ye:
“Pêşî ez bi rêzdarî Rêber Apo silav dikim. 9’ê Tîrmehê bi rastî jî rojeke dîrokî bû. 26 sal û 10 roj şûnde careke din bihîstina dengê Rêber Apo û bi kamerayê be jî dîtina Rêber Apo bi kelecanî bû. Ev yek me hemûyan bi kelecanî kir. Em jî bi kelecanî bûn. Ev yek bi coş û girîng bû. Ev yek encama têkoşîna 26-27 salan e. Encamên wê yên cûrbecûr çêbûn. Ev yek di aliyê rojevî de lûtkeyê îfade dike.
Bêguman, hîn rêyek dirêj li pêşiya me heye. Divê têkoşîn raneweste. Divê bidome. Lê encamek girîng bi dest xistiye. Ev encama pêngava têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Hem asta pêngavê hem jî têkoşîna ku 27 sal in li dijî komploya navneteweyî tê meşandin careke din piştrast bû. Piştrast bû ku vala neçûye. Divê her kes ji vê yekê kêfxweş bibe. Keda wan vala neçû. Hewldanên wan vala neçûn. Encam digire. Ev yek bi eşkereyî derket holê.
Ez dikarim vê bibêjim: Em wekî tevger, wekî gel, ez û hemû hevrêyê min jin û mêr her tim baweriya me bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo heye. Me ti carî bi hişkayî û domdarî li sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê nenêrî û bi nêrîna pirolekirî ya hin kesan nexapiyan. Bêguman ev yek bandorker bû, lê qet bê hêvîbûn û bê ewlebûn bi me re çênekir. Di vê mijarê de herî zêde şehîdên me bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bawer dikirin. Me timî jidil bi vê yekê bawer kir. Ger ev ne wisa bûya, di van şert û mercan de têkoşînek wisa ne pêkan bû. Ne Rêber Apo dikarîbû berxwedanek wisa bimeşîne, ne yên li derve, ne em û ne gerîla nikarîbûn bimeşînin. Ger ev ne wisa bûya, ewqas ciwanan dev ji her tiştî bernedidan, dernediketin çiyayan û tevlî gerîla nedibûn. Ger baweriyek wisa nebûya, têkoşîn li ser xeta şehadetê nedihate meşandin. Wê wêrekî û fedakariyeke wisa tinebûya.
Bi vê boneyê dixwazim vê yekê bînim ziman. Baweriya me vala neçûye. Hêvî û baweriya me ku em ê bi têkoşînê bi ser bikevin û têkoşîna Rêber Apo wê bi ser bikeve, vala neçûye. Berxwedêrên zindanê ev yek fêrî me kirin. Ji Hakkiyan dest pê kir û şehîdên me ev yek fêrî me kirin. Ez nikarim bêjim ku wê ji niha û pê ve serketinên mezin derdikevin holê. Yanî yên ku heta niha hene, em bibêjin ev pêşketinên destpêkê ne. Pêşketinên esasî yên mezin wê ji niha û pê ve werin.
Bi vê boneyê ez vê yekê bibêjim: Rêber Apo gotibû ku dikarin 2’yê Tebaxê wekî Cejna Gulê pîroz bikin. Divê 9’ê Tîrmehê jî bi vî rengî were famkirin. Gelê me bi hêstirên kêfxweşiyê berteka xwe nîşan da û bandora wê heta roja îro jî didome. Her kes bi dehan, bi sedan caran temaşe dike. Ya balkêş ev e: Min jî gelek caran temaşe kiriye. Her ku mirov ji nû ve temaşe dike, mîna ku cara yekem temaşe dike bi kelecanî dibe. Çavdêriyeke wisa diafirîne. Ji hêla naverokê ve, domdariya banga Daxuyaniya 27’ê Sibatê û daxuyaniyên piştî wê ne. Divê ji hêla naverokê ve jî were nirxandin. Têr û tijî ye. Me çi kiriye, çima kiriye û divê em çi bikin bi awayekî cewherî û famkirî datîne holê.
Ev hêza Tevgera Apoyî nîşan dide. Rêber Apo jê re dibêje Tevgera Hevrêtiya Komunalîst. Jixwe bandor li her kesî kiriye û komunalîzm jî wê pêş bikeve. Ev yek bi berfirehî tê famkirin.
Ya din, bi vê boneyê divê ez vê bibêjim: Belê, ev tişt li Îmraliyê qewimîn û divê em wan biçûk nebînin. Bi rastî jî kelecaniyek afirandiye. Ev pêşketin û gavên girîng ên dîrokî ne. Divê her kes li xwe mikur bên: 27 sal berê, 26 sal berê, di 29’ê Hezîrana 1999’an de dema ku Dadgeha Îmraliyê cezayê birî çi difikirîn? Em niha li ku ne? Hêvî û bendewariya ti kesî tinebû.
