În, 2 Rêbendan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê: Serê malbata Aykol sax be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Huseyîn Aykol wê sibe were veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Aykol peyamên sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aykol di axaftinên xwe yên dawî de bal kişandibû ser rojnamevaniya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xebatên Mitînga Hêvî û Azadiyê bêyî navber dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi hinceta protestoya ‘Tişrînê’ endamê rêveberekî DEM Partiyê kete ber lêpirsînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ: Heta ku Rêber Apo azad bibe têkoşîna me wê dewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    QSD’ê bîlançoya salekê ya têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meşek ji Merîwanê heta Dersimê: Aso Baran*

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma 175’an çalakiya nobetê ya li Mexmûrê dewr girt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Sûriyeya 2025’an a ji rêveberiya HTŞ’ê kuştin û êrişa li hemberî jinan zêde bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakvana femînîst Eralp: Li pêşiya me jiyaneke ku em bi ser bikevin heye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Newaya Jin hejmar taybet a 250’emîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stêrk Gulo: Jin hêmanê esasî yê Sûriyeya demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di bin siya ‘Sala malbatê’ de 2025: Tundî, xizanî û berxwedan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dewleta Îranê 10 jinên Bahaî girt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helîm Yûsiv: Nivîs ji bo min weke oksîjenê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabîlê sînemaya dîrokî Ariana, ji bo navendek kirîn û firotinê hate hilweşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêwekarên kantona Firatê: Em folklora Kurdî neqiş dikin û jiyan dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Konsera ‘Resîtala Netewî’ 2 roj man: Divê her kes beşdar bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê hat kirin: Zarokek hat qetilkirin
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Kampa Holê: Xeteriya jinûve zindîkirina hişmendiya DAÎŞ’ê
Rojava

Kampa Holê: Xeteriya jinûve zindîkirina hişmendiya DAÎŞ’ê

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi 3 operasyonên berfireh ên ji sala 2021'ê û vir ve li kampa Holê kirin, ewlehiya li herêmê hîn xurt kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Piştî têkçûna çeteyên DAÎŞ’ê, bi hezaran malabatên çeteyan li Kampa Holê hatin bicihkirin, lewra ev kamp bû kampa herî xeternak ya cîhanê. Ji ber wê QSD, YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundrîn li dijî vê xeteriyê operasyonên ewlehiyê li dar dixin. Herî dawî jî di 5’ê Mijdara 2024’an de pêngava bi navê ‘Ewlehiya Domdar’ hat lidarxistin.  

Di sala 2019’an de piştî têkçûna çeteyên DAÎŞ’ê li Baxozê li ser destê şervanên QSD û YPJ’ê, bi hezaran  malbatên çeteyên DAÎŞ’ê ku wekî kesên herî xeternak li ser mirovahioyê ne li  Kampa Holê hatin bicihkirin. Tevî hewldanên Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahiya bangên wê ya ji tevahiya welatên cîhanê re ku welatiyên xwe yên DAÎŞ’î werbigrin jî ev yek pêk nehat û kombûna van malbatên çeteyan di kampê de bû xeteriyeke mezin li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahiya cîhanê. Her wiha li vê kampê jimareke mezin ji welatiyên Iraqî û koçberên Sûriyeyê jî lê bi cih dibin.  Ewlehiya kampê jî ji aliyê Ewlehiya Taybet ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hêzên Hevpeymanî ve tê rêvebirin. Li gorî amarên fermî jimara kesên kampê  43 hezar û 477 kes e û ji wan jî 12 hezar û 101 jin û zarokên çeteyên DAÎŞ’ê ne. Ev malbatên çeteyên li kampê her dem dibin cihê xeteriyê li ser tevahiya cîhanê. Her wiha ew jî hewl didin ku hişmendiya DAÎŞ’ê belav bikin û zarokên xwe li ser vê hişmendiyê mezin û perwerde dikin. 

Li hemberî vê xeteriyê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hêzên xwe yê ewlehî û leşkerî operasyonên ewlehiyê li dijî vê xeteriyê li dar dixin û planên çeteyên DAÎŞ’ê têk dibin. 

