Kampanya ‘Na ji Darvekirinê re, Erê ji Jiyana Azad re’ li dijî zêdebûna darvekirinên rejîma Îranê daxuyaniyek weşand. Rêxistinê, bang li civaka navneteweyî û rêxistinên navneteweyî kir ku ji bo bi dawî anîna qetilkirinên li Îranê, divê cîhan bikeve nava tevgerê.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Kampanya ‘Na ji Darvekirinê re, Erê ji Jiyana Azad re’ bi hêrs û xemek mezin dengê xwe li dijî pêla domdar a darvekirinên ku ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve têne pêk anîn bilind dike; pêlek ku jiyanên girtiyên siyasî, xwepêşanderan, endamên kêmneteweyî û olî, û kesên ku tenê ji bo mafên xwe yên bingehîn rabûne digire.
Îran bi domdarî di nav welatên herî zêde darvekirin lê tên pêkanîn de cih digire. Her sal sedan kes têne darvekirin. Gelek ji wan piştî darizandinên ku bi tu standardên dadweriya navneteweyî re ne lihevhatî ne, bê parêzer, li ser bingehê îtirafên ku di bin êşkenceyê de hatine standin û bê mafê dadweriya dadperest û zelal tên pêkanîn.
Darvekirina xwepêşanderên ku di serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya sala 2022’yan de hatibûn girtin, cîhan hejand. Lê, qetilkirin ne rawestiyan, ji berê bêhtir bûn.
Kampanya ‘Na ji darvekirinê re, erê ji jiyana azad re’ bi tundî bikaranîna mebestdar û sîstematîk a şer û pevçûnên çekdar ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve wekî mertalek ji bo zêdekirina kampanyaya xwe ya darvekirinan di navxweyî de ji bo tepisandina dijberan, tirsandinê gelê xwe û sûd wergirtina ji belavbûna bala cîhanê, şermezar dike.
Dîrok nîşan daye û bûyerên nû jî piştrast dikin ku her car ku dewleta Îranê pevçûna xwe ya leşkerî zêde dike, bi rêya şerê rasterast, şerê wekil, an jî zêdekirina tansiyonan hejmara darvekirinên navxweyî bi tundî zêde dibe. Dema ku bala navneteweyî ber bi qada şer ve diçe, dara sêdarê zêdetir dixebitin. Girtiyên siyasî, çalakvanên karker, rojnamevan, endamên kêmneteweyan, Kurd, Belûç û Ereb û ciwanên ku cesaret kirîn dengê xwe bilind bikin, di bêdengî û dûrî kamerayên cîhanê de ber bi mirinê ve tên dehfdan.
Rejîm ji mija şer sûdê werdigire da ku dijberên xwe dibin navên ‘ewlehiya neteweyî’, ‘sixûriyê’ û ‘dijminatiya bi Xwedê re’ de tune bike, sûcên ku tenê amûrên zordariyê yên siyasî ne di cilên zimanê qanûnî de vedişêre.
EM JI CIVAKA NAVNETEWEYÎ DIXWAZIN BI LEZ BERSIVÊ BIDE:
-Encumena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û Encumena Mafên Mirovan divê bi eşkere di her gotûbêjê de bal bikişînin ser tevgera leşkerî ya Îranê de bi karanîna zêdebûyî ya cezayê darvekirinê di hundirê welêt de.
-Rêxistinên wekî Amnesty International (Rêxistina Navneteweyî ya Mafên Mirovan), Human Rights Watch (Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan), Reporters Without Borders (Rêxistina Rojnamevanên Bê Sînor) û hemû rêxistinên civaka sivîl divê di demên pevçûnên herêmî de çavdêriya xwe zêde bikin.
-Dewletên ku di gotûbêjên dîplomatîk de beşdar dibin divê rawestandina tavilê ya darvekirina wek şertê bingehîn li ser maseyê danîn.
-Medyayên navneteweyî divê li dijî taktîka şaşkirina bala gel bisekinin; ger tenê şer bê şopandin û qala darvekirina neyê kirin, ne raste.
-Dadgeha Ceza ya Navneteweyî û raportorên taybet ên Neteweyên Yekbûyî divê lêkolîn bikin ka gelo zêdekirina mebestdar a darvekirina di demê şer de dikare wekî sûcê li dijî mirovahiyê were hesibandin an na.
Her di şer de qurbanî hene. Li Îranê qurbanî hene, lê li paş dîwarên zîndanê hene. Ew ne bi agirê dijmin, bi destê dewleta xwe têne kuştin; tenê ji ber ku cîhan li deverek din dinêre.
Şer darvekirinê rewa nake.
Pevçûn wijdanê bêdeng nake.
Tu dewlet nikare gelê xwe dibin siya şerê ku xwe avakiriye de bikuje.
Beşdarî me bibe. Dengê xwe bilind bike. Jiyanan rizgar bike.
Têkilî: [email protected]
Instagram: @life_not_execution
X: @notexecution”