Heta ez sala 99’an qet ji bîr nakim. Bi taybetî piştî ku dadgehê ceza da, hin kes hebûn ku ji ber li dora berxwedana Îmraliyê ketin nava pêvajoyeke nû, me bi dînîtî tawanbar û sûcdar dikirin. Hin ji wan poşman bûn. Bi rastî jî niyeta wan pir baş bû. Digotin, “Hûn ê her tiştî winda bikin.” Lê çi bûye sedema windahî û destketiyan, kê winda kiriye û kê qezenc kiriye, niha baş tê ditîn û berhemên wê derdikevin holê. Pir bi eşkereyî tê dîtin. Di vî alî de pir pir girîng e. Lê ev jî rastiyeke: Ewqas pêşketin çêbûn û Rêber Apo pêvajoyê bimrê ve dibe. Raman û îradeya Rêber Apo wê bi rê ve dibe. Ger pêvajo pêş bikeve û bigihîje encamê wê teqez bi Rêber Apo re pêk bê. Tenê Rêber Apo dikare wê bigihîne encamê. Ev pêvajoyeke 7-8 mehan e û careke din piştrast bûye.
Lê gava ku li şert û mercên Îmraliyê dinêrin, mirov vê yekê nabînin. Rêber Apo pêvajoyek ewqas girîng derxist holê. Bi her kesî re hêvî û kelecanek çêkir. Lê nêzîkatî û helwesta dewletê ya li hember kesê ku ev yek derxistiye holê bi rastî jî nayê famkirin. Guhertinek cîdî çênebûye. Sîstem, sîstema Îmraliyê didome. Rewşa rehînegirtinê hîn jî didome.
Belê, niha dîmenek derket. Lê hîn jî misogeriyeke wê ya qanûnî tineye, domdariya wê tineye û têrê nakê. Yanî Rêber Apo nikare bixebite. Lê ger hinek derfet û fersend hebûya, dikarîbû sed caran bêhtir lê zêde bikira. Lê her tim astengiyan derdixin. Wezîrê Dadê, belê wê sibe dîsa bi Şandeya Îmraliyê re bicive. Ma divê em bi hêvî bibin? Lê çend roj berê daxuyanî da û got, “Mafê hêviyê di rojeva me de tineye, em tiştekî wisa nafikirin”. Raporek pêşkêşî Konseya Ewropayê kirine. Jixwe di mewzûata Tirkiyeyê de tineye. Hinekî şerm e ku mirov vê yekê bibêje. Ne ti tiştek e û jixwe tineye. Lê ev tişt diguherin. Em di pêvajoyek nû de ne, jê re pêvajoya guhertinê tê gotin. Yanî herî zêde wê ev mewzûat bê guhertin. Yanî, gelo wê mewzûat biguhere an na? Li şûna ku li ser vê bifikirin, dibêjin, “Ev tişt di mewzûatê de tineye”. Wisa dimîne.
Di vî alî de, yanî şert û mercên Rêber Apo didome û mîna berê di cewhera wê de ti guhertinek girîng çênebûye. Ev rewşek e ku divê neyê qebûlkirin. Ev mijar yanî ev ne hedê min e, lê dîsa dixwazim bibêjim. Divê em tenê bi wê dîmenê nebêjin her tişt çareser bûye. Bi taybetî gelê me yê welatparêz, jin, ciwan û dostên me wisa nefikirin, lê dîsa jî ez vê yekê bibêjim. Divê em têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo deynin pêşiya hemû têkoşînên xwe, bikin bingeh û bi rê û rêbazên dewlemendtir bifomînin. Ji ber ku têkoşîn tenê wê bi vî awayî bi ser bikeve. Bala xwe bidinê, em ê serketina dawî ji bi têkoşînê misoger bikin.
Rêber Apo di dîmenê dawî de azadiya takekesî û azadiya civakê di nava hev de digire dest. Em tevlî vê fikrê dibin. Ev nêrînek felsefî ye. Rêber Apo her tim bi vî rengî nêzîk bûye. Lê niha, di van şert û mercan de em dixwazin ku beşa yekem a wê formulasyonê têkeve meriyetê. Ger beşa yekem têkeve meriyetê wê rêya duyemîn jî vebe. Yanî, ger kes azad bibe, civak jî azad dibe. Divê rêya azadiya fîzîkî ya takekesî were vekirin û gavan bavêjin ku azadiya civakî pêş bikeve. Tenê bi vî rengî dibe. Jixwe ew kî ye eşkere ye, ma ne wisa ye? Ne hewce ye ku bê gotin, ew azadiya fîzîkî ya Rêber Apo îfade dike.