Pêngavên ewlehiyê yên ku li dijî çeteyên DAÎŞ’ê li Kampa Holê hatine lidarxistin wiha ne:

1-Pêngava Mirovî û Ewlehiyê 

Di 28’ê Adara 2021’an de hemleya destpekê ya bi navê Pêngava Mirovî û Ewlehiyê bi tevlîbûna hêzên ewlehiyê dest pê dike. Di vê pêngavê de ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û bi piştgiriya hêzên QSD, YPG û YPJ’ê 5 Hezar endamên ewlehiyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî bûn.  Vê pêngavê du qonaxan berdewam kir. 121 kes hatin girtin ku di nava wan de 15 jinên endamên rêxistina DAÎŞ’ê bûn. Her wiha 16 tûnel ku şaneyên DAÎŞ’ê ew ji bo veşartin û reva ji kampê bi kar dianîn, hatin dîtin. Di heman demê de gelek alavên ku ji bo kolandina van tûnelan bi kar dianîn, hatin desteserkirin. 119 kampên ku DAÎŞ’ê ji bo perwerde, dadgehên şerî, êşkence û kuştinê bi kar dianîn ji holê hatin rakirin. Her wiha 48 telefon, I pad, laptop û 2 hardên ku di têkiliyên navbera wan şaneyan de dihatin bikaranîn, hatin desteserkirin. Di encama kuştin û hewldana kontrolkirina kampê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) pêvajoya yekemîn a ‘Pêngav Mirovî û Ewlehiyê’ di 28`ê Adara 2021`an de da destpêkirin. Pêngav 5 rojan dewam kir û 2`yê Nîsanê bi dawî bû. Zêdetirî 5 hezar şervanên hêzên beşdar, tevlî pêngavê bûn. 

2-Pêngava Mirovî û Ewlehiyê (Qonaxa 2’emîn)

Ji destpêka 2022`yan ve û heta 25`ê Tebaxa 2022`yan, şaneyên DAÎŞ`ê û malbatên wan 43 êriş pêk anîn. Di wan êrîşan de 44 niştecihên kampê bi kêr, tiving, çekên bêdeng hatin kuştin. Ji wan 14 jin û 2 jî zarok bûn. Termên wan qurbaniyan diavêtin kanalîzasyonê ji bo ku kiryarên terorî veşêrin. Her wiha çeteyên DAÎŞ`ê 13 caran hewl da niştecihên kampê birevînin. Kon tevî niştecihên wê bişewitînin, alîkariyên mirovî û tenduristiyê û xizmetguzariyê jî telef bikin. Tevliheviyê çêkin û sûra li dora kampê rakin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSD’ê û Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAîŞ`ê pêvajoya duyemîn a pêngavê di 25`ê Tebaxa 2022`yan de da destpêkirin ku 24 rojan dewam kir. 

Hêzên ku di wê pêvajoyê de, gelek noqte û cihên çeteyên DAÎŞ`ê yên ku fikrên tundraw fêr dikirin, tune kir, gelek jinên DAÎŞ`î yên xetere ku di wê demê de endam di nava kampê de perwerde dikirin, sûc li dijî niştecihên kampê kirine, girtin. Her wiha hêzê li dijî koma “Hisbê û Eşbalên El Xîlafe” pêngav li dar xist, gelek berpirsên wê girtin. 

Di lêpirsînên wê demê de hate diyarkirin ku 3 jêderên çekan ên DAÎŞ`ê hene û di  ya yekemîn de destê hin karmendên rêxistinan tê de heye. Bi taybet jî ‘Rêxistina Bihar’ ku çek û pere derbasî kampê dikirin û revandina endam û çeteyên DAÎŞ`ê hêsan dikir. Jêdera duyemîn jî çekên ferdî û bombe ne ku hevserên çeteyan û zarokên wan di nav cil û bergên xwe de vedişartin dema ji Baxozê reviyan. Jêdera sêyemîn jî, DAÎŞ`ê derfetên ji rêxistinan re hatine pêşkêşkirin, bi kar anîn û amûrên tûj wekî xencer, kêr, bato û amûrên êşkencekirinê çêkirin û pê niştecihên kampê tirsandin û ew neçarî radestîyê kirin. Di wê pêvajoyê de, YPJ`ê 2 jinên ciwan ên Êzidî ji destê jinên DAÎŞ`ê xilas kirin û birin cihekî ewle. YPJ`ê, 4 jinên ku bi zincîran hatibûn girêdan û êşkence li wan hatibû kirin, xilas kirin. Her wiha di pêvajoya duyemîn de, 226 kes hatin girtin û di nava wan de 36 jin hebûn ku tevlî bûyerên kuştin û tirsandinê bûbûn. 25 tunel û xendek hatin dîtin û gelek çekên navîn û sivik hatin desteserkirin. 