Ji ber vê rewşê, her kes her cûre daxwazan dike. Pêvajoyek tepeserkirî heye. Em jê re bibêjin pêvajoyek dehsalan, heta sedsalan heye û ji bo Kurdan sedsaleke bi êş bû. Sedsala herî dijwar bû. Yanî, sedsalek wisa di dîroka Kurdan de qet nehatiye dîtin. Di encamê de vê dewletê ev yek bi civaka Kurd da jiyîn. Lê civaka Tirkiyeyê tiştekî ji vê cudatir nejiyaye. Gotin ku em ê vê yekê bi Kurdan bidin jiyîn. Bandorek mîna vê li ser Tirkiyeyê jî çêbû. Civaka Tirkiyeyê her tim zilm û zordarî dîtiye. Bandora îstîxbarata leşkerî û polîsan a giran dîtiye. Yanî, di bin zilm û zordariya giran de bû. Aliyên faşîst her tim di rêveberiya Tirkiyeyê de serdest bûne. Yanî, pêwîst e ev civak azad bibe. Ji bo vê yekê gelek daxwaz û xwestek hene. Lê xalek girîng heye ku dê rê li ber hemê çareseriyan veke û pêkanîna wan misoger bike. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Hin dibêjin, “Ma wisa dibe? Bi azadiya kesekî ve sînokirî dihêlin.” Lê carinan, kesek civakekê temsîl dike. Civakek dikare di hiş û dilê mirovekî de xwe bîne zimaç. Rastiya Rêber Apo ji destpêkê ve wiha bû.
Niha azadiya fizîkî ya Rêber Apo xala sereke ya hemû azadiyên li Kurdistan û Tirkiyeyê ye. Hemû daxwazên din wê li ser bingeha wê werin bicihanîn. Ji ber vê yekê, divê her kes çareseriyê bi zelalî bibîne. Bila her kes daxwazên xwe bîne ziman û divê azadiya fizîkî ya Rêber Apo wekî armanca sereke ya daxwazên xwe bibîne.
DERBARÊ MERASÎMÊ DE
19’ê Tîrmehê wek xaleke mîladî bû; ji bo me dîrokeke girîng e. Piştre 11’ê Tîrmehê ew temam kir. Ya duyemîn, ez dixwazim ewilî vê bibêjim; ez hemû hevrêyên jin û mêr ên ku banga Rêber Apo bi serketî bi cih anîn pîroz dikim. Yanî wan helwest, tevger û xebateke pir serketî û dîsîplîn nîşan dan ku bi tevahî li gorî milîtanê fedaiyên Apoyî bû.
Ya duyemîn, ez dixwazim spasiya hemû kesên ku keda wan di vê xebatê de çêbûne bikim. Bi rastî jî karekî zehmet bû. Her kesî teqdîr dike. Li deverên din jî diqewimî. Hîn ti misogeriya qanûnî tineye. Her kes di her cûre tiştan de beşdar dibe. Gelek tiştên tirsnak hebûn. Tevî van hemûyan, hewldanek dîsîplînkirî, rêxistinkirî û girîng hat meşandin. Her kesên ku ked dan, roleke hêja lîstin û tevkarî kirin.
PDK, rêveberî û karmendên wê malovanî û tevkarî kirin. Ez spasiya wan jî dikim. Ez dixwazim vê jî bibêjim: yanî bi taybetî ji çapemeniyê tevgera re. Tevgera me daxuyanî da, ji ber sedemên ku ji ji me qewimîn, bi qasî dihat nehat ragihandin. Me nekarîn beşdaran bi tevahî ragihînin; ew hatin û beşdar bûn. Hin ji wan kesên ku me wan vexwendin, beşdar nebûn, bi taybetî endamên çapemeniyê.
Wê ne wisa bûya. Bangewazî piranî ji aliyê me ve hat kirin. Li ser bangewaziya me ne bi dehan, bi sedan kes, endamên çapemeniyê û siyasetmedar ji derve û hundirê welêt hatin. Lê bi qasî dihat xwestin beşdar nebûn, me ev yek pêk neanî. Ez careke din li ser navê tevgera xwe ji wan lêborînê dixwazim. Ji me ne qewimî. Divê ew me bibaxşînin, me dixwest ku ew beşdar bibin, lê eşkere ye ku şert û merc rê nedan. Rewşa heyî hîn ne di wê astê de ye, em wisa bibêjin. Yanî astengî hatin derxistin, lê me karî di vê astê de bikin. Ji ber ku ew yekalî nebû. Bi rastî, ew tişteke wisa bû ku wê hêz bida hemû beşdaran. Dema ku ev di destpêkê de hate pêşniyarkirin, me bawer kir. Me got ku her kesên ku beşdar bûn, tevkarî kirin û ked dan wê bi ser bikevin. Ji ber ku ew karek bi xêrê bû, kareke erênî, kareke pozîtîf bû. Kes wê ji vê zirarê nebîne. Lê tevî vê yekê, gelek fikar, dudilî û fikar hebûn. Bi taybet ji aliiyê dijberên me ve hebûn. Wan ev helwest nîşan dan û pir bi baldarî nêzîk bûn.
Ma em bêjin ku gelo wan girîngî û bandora wê ya erênî bi tevahî nedîtin? An jî divê em bêjin ku ew hîn jî ji bo wê bandora erênî, hem ji hêla têgihîştinê ve û hem jî ji hêla siyasetê ve ne amade ne? Lê me nekarî têrker bikin. Divê her kes vê yekê zanibin û bi hişmendiyê pêşwazî bikin.
Gerîlayan çi nîşan dan? Her kes dinirxîne, eşkere ye. Tu zordarî û bandorkirim tinebû. Her kes bi însiyatîfa xwe beşdar bû. Rêxistinî, dîsîplîn, helwest û şêwe li holê ye. Tekane tişta ku wan xiste nava liv û tevgerê banga Rêber Apo bû. Û hişmendiya ku Rêber Apo li ser bingeha azadiya Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê di dilê wan de çandiye. Wan kesan ji ber bawerî û girêdana xwe ya bi azadiya Kurd û demokrasiya Tirkiyeyê re wiha tevgeriyan. Fedakariyên mezin kirin. Fedakarî kirin. Yanî, divê her kes vê yekê teqdîr bikin.
Hin derdor wê dinirxînin û heqê wê didinê. Lê ev têrê nake. Bi rastî, divê tam were dayin. Ev pir girîng bû. Rojek dîrokî bû; derbasî dîrokê bû. Helwest, karakter û rastiya gerîlayên Apoyî yên Kurd nîşan da.
Ew rêxistinkirî ne. Ew hişmendiya rêxistinî ji hişmendiya wan tê. Ne mîna ku hin kes dibêjin, nehatine xapandin an jî bi zorê nebirine wir. Bi hişmendî û baweriyeke temam tevgeriyane. Hevalên ku wê beşdarî merasîmê bibin nehatine hilbijartin. Hin ji wan di asta yekîneyê de ne. Rêveberî û hin heval hatin zêdekirin. Bi taybetî nehatine hilbijartin. Her hêzeke gerîla ku diçe wir, her hêzek li çiyayan, dikare heman helwestê nîşan bide. Ew dikarin di heman awayî tevbigerin. Hevalên me li wir tenê xwe temsîl nekirin. Wê yekîneyê xwe temsîl nekir. Wan Gerîlayên Azadiya Kurdistanê temsîl kirin. Wan gerîlayên PKK’ê, gerîlayên Apoyî temsîl kirin. Bi rastî, ew wekî temsîlkarên wê derketin holê.
Ev yek hate dîtin ku hişmendî û baweriyek heye. Û di asta herî bilind de ye. Ji aliyekî din ve, ne mîna ku hin kes helw didin nîşan bidin, wan çavgirtî çek hilnegirtine. Ew ne hezkiriyên çekan in jî. Ji ber ku heskiriy xwe bi çekan pêçane û li gorî dilê xwe derketine çiyayan… Yanî ne wisa ye. Berevajî vê, wan ji bo armancek mezintir herdu tişt kirine. Rêber Apo got, “Eger ne ji bo armancek mezintir bûya, rijandina dilopek xwînê ji bo me cînayet e.” Ew vê felsefeyê dipejirînin. Tevahiya zîhniyeta wan bi vê têgihîştinê teşe girtiye. Divê ev were fam kirin.
Wan vê yekê nîşanî her kesî dan. Yanî, dema ku PKK û ciwan, keç û kurên Kurd derketin çiya û çek hilgirtin, ne ji bo dijminatiyeke çavgirtî bikin, ne ji bo rijandina xwînê, an ji ber bêzariyê bû. Wan ev yek ji bo armancek mezin û hêja pêwîst dît û wan wisa kir, her gav xwe feda kirin. Pêwîste vê armancê fam bikin. Ez dixwazim vê yekê vebêjim.
Çi bû sedem ku ev mirov 47 salan çekan hilgirin, derketin çiyayan, di şert û mercên herî dijwar de têkoşîna herî wêrek û fedakar meşandin? Ger ev bi xwe çêbibe, an jî ji bo tiştên hêsan çêbibe, keremkin bila yên din biceribînin û bibînin. Ev tine ne, kes nikare vê yekê bike. Ji ber vê yekê, divê em armanca hêja ya ku derketiye holê bibînin. Divê em heqê vî gerîlayî bidin.
Ji aliyê dîrokî ve, divê em heqê şerê gerîlayan û berxwedana PKK’ê ya 47 salan bidin. Ev azadiya Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê bû. Dixwazin dîsa vê yekê li vir bînin ziman:
Dema Dadgeha Îmraliyê ragihand, “Ez cezayê darvekirinê didim”, Rêber Apo çi got? Got, “Ez ji cezayê re tiştekî nabêjim”, “lê ez xiyaneta welat red dikim. Me têkoşîna demokrasiyê meşand.” Wiha got û ji salona dadgehê derket. Bi rastî, Rêber Apo û PKK têkoşîna demokratîkbûna Tirkiyeyê dimeşînin. Divê her kes vê yekê bizanibe. Got, “Ger gel bi dengdanê biryarê bide, ger Kurd dewletek cuda ava bikin, ez ê alîgirê wê bim.” Lê dewletek cuda nedît. Tu carî dijminatiya Tirkiye û civaka Tirkiyeyê nekir. Berevajî vê, Rêber Apo ew kes bû ku rastiya Tirkiyeyê, rastiya Tirkmenan bi tevahî lêkolîn kir, derxist holê û hewl da ku wê di hişçendiya Tirkiyeyê de bi cih bike. Pêwîste ev rastî were dîtin. Ev gerîla berhema vê hişmendî û têkoşînê ye. Famkirina vê yekê girîng e.