3- Ewlehiya Domdar 

Ji bona paqijkirina çeteyên DAÎŞ’ê li Kampa Holê di 5’ê Mijdara 2024’an de pêngaveke bi navê Ewlehiya Domdar hate destpêkirin. Hêzên ewlehiyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyanîyeke bi niviskî destpekirina pêngavê ragihand. Pêngav ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Hêzên Ewlekariya Hundirîn û komek ji Îstixbarata Iraqî û bi piştevaniya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAÎŞê hate destpêkirin Hate plankirin pêngav 10 rojan berdewam bike.

Di roja yêkemîn ya pêngavê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku li dijî şaneyên çeteyên DAÎŞˋê odeya pêngavên hevbeş ya bi navê Pêngava ˋEwlehiya Domdarˋ li kampa Holê û dora wê daye destpêkirin.  Hêzên hevbeş heta niha nêzî 20 çete ji şaneyên DAîŞˋê girtin, yek jî hat kuştin, gelek çek û cebilxane hatine desteserkirin.

Operasyona Ewlehiya Domdar ya ku 6’ê mehê li bajarê Holê û gundewarên wê yên aliyê Bakur û Başûr hatibû destpêkirin, îro di roja xwe ya duyemîn de didome. Di van du rojan de gelek çeteyên DAÎŞ’ê ji aliyê şervanên YPJ, QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatin girtin û amûrên leşkerî hatine desteserkirin. Dema ku çeteyekî hewl da ku êrîşê li ser şervanan bike, yekser mûdaxele lê hate kirin û ev çete hate bêbandorkirin. Hêzên ku beşdarî operasyonê bûne dan diyarkirin ku hetanî ewlehiya herêmê nekeve bin kontrolê, wê operasyonên wan bidomin.

Hêzên pêngavê di roja sêyemîn de bajarê Holê û derdorên wê, beşeke mezin ji kampê paqij kirin. Di lêgerînê de 16 çeteyên şaneyên rêxistina terorîst hatin girtin û hejmareke çek, cebilxane û pêdiviyên leşkerî jî hatin desteserkirin. Her wiha di nava kampê de 2 xendeqên veşartina çek û çeteyan hatin dîtin. Di pêngava lêgerînê de, endamên şaneyên rêxistina terorîst hewl da birevin û biçin beşên din ên kampê, lê hewldanên wan hatin pûçkirin û terorîst hatin girtin. Operasyona Ewlekariya Domdar di 6’ê Mijdarê de ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn (asayiş) ve li Kampa Holê û derdora ve hate destpêkirin. Di nava 4 rojan de 73 çeteyên DAÎŞˈê û hevkarên wê hatine girtin. Armanca operasyonê, paqijkirina 100 kîlometreyên Kampa Holê û derdora wê (devera di navbera Hol, Til Hemîs, Hesekê, Eşîre û Şedadê de) ye.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji DEM Partiyê ji bo jinên hatin qetilkirin şitil hatin çandin
Nûçeya Pişt re Nasnameya şehîdên Hesekê hate eşkerekirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DEM Partî: Hin partiyên siyasî lihevkirina bajaran kirin qada şerê desthilatê

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan ku namzetên hevşaredariyê yên 6 şaredariyên bajarê mezin eşkere kir,…

Ji aliyê Stêrk TV

Spîndar: Gelê Kurd ne derveyî guhertinê ye, li navenda wê ye

Hiqûqnas û siyasetmedar Îbrahîm Spîndar diyar kir ku avaniyên dewletê yên li Rojhilata Navîn dihejin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji PAJK’ê peyama 8’ê Adarê: Em ê ji banga dîrokî re bibin bersiv

Koordînasyona PAJK’ê diyar kir ku 8’ê Adarê bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk tacîdar bûye…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

‘Berxwedana Elewiyan li Sûriyeyê dikare rê li ber pêşerojeke demokratîk veke’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Mazlûm Ebdî bi wesîleya sala nû serdana şervanên QSD’ê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Di sala 2025’an de li Sûriyeyê zêdeyî 9200 kes hatin qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê bîlançoya 2025’an eşkere kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?