Encam: Em dikarin vê bibêjin. Dê pirs bê kirin ka bi vê yekê çi qewimî. Gerîla rastiyek îspat kir. Her kes digot, “Rêber Apo bê bandor e nikare tiştekî bike.” Hate dîtin; bê bandor e an bi bandor e? Çi bû? Yanî ji Cotmeha par ve pêşketin hene. Yanî ji 27’ê Sibatê ve hene. Hat gotin, “PKK guh nade Rêber Apo.” Ev tişt hatin gotin. Yanî, derket holê ku ne wisa ye. Hin kesan digotin, “Gerîla çekan danayne.” Hinan digotin, “Ew taktîk dikin.” “Ger dîsa derfet bibînin, ew ê vegerin.” Lê vê yekê nîşan da ku ew ne alîgirên têkoşîna çekdarî bûn, ew ne hezkiriyê çekan e, wan ji neçariyê serî li wê dane. Ger pêşiya wan vekirîbe, derfet çêbibe ev gerîla dikare têkoşîna siyasî ya demokratîk bi awayê herî bibandor bimeşîne. Ew ji bo vê yekê amade ne. Wan têkoşîna çekdarî bi dawî kiriye. Bi rastî, wan çekên xwe danîne.
Yanî, merasîma 11’ê Tîrmehê çekdanîna gerîlayan zelal kir. Êdî hemû gumanên bi vî rengî ji holê hatin rakirin. Tenê tiştê ku dimîne ev e ku divê tedbîrên pêwîst werin girtin. Yanî, navnîşana wê bê kî ye diyar e. Hin kes dibêjin, “Êdî dora dewletê ye.”
Li SER ŞEWITANDINA ÇEKAN
Di merasîmê de çavê sêyemîn, yanî çavdêr hebûn. Nûnerên siyasî jî hebûn. Ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatibûn. Ji Iraqê, ji Başûrê Kurdistanê hatibûn. Heta yên ku ji derveyî welat jî hatin hebûn. Me xwest zêdetir saziyên mafên mirovan li wê derê hebin. Ango komîsyonek heba beralî kiriba. Rêber Apo ji destpêkê ve israr kir. Çi kêm e li holê ye. Ango rêveberiya dewletê ya heyî û desthilatdariya AKP’ê ye ku vê yekê nekir.
Pirsgirêka Kurd û nêzîkatiya PKK’ê û Rêber Apo ya ji bo vê ne nêzîkatiya parvekirina desthilatê, parvekirina derfetan e. Eger tîştek wiha hebûya, wê bazarê kiriba. Wê bazirganiya bide û bistîne kiriba. Ji ber vê yekê pêwîstî bi navbeynkarekî sêyemîn hebûya. Ne wiha ye. Pirsgirêka hebûn, azadî û jiyanî ya gelekî ye. Ango hemû cîhan bûne yek û dibêjin “Kurd nînin.” Dixwazin tine bikin. Kurd jî bi gotina “Em hene” bi sed sal in li ber xwe dan. 50 sal in jî PKK’ê ji bo windanebûna vê hebûnê têkoşiyan. Bi dayîna ew qas şehîdan şer kir.
Ez dixwazim bibêjim ku têkoşîneke wiha jiyanî heye. Yê ku li pêşiya vê asteng e, eger rastiyê bibîne û heqîqet û edaletê hinek bixe dewrê, wê pirsgirêk ji holê rabe, çareser bibe. Ji ber vê yekê eger guherîna zîhniyet û siyasetê nebe, pirsgirêka Kurd pirsgirêka herî giran e û wê qet neyê çareserkirn. Ez dikarim vê bi zelalî bibêjim.
Bi bazarên wiha re, bi tiştên li cihên cuda ên cîhanê tên kirin re pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin. Jixwe her kes diceribîne. Ne em, ji xeynî me jî gelek kes ceribandin. Kes çareseriyê nedît. Lê eger guherîna zîhniyet û siyasetê çêbibe, ango hebûna gelekî, gelan… Ha Serokkomar Tayyîp Erdogan got, “Dîrok nîşan da ku dema Tirk, Kurd û Ereb bûn yek çi qas tişt kirin. Wê di pêşerojê de jî were dîtin.” Pir baş e. Li ser serê me li ser çavê me. Lê bi sedan sal in navê Kurdan jî li Tirkiyeyê nîne.
Dema ku Ereb û Tirk tifaqê kirin, xwişk-biratî kirin tu çawa nêzî Kurdan bûy ku rê li ber ev qas pêşketinan vekirin? Rewşa Kurdan çawa ye? Em vê jî deynin holê. Ev zîhniyet û siyaseta înkar û îmhayê pir xeter bû. Gelek tişt li Tirkiyeyê da windakirin.
Di aliyê madî de hesab dikin dibêjin “trîlyonên me çûn.” Na, bi exlaqî ve da windakirin. Di ruhî de da windakirin. Di demokrasiyê de da windakirin. Bila van bibînin. Ev windahiyên girîngtir in. Yên ku Tirkiyeyê hez dikin divê vê bibînin. Niha di vî aliyê de em dixwazin ku, yanî bi rastî jî çareseriyê dibînin. Tenê naxwazin. Bila ev têgihiştin û siyaset biguhere. Eger ev çêbibin wê tavile çareser bibe.
Di eniya Tirkiyeyê de jî daxwazek wiha hat. Tam ne îknaker e. Divê ew civakan îkna bikin. Bi rastî jî guhertineke zîhnî û siyasî dikin? Yan jî tîştek cuda heye? Ew karê wan e. Her kes dinirxîne. Lê ev çêbû, ez ê wê bibêjim; Dema ku ji wan jî tiştekî wiha hate me pir israr nekir. Em wê hêja dibînin. Bi guhertina têgihiştinê re alî dikarin çareser bikin. Yên ku şer dikin dikarin li hev bên. Hem jî dikarin aştiya herî xurt biafirînin. Eger bi rastî jî şer kiribin. Eger bi îradeya xwe şer kiribin. Em wekî tevger ji dil bawerî bi vê yekê tînin. Rêber Apo jî vê helwestê bi zelalî raber kir. Em dixwazin ku hêza li hemberî me jî wiha bibe.
Heta îro ji ber çekê her curê heqeret û neheqî li PKK’ê û Rêber Apo hat kirin. Ez li Elmanyayê 6 salan li girtîgehê mam. Min li wê derê pir bi zelalî dît. Tu eleqeya çekê bi sûcdarkirina PKK’ê re tine ye. Me gelek hewl da ku bikin rave bikin ku çekên me nînin û filan. Me dît ku ji ber çekê ji me re dibêjin terorîst. Ji hizrên me re dibêjin terorîst. Gotina “Kurd hene” wekî terorê dibînin. Yanî ti eleqeya vî bi çekê re nîne. Gelek neheqî li PKK’ê hat kirin.
Yek, bila her kes bibîne ku PKK ne evîndarê çekan e, bi mecbûrî ev yek kiriye. Û çima em çekan bidin yekî din? Ew dikarin wan bigirin û li cihên din bi kar bînin. Me ev jî hesab kir. Çima em binax bikin? Ger dîsa ew bên bikaranîn… Yanî di destê me de wekî terorîzmê were bikaranîn û di destê kesek din de wekî demokrasiyê were bikaranîn? Ya rast ew bû. Li gorî mitolojiya Kurd bû.
Ya din jî li gorî cîhana îro û Rojhilata Navîn bû. Em çi bibêjin? Bibêjim ku me bersiva NATO’yê da. Di civîna li Hollandayê de razandina berhema navxweyî ya nesafî û budçeyê ya ji bo çekan derxistin sedî pêncê. Yanî ev qas e, militarisbûneke zêde heye. Qaşo ewlehî wiha pêk were. Serokê Fransayê duh êvarê digot, “Ewropa di bin xeteriyeke mezin a ewlehiyê de ye. Ji ber wê divê ew qas lêçûnê bikin, ji bo çekê birazînin.” Ez dixwazim vê bersivê bidim: Deh qet jî zêde bike nikare bi çekê ewlehiya Fransayê pêk bîne. Rêveberên Fransayê ewlehiya Fransayê bi azadî, demokrasî, aqil, zîhniyeta rast û siyasetê dikarin pêk bînin. Hemû cîhan wiha ye. Lê wê biryarê girtin. NATO’yê me terorîst îlan kiribû.
Bixwe ev qas bi çek dibin. Rojhilata Navîn veguherandin gola ji xwînê. Kurdistanê veguherandin gola ji xwînê. Em dixwazin ku ev xwîn bi temamî ji holê rabe. Ev rewşa pevçûnê bi temamî ji holê rabe. Ev yek hemû ji ber berjewendiyên desthilatdar û pergalên dewletê dibin. Berhemê wan e. Me vê jî nîşan da. Helbet ji bo kesên fêm dikin e.
ENTEGRASYON
Niha ev entegrasyon wekî peyv tê gotin. Yanî em dibihîsin, têgihekî ye yanî em jî fêr bûn. Lê herî zêde bala min beriya 5- 6 salan di dema axaftina Tayyîp Erdogan a der barê civaka Tirk a li Elmanyayê de kişand. Ev têgeh bi dewleta Elmanyayê re têdikoşiya. Di wateya parastina gelên Tirkiye yên çûne Elmanyayê de vê bikardianî wê demê. Ji wê derê ma di bîra min de. Digot “Entegrasyon” û wiha digot: “Em li dijî asîmîlasyonan e, em entegrasyonê dixwazin.” Hişyarî dida dewleta Elmanyayê. Tirkên li Ewropayê jî bang li Tirkên li Elmanyayê dikirin: “Li dijî asîmîlasyonê derkevin, lê bibin alîgirê entegrasyonê. Divê entegrasyon were naskirin.” Ji bo dewleta Elmanyayê digot. Heman Tayyîp Erdogan entegrasyona ku ji bo Tirkên li Elmanyayê dixwaze, wê ji bo Kurdên li Tirkiyeyê nas bike yan ne? Em dixwazin ku nas bike. Em dixwazin ku were bîra wî. Ma mafê Tirkan heye ku wisa bibe, li dijî asîmîlasyonê derkeve, entegrasyonê bixwaze, lê ya Kurdan nîne? Divê ya Kurdan jî hebe. Lê niha Kurd jî wekî ku Tayyîp Erdogan ji Elmanyayê xwest, ew jî entegrasyonê dixwazin.
Rêber Apo got, “Entegrasyona demokratîk.” Entegrasyonê pir curbecur bikartînin. Dibêjin entegrasyona aborî, entegrasyona civakî tarzê têkilîdanînê ya yekeyên hevkar e. Yanî pirsgirêkên di navbera du yekeyên cuda de çareser bike û hevkariyê bikin. Wê çawa hevkariyê bikin diyarkirina wê ye. Ji bo vê yekê helbet hevdu naskirina yekeyan heye, divê qebûl bikin.
Li aliyê din jî ahengî… Yanî têgehek erênî ye. Di entegrasyonê de ev nînîn; Redkirina hevdu nîne, li ser hev serweriyê kirin nîne, asîmîlasyon nîne. Hinek gelek bi asîmîlasyonê re tevlîhev dikin. Asîmîlasyon tiştekî cuda ye. Entegrasyon li ser bingeha parastina hebûna xwe lihevkirin, hevkarîkirina bi yekeyê din re ye. Rêber Apo berê vê di parastinên xwe de anî ser ziman got, têkiliyên dewletê û civakê, têkiliyên dewlet û civaka demokratîk e. Wekî dewlet + civaka demokratîk binav kir. Mijarên wekî ew bi hev re di nava diyalektika têkilî û têkoşînê de çawa bijîn, girt dest.
Niha helbet divê ev tarzê têkiliyê bi hiqûq û rêgezan re girêdayî be. A rast eger civakî be qanûn û destûra bingehîn hewce dike. Mînak, eger Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê demokratîk be, divê di esasê de van bihewîne. Wiha tijî kirine ku gelek xal in, mijarên ku qet bi destûra bingehîn re ne eleqeder in… Ne wiha ye. Mijarên bingehîn ev in. Divê van bihewîne. Yanî me entegrasyonê wiha fêm kir û nîqaş kir.
Niha pêkhatina vê… Helbet min got ya divê tarzê têkiliyê girêdayî rêgezên qanûnî be. Di asta qanûnî de divê rêgez zelal bibin. Divê ji bo vê yekê qanûn werin derxistin. Rêber Apo vê yekê bi zelalî raber kir; Qanûnên entegrasyona demokratîk. Helbet her wiha qanûnên azadiyê jî. Çawa? Misogerkirina azadiya gelan, îfadeya azad û misogerkirina hemû azadiyên din. Qanûnên azadiyê girîng e. A rast azadiya îfadeyê û rêxistinbûnê azadiya herî bingehîn a demokratîk e. Bingeha demokratîkbûnê ye. Qedexekirina azadiya rêxistinbûnê, ji holê rakirina wê… eger rewşeke wiha Rêber Apo dibêje; “Jixwe wê serhildan be” Ji ber ku wê demokrasî nebe hingî. Pîvan û rêgezên esas ên demokrasiyê jî ev e. Nexwe qanûnên entegrasyona demokratîk, qanûnên bingehîn ên demokratîkbûna Tirkiyeyê ne. Qanûnên ku wê têkiliyên Tirk-Kurd li ser bingeha xwişk-biratî diyar bike ye. Yanî verastkirinên hiqûqî û qanûnî yên ku heq û hiqûqa wan misoger bike. Divê ev yek bibin. Ji xwe em bibêjin ev destpêkek bû. Ji ber vê yekê hin derdoran gotin: ‘Divê em bibînin, em bawer nakin. Bila bawerî hebe.” Rêber Apo ya ku diviyabû bikira, kir. Gerîla jî vaye çek danî. Çekê datîne. Êdî ev gav dimînin. Divê qanûnên azadiyê û entegrasyonê bêne derxistin. Bêguman ev yek wê gav bi gav ber bi destûreke bingehîn ve biçe. Yanî destûreke bingehîn a nû tê nirxandin. Di nava destûra bingehîn de wê rewşa xwe ya dawî diyar bibe. Bêguman destûreke bingehîn a bi vî rengî bi carekê ava nabe. Gelekî zehmet e, li cihekî weke Tirkiyeyê. Her ku qanûnên di heman çarçoveyê de bêne derxistin wê ev yek ber bi destûreke bingehîn a demokratîk ve biçe.
DIVÊ MIROV JI ROJEVA ESIL NE TIRS E
Paketên darazê yên berê bi ser neketin, nabin. Ji ber ku ew sererastkirin tiştên hêsan bûn; ji çareserkirina pirsgirêkên esas dûr bûn. Çima? Ji ber ku niha ne rojeva Tirkiyeyê ne. Qanûnên hatin anîn jî li gorî vê bûn. Pirsgirêkên esas ên bên çareserkirin jî, tam nekir rojev. Tenê maddeyên mîna wê, hatin danîn. Nêzîkatiyên hêsan ên mîna ‘Bila yek alî nebe, pir alî be. Bila aliyek sûd jê bigire, yên din jî sûd jê bigirin’, hebûn. Lê ev feydeyekî çawa ye? Rojeva esas a Tirkiyeyê çiye, pirsgirêkên wê yên esas çi ne? Girêdana van pirsgirêkan yekser bi hiqûqê re heye.
Pirsgirêkên hiqûqî, pirsgirêkên esas in. Lewma Rêber Apo di vê demê de dibêje, ‘Tarzê têkoşîna me ya esas, dê hiqûq be’. Yanî rêbaz, tarz û taktîka herî girîng a guhertin û jinûve avakirinê, têkoşîna hiqûqê ye.
Ji ber ku hiqûqek parçe parçe, di destê me de ye. Çêkereke hiqûqî ya ji pîvanên demokratîk pir dûr, heye. Divê mirov ji rojeva esil ne tirs e. Divê her kes hişyar be. Her kes dikare heqê xwe bixwaze. Lê divê bizane ew heq bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkan e û li gorî wê bixwaze. Çapemenî jî divê timî vê di rojevê de bihêle, divê propagandaya wê bike.
Heman tişt ji bo komîsyonê jî derbasdar e. Lewma min xwest îfade bikim. Ne bi armanca rexneyê. Avakirina komîsyonê baş e, gavekî girîng e. Lê belê di berê de sala 2013’an hewldanek wiha çêbû, lê bi kêr nehat. Komîsyonên di wê demê de hatine avakirin, ji bo karên cuda hatibûn plankirin û nîqaş di wî alî de bûn. Niha jî komîsyonek tê avakirin, lê eger ew jî bi kêr neyê xeteriyên berê wê xwe dubare bikin.
Ji ber ku ew komîsyon bi heq û hiqûqê nehatin avakirin. Em hêvî dikin ku komisyona vê carê, ji tecrubeya 2013-2014’an ders derxîne. Yan her tişt wê dubare be. Rojeva esas jî dê dubare be.
PKK dibêje: “Her tişt dubare bû, wê demê divê em xwe dubare nekin.” Eger em tişta beriya 10 salan dubare bikin, ev nîşan dide ku me ji dîrokê ders negirtiye û em ber bi pêş neçûne.
Wê demê divê komîsyon çi bike, rojeva wê çi be? Em naxwazin aqil bidin. Lê Rêber Apo ev komîsyon xwest, ev pêdiviyeke xwezayî ya vê pêvajoyê ye.
Em jî wê li ser esasê xebatên vê komîsyonê, weke Tevgera PKK me gavên ku berê ti kesê xeyal nedikir bavêje avêt. Carna ez jî difikirîm: Gelo eger PKK were fesixkirin, wê rewşa dinyayê çi be?
Her kesê ji cihekê ve, dixwest ji vê yekê sûd bigire. Rewşek wisa çêbûbû ku, sankî bi PKK’ê qezenc bi dest dixistin. Dihat fikirîn ku eger PKK ji vê çêkerê vekişe, wê qiyamet rabe.
Bi rastî jî dema Rêber Apo vekişiya, got, “Hemû hevsengî xira bûn.” Ev xwezayî ye. Ji ber ku ev hevsengî tenê xwe naspêre PKK’ê. Li ser înkar û îmhaya Kurd hatiye avakirin, hevsengiyeke cîhanê ya sedsalî heye.
Sîstema kûreyî ya sîstema modernîteya kapîtalîst, wiha hate avakirin. Di 50 salên dawî de, ev şer û nakokî li ser aliyê Kurd ê ji aliyê PKK’ê ve tê temsîlkirin, şêwe girt. Lewma ev hevsengî xwe dispart PKK’ê. Dema PKK xwe vedikişîne, hemû hevsengî xirab dibin.
Hinek dihesibînin ku, em ê vî karî wisa bidomînin, PKK dê vekişe, em ê feyde bikin. PKK’ê derfetê vê yekê neda.
Dewam dike…